Li Xaneqînê erdheja bi 4.5 pileyî
Saziya Sîsmolojî û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku vê sibehê li navçeya Xaneqînê ya wîlayeta Diyalayê bi mezinahiya 4.5 pileyî erd hejiya.
Saziya Sîsmolojî û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku vê sibehê li navçeya Xaneqînê ya wîlayeta Diyalayê bi mezinahiya 4.5 pileyî erd hejiya.
Saziya Sîsmolojî û Meteorolojiyê ya Iraqê eşkere kir ku vê sibehê di saet 06:43’yan de erdhejek bi pileya 4.5 navçeya Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyaleyê hejand.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê li rojhilatê navçeya Xaneqînê bû, kûrahiya wê jî 10 kîlometreyan di binê erdê de bû. Hate gotin ku xelkê navçeyê û derdora wê hest bi erdhejê kirin.
Vê sibehê her wiha li bajarokê Kuzeran ê ser bi Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê jî erdhejek çêbû, piştî çend deqeyan erdhejek din bi pileya 5.7 pileyan çêbû.