Ofîsa rêveber a demkî ya Meclîsa Hesekê hat diyarkirin
Bi biryarekê Ofîsa Rêveber a Demkî ya Meclisa Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin. Ehmed Silêman Mensûr wekî cîgirê serokê nivîsgehê û 8 endamên nivîsgehê hatin destnîşankirin.
Bi biryarekê Ofîsa Rêveber a Demkî ya Meclisa Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin. Ehmed Silêman Mensûr wekî cîgirê serokê nivîsgehê û 8 endamên nivîsgehê hatin destnîşankirin.
Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara 41 a sala 2026‘an da.
Di biryarê de Nivîsgeha Rêveber a Demkî ya Meclisa Parêzgeha Hesekê hate tayînkirin û hate gotin, ev biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Herêmî, rêziknameya wê dayîn.
Li gorî biryarê, Ehmed Silêman Mensûr wekî cîgirê serokê Nivîsgeha Rêveber a Demkî hatiye tayînkirin. Her wiha Newar Mehmûd Sebrî, Nûh Hilêl Hisên, Xalid Ebdulhemîd Îbrahîm, Cewad Ebdurehman Seîd, Ehmed Şêxmûs Xidir, Ednan Îsamîl Cedan, Vîviyan Munîr Beho Osê, Merwan Hisên Hesen û Ebdurehîm Elî El Mehmûd wekî endamên nivîsgehê hatin tayînkirin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku Ofîsa Rêveber a Demkî dê hemû raye û erkên ku di Qanûna Rêveberiya Herêmî de hatine diyarkirin bi cih bîne heta ku hilbijartinên nû bên lidarxistin. Biryar ji roja derketina xwe ve ket meriyetê.