MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê projeke demokratîk a Sûriyeyê pêşkêş kir

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû hewceyî lihevkirineke neteweyî li ser bingehên destûrî û siyasî ye.

MSD’ê bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar ku "Şoreşa 19’ê Tîrmehê projeyek demokratîk a Sûriyeyê pêşkêş kir ku li ser pirrengî, hevkarî û berpirsiyariya hevpar ava bûye."

Her wiha hat gotin "Di salên borî de, ev ezmûn bû egera berfirehkirina beşdariya komên cûda di rêvebirina karûbarên giştî de, zêdekirina hebûna jinan di cihên biryardanê de, avakirina saziyên herêmî li ser bingeha îradeya civakê û xurtkirina çandek jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş weke kevirê bingehîn ê aramiyê û pêşkeftinê.”

MSD’ê diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû hewceyî lihevkirineke neteweyî li ser bingehên destûrî û siyasî ye, ku nûnertiya rastîn ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê garantî dike, maf û azadiyan diparêze û cihêrengiya welêt qebûl dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aramiya domdar tenê bi diyaloga neteweyî ya berpirsiyar û hevkariya di navbera hemû hêz û koman de dikare were bidestxistin.

Her wiha diyar kir ku Ev yek dê rê li ber çareseriyên siyasî veke ku yekîtî û serweriya Sûriyeyê xurt dike û dewletek hemwelatîbûna wekhev ava bike.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de bang kir ku salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibe gaveke neteweyî ji bo pêşxistina lihevkirina di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û bi hev re ji bo siberojeke hêjayî Sûriyeyê û gelê wê bixebitin.