KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Artêşa Tirk li Girê Spî 2 hemwelatiyên me şehîd xist
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û got li Girê Spî 2 hemwelatiyên Federasyonê qetil kirine. -
Çeteyên ku li Cerablûsê hatin girtin, lîstika Tirkiye ya DIŞ’ê îtiraf kirin
Di encama operasyonekî ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate lidarxistin de ji çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat Ehmed Mehemed Casim û Elî Mehemed Ehmed, îtirafên balkêş kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Hasdemîr li Dersîmê hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Çagdaş Hasdemîr, li Dersîmê li rex ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm û Delîl Dogan ku xalanê Hasdemîr in, hate definkirin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku di encama mayîna çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû û paşê jiyana xwe ji dest da eşkere kir. -
Gerîlayê HPG’ê Akdogan li Geverê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Eyûp Akdogan (Rustem Gabar) ê di şerê li bejahiya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dotka ya Geverê ji aliyê girseyek qelebalix ve bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat definkirin. -
HPG derbên giran li artêşa Tirk dide
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên berfireh ên gerîlayan ên ku li Colemêrg, Çewlig, Bedlîs, Wan û Şirnexê li dar xistine ragihand. -
YPS: Li Wanê 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di operasyona ku 29’ê Tebaxê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate lidarxistin de 2 wesayîtên zirxî ji aliyê yekîneyên wan ve hatin îmhakirin. -
KCD'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da: Hûn nikarin roja me tarî bikin
KCD'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li avahiya wan da û destnîşan kir, ku ti êrîş nikare roja wan tarî bike. -
Şervanên li Cerablûsê: Dewleta Tirk nikare me bitirsîne
Şervanên li Cerablûsê gotin, têkoşîna wan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê bidome. Şervanan bang li hêzên navneteweyî jî kirin, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rabin. -
Cenazeyên 13 şervanên azadiyê li Dêrikê hatin veşartin
Cenazeyên 13 şervanên azadiyê yên li Minbic, Şedadê û Hesekê jiyana xwe ji des dan, ji aliyê bi hezaran mirovên ji Dêrik û Girkê Legê ve, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Ciwanên Kirmaşanê ji bo Ocalan daketin kolanan
Ciwanên Kirmaşanê yê Rojhilatê Kuerdistanê bi belavok û daliqandina afîşan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê 'Eniya Demokrasiya Gel' ava bû
Li Başûrê Kurdistanê, bi navê Eniya Demokrasiya Gel tevgereke nû hat ragihandin. Di daxuyaniya li ser ragihandina tevgerê de hat destnîşankirin, ku eniya demokrasiyê wê pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê re bike. -
KJK: Em bang li alîgirên aştî û azadiyê dikin ku berxwedanê geş bikin
Koordînasyona KJK'ê: Em bang li alîgirên azadî, aştî û demokrasiyê dikin, ku berxwedanê geş bikin. Girîng e jin, ciwan û hemû hêzên şoreşger û demokratîk bi ruhê berxwedanê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê silav bikin. -
Merasîma ji bo ciwanê Kurd ê li Marsîlyayê hat qetilkirin
Ji bo ciwanê Kurd ê li Marsîlyayê hat qetilkirin, merasîma cenaze hat organîzekirin. -
Çeteyên îşkence li şervanên YPG'ê kirin hatin girtin
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG'ê, 2 çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat a MÎT'ê girtin. -
Li Çelê şerekî giran diqewime
Li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber operasyona artêşa Tirk a di 30'ê Tebaxê de destpê kir, şerekî giran diqewime. -
Gelê Minbicê dewleta Tirk şermezar kir
Gelê Minbicê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li sivîlan dike, bi meşekê şermezar kir. -
Li Tetwanê êrîş li dijî benda kontrolê ya polîsan hat kirin
Li Tetwanê, duh bi şev êrîş li dijî benda kontrolê ya polîsan hat kirin û piştî vê çalakiyê şer derket. -
Mistefa Minbic: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber dagirkeriyê rabin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mistefa Minbic nerazîbûneke tund nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û diyar kir, ew ê li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. -
YPG: Em ê hesabê êşkencekirina hevalên xwe yên dîlgirtî bi giranî bixwazin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xelîl têkîldarî şervanên xwe yên ku ji hêla çeteyên dewleta Tirk hatin êşkencekirin daxuyanî da û got, “Em weke YPG soz didin gel û şervanên xwe ku em ê hesabê vî tiştî ji wan çeteyan giran bixwazin.” -
Artêşa Tirk bombeyên misket avête gundên Efrînê
Hat ragihandin ku artêşa Tirk bombeyên qedexekirî yên mîsket avête gundên girêdayî Kantona Efrînê. -
3 gund hatin rizgarkirin û 34 çete hatin kuştin
Hêzên Leşkerî yên ku li Şehbayê Şerê çeteyan dikin diyar kir ku di şerê li herêma Şehbayê de 3 gund hatin rizgarkirin, serçeteyê bi navê Mihemed El-Ednajî ji di nav de34 çete hatin kuştin û rêjeyek zêde çeke desteser kirine. -
Ji siyaseta Kurd biryareke dîrokî ya greva birçîbûnê: Heta ku hevdîtin bi Ocalan re pêk were wê çalakî dewam biker
Hemû pêkhateyên siyaseta kurd ku li Amedê kom bûn, starta serdemek nû dan. Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle deklerasyona hevpar xwend û got "Roj roja çalakiyan e". çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran di 5'ê Îlonê de bê dem û dorveger destpê dike. -
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê û Başîkayê wê li başûrê Kurdistanê bê protestokirin
Bernameya çalakiyên ku bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê û Başîkayê wê li başûrê Kurdistanê bên lidarxistin, hate eşkerekirin. -
Li Şirnex, Wan û Bedlîsê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya gerîlayên YJA Starê de ku li Şirnexê pêk anîn, 2 leşker ku yek jê payebilind e, li Wanê jî leşkerek hatin kuştin.