Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa 'Entegrasyona Demokratîk' tê lidarxistin

Konferans ji xwe re dike armanc ku daxwazên statuya siyasî, xwerêveberî û ewlehiya Şengalê bigihîne qada navdewletî û nexşerêyeke nû ya çareseriyê pêşkêşî raya giştî bike.

Civaka Êzîdî ya li Şengalê, di salvegera 12’emîn a ferman û jenosîda giran a sala 2014’an de, amadekariyeke mezin û stratejîk dike ku daxwazên xwe yên siyasî, hiqûqî û civakî bîne ziman û çarenûsa herêmê di rûyê polîtîk de nû bike. Di vê çarçoveyê de li Geliyê Kersê yê Şengalê di 15’ê Tîrmehê de çalakiyeke xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi navê ‘Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk‘ tê organîzekirin. Ev konferans ku di bin dirûşmeya “Edaleta veguhêz wê bibe bingeha entegasyona demokratîk“ de tê lidarxistin, armanc dike ku ji herdemî zêdetir dengê civaka Êzîdî, daxwaza wan a ji bo statûyeke siyasî, xwerêveberî û ewlehiyê bigihîne qada navdewletî û herêmî.

Lidarxistina vê konferansê di qonaxeke wiha hesas de ku gefên li ser Şengalê û destwerdanên derve dewam dikin, nîşaneya biryardariya civakê ya ji bo avakirina pergaleke demokratîk û parastina cewherî ye. Ev xebata berfireh ku bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê û bi hevkariya dînamîkên herêmî yên Şengalê pêş dikeve, nexşerêyeke nû ya siyasî pêşkêşî raya giştî dike. Di konferansê de tevlîbûneke berfireh ji rewşenbîr, siyasetmedar, parêzer, hunermend û rûspiyên eşîran û olî tê çaverêkirin. Ev asta tevlîbûnê nîşan dide ku pirsgirêka Şengalê êdî tenê weke trajîdiyeke mirovî nayê nirxandin, her wiha weke dozeke polîtîk, hiqûqî û mafdar a xwedî vîn li ser maseya diyalogê tê rûniştandin.

Yek ji xalên herî girîng ên vê platforma polîtîk, nirxandin û nîqaşkirina kêmasî, astengî û valahiyên hiqûqî yên 12 salên derbasbûyî ye. Di nava vê pêvajoya dûr û dirêj de, tevî hemû jenosîd û komkujiyên li pêş çavên cîhanê qewimîn, mafên bingehîn û rûmeta siyasî ya civaka Êzîdî di asta navdewletî û herêmî de bi temamî nehatine misogerkirin. Her wisa pirsgirêka girtî û windayên di destê DAIŞ’ê de, weke birîneke kûr û weke encameke polîtîk a vê fermanê li holê ye. Konferans hewl dide bi rêya têgîn û pratîka "Edaleta Veguhêz" mekanîzmayên yasayî û navdewletî bixe tevgerê da ku hem berpirsên fermanê werin darizandin û hem jî mafên windabûyî yên gelê Şengalê bi şêwazeke fermî werin îtirafkirin.

Ji aliyekî din ve projeya "Entegrasyona Demokratîk" weke alternatîfeke xurt û çareseriyeke radîkal a li dijî pergalên navendîparêz û statuparêz tê pêşkêşkirin. Di nîqaşên siyasî yên li dora vê konferansê de derdikeve pêş ku parastina hebûna Êzîdiyan û pêkhateyên herêmê tenê bi rêya avakirina modeleke demokratîk, xweser û têkelbûneke li ser bingeha wekheviya piralî pêkan e. Ji bo ku ev model bibe xwedî bandoreke gerdûnî, bangawaziyeke berfireh li hemû Êzîdiyên li her çar aliyên cîhanê û dîasporayê hatiye kirin ku bi rêyên fîzîkî yan jî bi amûrên dîjîtal û serhêl tevlî vê pêvajoyê bibin. Ev hewldan nîşan dide ku parastina Şengalê û pênasekirina paşeroja wê, her weke erkeke neteweyî, berpirsyariyeke polîtîk e ku fersendê dide da ku bi rêbazên yasayî û rewa, krîzên heyî ber bi çareseriyeke mayînde ve werin birin.