Fermandarê artêşa Iraqê Etîr Hemza serdana 'Konê Fermanê' yê li Şengalê kir, bal kişand ser operasyona rizgarkirina Şengalê û diyar kir ku wê demê PKK'ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên Iraqê ji bo yekbûna Iraqê şer kirin.
Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku qanûna tê amadekirin wê bibe zemîna destpêkê ya hiqûqî ya pêvajoyê û got, wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê ji çareseriya demokratîk wê bibe gaveke dîrokî.
Sazî û partiyên siyasî yên Kurdistanî li Torontoyê 9 pêşmergeyên ku di êrîşa li ser Baregeha Zirgiwêze ya li Silêmaniyê de şehîd bûn bi bîr anîn. Di bîranînê de êrîş û polîtîkayên darvekirinê yên Îranê hatin şermezarkirin û banga yekîtî neteweyî kirin.
Wênesaz û hunermend Mehdî Tewakulî, dayiak wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewakulî di êrîşeke çekdarî ya hêzên rejîam Îranê de li Sine hatin qetilkirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku qanûna çarçoveyê ya tê hêvîkirin destpêk û qonaxeke dîrokî ye û ji bo avakirina desteya şopandina aştiyê bang kir.
Siyasetmedar Îdrîs Balûken anî ziman ku çareseriya mayinde ya meseleya Kurd nabe ku di asta bêçekbûnê de bê nirxandin û got, pêwîstî bi nêzîkatiyekê heye ku demokratîkbûn û garantiyên hiqûqî ji xwe re dike esas.
Li Londonê ji bo şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan (Heval Fuad) bîranînek girseyî hat lidarxistin. Di bîranînê de hat diyarkirin ku ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê ji hêla Alî Haydar Kaytan ve hat hilgirtin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Ev qanûn derî vedike. Ya ku demokrasiyê pêk bîne, zimanê Kurdan azad bike welatîbûna wekhev a Elewiyan pêk bîne, jiyana azad a jinan biafirîne wê têkoşîna me ya demokratîk be."