Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin
Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya ku bi gotinên ‘’Ez dayika Serok û Kurdistanê me’’ tê naskirin re seredanên girseyî tên kirin.
Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya ku bi gotinên ‘’Ez dayika Serok û Kurdistanê me’’ tê naskirin re seredanên girseyî tên kirin.
Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bi gotinên ‘’Ez dayika Serok û Kurdistanê me’’ tê naskirin re seredanên girseyî tên kirin. Konê srsaxiyê li navçeya Qoser a Mêrdînê hate danîn. Konê sersaxî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li Mala Şînê ya Abdulkadîr Dundar a li navçeyê hate danîn. Ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî di nav de partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn.
Di seredanê de di şexsê Bahr Bîlgeyê de ji bo hemû Dayikên Aşitiyê yên jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hate girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Halît Karahan di seredanê de axivî, ji malbatê re sersaxî xwest û ev yek anîn ziman: ‘’Dayika me ji bo azadiya Kurdistanê gelek ciwan mezin kirin. Di serî de Nisêbîn, Qoser û Kobanê li gelek deveran têkoşîna xwe ya ji bo van xakan bi eşq û hezkirin domand. Têkoşîna ku wê ji bo xakên Kurdistanê da meşandin wê ji bo me bibe mînak. Em ê jî li ser vê rêyê meşa xwe bidomînin.’’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî axivî û got: ‘’Dayika me di tevahiya jiyana xwe de hemû êşên li Kurdistanê hîs kirin. Lê belê tevî van êşan hemûyan jî tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda û tim bi serbilindî meşiya. Heya kêliya dawîn a jiyana xwe jî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan da meşandin. Em jî soz didin wê ku em ê tu caran têkoşîna wan û şehîdên gelê Kurd ji bîr nekin.’’