ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Dirbêsiyê 14 saliya şoreşê pîroz kir
Salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava ya 19‘ê Tîrmehê bi şahiyekê li bajarê Dirbêsiyê hat pîrozkirin. Ebîr Hesen got, têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jinan di destûra Sûriyeyê dê bidome. -
Ciwanekî Kurd li benda kontrolê ya Reqayê hat binçavkirin
Ciwanekî ji Efrînî dema ku ji Reqayê ber bi Qamişloyê ve diçû, li benda kontrolê ya Hemratê ya li Reqayê bi hinceta ku endamê QSD’ê ye bi êşkenceyê hat binçavkirin. Çavkaniyan ragihandin ku di du hefteyên dawî de bi dehan ciwanên Kurd li heman benda kontr -
3 şehîd li Dêrikê hatin veşartin
Şervanên YPJ'ê Kurdistan (Nesrîn Çîlo) û Koçerîn Lavîn (Nûrcan Başik) û şervanê QSD'ê Xalid Cûdî (Levent Yildirim) bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê hatin veşartin. -
SOHR: Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
SOHR'ê ragihand ku li gundewarên Reqayê zarokek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. -
Baregeha leşkerî nahêle şêniyên gundê Şêxorza Jorîn vegerin malên xwe
Şêniyên gundê Şêxûrza Jorîn ê navçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku baregeha dewleta Tirk hîn nehatiye valakirin û ji ber hebûna baregehê gundî nikarin vegerin malên xwe. -
QSD'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku meha Tîrmehê şehîd bû. -
Salvegera 14'emîn a Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera 14'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em ê bi ruhê 19'ê Tîrmehê mafên gelê Kurd misoger bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" hate pîrozkirin. -
Ofîsa rêveber a demkî ya Meclîsa Hesekê hat diyarkirin
Bi biryarekê Ofîsa Rêveber a Demkî ya Meclisa Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin. Ehmed Silêman Mensûr wekî cîgirê serokê nivîsgehê û 8 endamên nivîsgehê hatin destnîşankirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Hemûde Efrîn eşkere kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê (Asayîş) ragihand ku endamê wan Hemûde Efrîn (Nîhad Ebdulezîz Şêxo) di Berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûye. -
MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê projeke demokratîk a Sûriyeyê pêşkêş kir
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû hewceyî lihevkirineke neteweyî li ser bingehên destûrî û siyasî ye. -
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Hefteya derbasbûyî 20 kes li Îranê hatin darvekirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî pêla binçavkirinê dewam dike. -
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), nûçegihanê Ronahî TV û endamê Meclîsa YRA’yê Mistefa Mihemed Şukrî, bi bîr anî ku di dema şopandina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û di encamê de, 18’ê Tîrmeha 2016’an şehîd bû. -
'Çapemeniya azad divê bi ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne'
Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan anî ziman ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê sîstemeke medyayê ya li ser înkarê avakirî hebû û got, "Divê çapemeniya azad erk û berpirsyariyên xwe li gorî ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi cih bîne." -
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên bajarê Dirbêsiyê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
YPJ: Em ê bi têkoşîna xwe şoreşa jinê mayînde bikin
YPJ‘ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê şehadeta Gulnaz Gaso ragihand
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê şehadeta Sosin Çekdar (Gulnaz Gaso) ragihand. -
Partiyên Rojava êrişên Îranê yên li ser Başûr û Rojhilat şermezar kirin
9 partî û tevgerên siyasî yên Rojava êrişên Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikumeta Bexda, civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku tavilê destwerdanê li êrişan bikin û sivîlan biparêzin. -
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmên saxlem ava bûye’
Yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser mîrasa berxwedêrên Zindana Amedê pêk hatiye û got, “Ev şoreş li ser hîmên saxlem ava bûye. Lewma kes nikare vê şoreşê ji holê rake.” -
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li seranserê Sûriyeyê di 24 saetên dawî de, di bûyerên cuda de 9 kesan canê xwe ji dest da. -
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li bajarên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de ji ber sedemên cuda 6 kes mirin. -
Ciwanên Qamişloyê ji bo Rêber Apo meşiyan
Bi pêşengtiya ciwanan, şêniyên bajarê Qamişloyê bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Egîd Efrîn hat veşartin
Cenazeyê Şervanê QSD‘ê Egîd Efrîn ê li Reqayê şehîd bibû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin. -
SOHR: Dewleta Tirk di nava 15 rojan de kesek qetil kir û 26 kes birîndar kir
Li gorî SOHR‘ê ji destpêka vê Tîrmehê heta niha, welatiyek Sûriyeyî ji aliyê leşkerên sînor ên Tirk ve hat qetilkirin û 26 jî birîndar bûn. -
Koma dawî ya koçberan gihîşt Efrînê
Koma dawîn a koçberan ku vê sibehê ji Qamişlo, Hesekê û Dêrikê bi rê ketibû, gihişt Efrînê. -
YPJ'ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand
YPJ'ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand û got, "Di şexsê hevrê Denîz û Gerîla de em bi hezaran şehîdên xwe bi bîr tînin ku di oxira azadiya welêt de canê xwe feda kirin."