Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

Elmanya biryar girt ku hebûna xwe ya leşkerî ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kêm bike. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Elman de, rêveberiya Berlînê heta dawî meha Îlonê leşkerên xwe vekişîne.

Li gorî kovara Der Spiegel, wê nêzî 30 leşkerên Elman ên li kampa li nêzî Balefirgeha Hewlêrê erk dikin, ji herêmê derkevin. Hate diyarkirin ku biryar piştî biryara vekişîna yekîneya parastinê ya DYE’yê di çarçoveya plana xwe ya kêmkirina hebûna xwe leşkerî ya li Iraqê de girtiye, hatiye girtin.

Wezareta Parastinê ya Elmanyayê jî piştrast kir hebûna xwe ya leîkerî ya li Hewlêrê ji bo demeke dirêj kêm bike, lê hirgûliyên li ser dema vekişîne û hejmara leşkeran parve nekir. Berdevkê Wezaretê ragihand ku alîkariya perwerdehî û şêwirmendî yên ji bo hêzên Peşmergeyan tên dayîn dewam bike û di vê çarçoveyê de koma şêwirmendiya leşkerî ya di binesaziya Balyozxaneta Elmanya ya li Hewlêrê de, wê erka xwe bidomîne.

Leşkerên Elman, di çarçoveya koalîsyona dijberiya DAÎŞ’ê ya navneteweyî de bi salên dirêj in li Hewlêrê ne û perwerdehî, şêwirmendî û piştgiriyê didin hêzên pêşmergeyê.