Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

Hêzên Îranê li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gule li zarokekî Kurd barand û wî kuşt.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî kuştina zarokekî Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve agahî da. Li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê zarokê Kurd ê bi navê Sam Hesenî yê 15 salî di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de hate kuştin. Hate ragihandin ku bavê zarok Ehsen Hesenî jî giran birîndar bûye. Ji bo dermankirinê şandine Merîwanê.

Hate ragihandin ku li gundê Derekê ya ser bi navçeya Sewlawa hêzên rejîma Îranê bê agahî gule li wesayîta malbata Hesenî barand.

Di êrişê de Sam Hesenî hat kuştin û bavê wî jî giran birîndar bû.