Li Swîsreyê bîranîna ji bo Pirsûsê: 'Wê xeyalên 33’yan nîvco nemînin'

Li Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê ji bo 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bîranîn hatin lidarxistin.

Li bajarên Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê bi boneya 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê, 33 Rêwiyên ku di êrîşa bombeyî ya xwekujî ya DAÎŞ’ê de di 20ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di bîranînan de daxwaza "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hat dubarekirin û hat diyarkirin ku divê hemû berpirsiyarên komkujiyê werin darizandin û anîn ziman ku wê têkoşîna ji bo edaletê berdewam bike.

BASEL

Bîranîna li Baselê bi dirûşmeya "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî” daxuyanî hat dayin û çalakiya rûniştê hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Young Struggle, SKB, ATÎK, ÎGÎF, ITÎF, Dem-Kurd Basel, Rojava Committee Basel, PDD, TSP, û ÎDHF ve hate organîzekirin, Bîr-Kar, Mycadele Birligi, û SYKP jî piştgirî dan. 

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku Komkujiya Pirsûsê ne tenê êrîşeke plankirî bû û wiha hat gotin, "Têkoşîna ku ji bo Pirsûsê bilind dube ne tenê ji bo 33 kesan e, têkoşîneke hevpar a ji bo edaletê ye."

LOZAN

Li Lozanê li ser banga AVEG-KON, SKB, DKTM Lausanne û Meclîsa Jinan a Lajinê bîranîn hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a bi zimanê Fransî hat xwendin û nûnerên DKTM Lausanne û AVEG-KON jî axaftin kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku ciwanên sosyalîst ên Tirk ji bo nîşandana hevgirtinê derketin rê, di êrîşa DAÎŞ’ê de hedef hatin girtin û wiha hat gotin: “Heta ku Kurd azad nebin, Tirkiye jî azad nabe; heta ku demokrasiyê neyê Tirkiyeyê li Kurdistanê guhert”ineke mayinde ne pêkan e.”

Bîranîn bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê jî bi boneya 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê çalakî hat lidarxistin û 33 rêwî hatin bîranîn.

Di çalakiyê de daxwaza "ji bo Pirsûsê edalet” hat dubarekirin û banga darizandina hemû berpirsiyarên komkujiyê hat kirin.

ÎDHF, ITÎF, ATÎK, Xeta Sor, SYKP, Dem-Kurd, RJZ Swîsre, Alinterî, gelek rêxistinên ciwanan û gelek rêxistinên demokratîk beşdarî bîranînê bûn. Beşdaran anîn ziman ku wê Komkujiya Pirsûsê nayê jibîrkirin û têkoşîna edaletê wê bidome.