KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çelê operasyon û şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî operasyon û şerên heyî yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Li herêma Şehbayê gundekî din hat rizgarkirin
Şervanên Ceyş El-Siwar, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, gundê Herbelê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Meclîsa Damezrêner encamnameya civîna xwe eşkere kir
Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Demezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyeyê, dema lidarxistina civîna Meclîsa Damezrîner diyar kir, her wiha Ji bo amadekirina projeya bernameya nû ya xebatên Meclîsê jî komîteyek ava kir. -
Nasnameyên 2 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên ku li Colemêrg û Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane ragihand. -
Salîh Muslîm: Tirkiye wê di nav çirava Sûriyeyê de bimîne!
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê nirxand, got; “Navenda polîtîkayên Tirkiyeyê dijberiya Kurdan e. Dixwaze tiştê ku DAÎŞ’ê nikarîbû bike, bi xwe pêk bîne. Lê, Tirkiye wê di nav çirava Sûriyeyê de bimîne.” -
Li Hesekê bombeyek teqiya: Welatiyek birîndar bû
Li bajarê Hesekê bombeyeke ku li kêleka rê hatibû bicihkirin, bi wesayîtekê teqiya. Di encamê de welatiyek birîndar bû. -
Li Şehbayê şer didome
Li herêmên Şehbayê di navbera Ceyş El-Siwar/Meclîsa Leşkerî ya Babê/Tûgaya El-Şîmal El-Demokratî û Çeteên DAIŞ’ê de, şer diqewime. -
Li Çelê şer: Ji artêşa Tirk kuştî û birîndar hene
Artêşa Tirk li herêma Ertoş a Çelê derket operasyonê. Li vê derê, di navbera leşkeran gerîlayên HPG/YJA-Starê de şer derket. -
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Şoreş li Efrîn hat veşartin
Cenazeyê têkoşer Şoreş Efrînê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîma têkoşer Şoreş Efrîn de dagirkeriya Tirkiyê hate şermezarkirin. -
Hunermendên Kurd rojnameya Azadiya Welat belav kirin
Hunermendên Kurd ên li Amedê daketin kolanan û rojnameya Azadiya Welat belav kirin. -
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ li Qamişloyê hatin veşartin
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJꞌê li goristanan Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, hatin veşartin. -
'Mîna li Kobanê, wê Tirkiye li Cerablûsê jî têk biçe'
Alîkarê Hevserokên Kongra Gel Mahsûm Bagok diyar kir, dagirkirin Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve rewşeke nû derxistiye holê û got, "Eger Tirkiye hîn bêhtir zêdegaviyê bike wê gelek tiştan winda bike." -
'Heta ku herêm ji qirêjiya çeteyan paqij bibe, wê têkoşîna me bidome'
Fermandariya Giştî ya Ceyş El Siwar: Têkoşîna hêzên me, heta ku herêm û xaka Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyan paqij bibe, wê dewam bike. -
Li Minbicê 6 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wesayîtek bombebarkirî ya çeteyan rûxandin û 6 çete kuştin. -
'Dewleta Tirk sûc dike'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, dewleta Tirk ji aliyê hiqûqî ve sûc dike. -
Gundê Um El-Qura jî hate rizgarkirin
Şervanên Ceyş El-Siwar piştî gundê Um Hoş, gundê Um El-Qura jî ji DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Li Kopê 12 kes hatin girtin
Di serdegirtinên 26’ê Tebaxê ya li navçeya kop a Mûşê ji 22 kesên ku hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin. -
ÎHD: Di salekê de hezar û 552 kes hatine kuştin
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, têkildarî binpêkirina mafên mirovan û şerê ku qewimî yê salekê bi raporekê bi raya giştî re parve kir. -
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablusê, li Girkê Legê hate protestokirin
Li bajarê Girkê Legê yê Rojava, bi meşekê ve dagirkirina Cerablusê û qetilkirina sivîlan a ku çeteyên dewleta Tirk li vir pêk tînin, hate protestokirin. -
HPG’ê 10 gerîlayên ku li Amed, Şemzînan, Agirî û Ordûyê jiyana xwe ji dest dayin, bi bîr anî
Navenda Ragihandina HPG’ê 10 gerîlayên ku li Amed, Agirî, Şemzînana, Ordûyê jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anîn. -
Kalkan: Divê TC ji encamên vê rewşê re amade be
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Artêşa Tirk beşek ji axa Sûriyeyê dagir kiriye. Lewma sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ji holê rabûye, sînorên Rojhilata Navîn guherîn e. Divê TC ji encamên vê rewşa rê li ber vekiriye amade be. -
5 leşker hatin kuştin, helîkopterekê derb xwar
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, helîkopterek Skorsky derb xwar. -
YPS: Li ser rêya Îpek wesayîtek a Ejder û wesayîtekî Kobra hatin derbkirin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku endamên wan li Taxên Xaçort û Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ji 3 aliyan ve li çeteyên Qesrê xistine. Di çalakiyê de wesayîtekî zirxî ya Ejder û wesayîtekî zirxî ya Kobra hatin derbkirin. -
Dewleta Tirk ji wargehên AFAD’ê çeteyan dişîne Cerablûsê!
Di çarçoveya operasyona dagirkeriyê ya bi ser Cerablûsê de, ji wargehên AFAD’ê çete tên peydakirin. Bi rêya şebekeyên bi destê MÎT'ê hatine avakirin, çete bi pereyan tên peydakirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Um-Hoşê sivîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li Um-Hoşê 3 sivîl qetil kirin.