Li Japonyayê erdheja mezin: Herî kêm 50 birîndar bûn
Li girava Kyushu ya li başûrê Japonyayê bi mezinahiya 7,1 erdhejek çêbû. Piştî erdheja ku wîlayeta Kumamotoyê hejand, hişyariya tsunamiyê ya ku ji bo tedbîrê hatibû kirin, hat rakirin.
Li girava Kyushu ya li başûrê Japonyayê bi mezinahiya 7,1 erdhejek çêbû. Piştî erdheja ku wîlayeta Kumamotoyê hejand, hişyariya tsunamiyê ya ku ji bo tedbîrê hatibû kirin, hat rakirin.
Rayedarên Japon dan xuyakirin ku di encama erdhejê de herî kêm 50 kes birîndar bûne, 12 avahî hilweşiyane û di hin avahiyan de kesên asê mayî hene. Li herêmê elektrîk çûye û di hin rê û piran de zirar pêk hatine.
Hate diyarkirin ku nêzî 45 hezar mal bê elektrîk mane. Rayedaran, diyar kir ku di santralên nukleerî yên çalak ên li herêmê de tu rewşek neasayî nehatiye tespîtkirin û reaktor bi rengekî asayî dixebitin.
Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi, diyar kir ku ji bo zelalkirina hejmara birîndaran û zirara madî xebat berdewam dikin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên xwe pêk tînin.
Japonya ya ku li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye, di nav welatên ku li cîhanê herî zêde erdhej lê çêdibin de ye. Di sala 2016'an de jî li Kumamotoyê di du erdhejên mezin de 273 kes bibûn qurbanî.