Daxuyaniya YRA’yê bi vî rengî ye:
“Şehîd Mistefa Mihemed di sala 1987’an de li gundê Yabsa yê li rojhilatê bajarê Girê Spî, ji dayîk bû. Di destpêka sala 2015’an de tevlî Kanala Ronahî TV bû û li wir weke nûçegihan xebitî. Bernameya Îda’at bi zimanê Erebî amade û pêşkêş dikir. Her wiha, beşdarî amadekirina bultenên nûçeyan û raporên taybet jî bû.
Di heman salê de, di Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) de, weke Endamê Meclîsa Giştî ya YRA hat hilbijartin.
Ji ber baweriya wî bi rola ragihandinê ya veguhestina rastiyê, kameraya xwe li kêleka şervanan hilgirt da ku bûyeran belge bike û rastiya tiştên ku diqewimin bi raya giştî re parve bike.
Di 13’ê Tîrmeha 2016’an de, dema ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê dişopand, rastî mayîneke çeteyên DAÎŞ’ê hat û birîndar bû. Piştî pênc rojan, di 18’ê Tîrmeha 2016’an de, tevlî karwanê şehîdên heqîqetê bû.
Di salvegera dehemîn a şehadeta wî de, em soza xwe ji hemû şehîdên ragihandina azad re nû dikin û careke din êrîşên li ser rojnamevanan şermezar dikin. Her wiha em soz didin şehîdên heqîqetê ku em ê pabendê parastina azadiya ragihandinê bin û mîsyona wan a ragihandina rastiyê bi berpirsiyarî û pîşeyî bidomînin.”