Jinek li Kelarê hate kuştin
Li gundê Tazedê ya Kelarê jinek bi kêrê hate kuştin. Hate ragihandin ku kiryar hate girtin.
Li gundê Tazedê ya Kelarê jinek bi kêrê hate kuştin. Hate ragihandin ku kiryar hate girtin.
Li gundê Tazedê yê navçeya Kelar a ser bi Herêma Germiyanê doh bi şev jinek bi kêrê hatiye qetilkirin. Derbarê mijarê Berdevkê Polîsan yê Herêma Germiyanê Soran Mihemed Xerîb daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku saet derdora 23:30’ê şeva bihurrî, Rêveberiya Polîsan ya Germiyanê ji bûyereke kuştinê ya li gundê Tazedê ya Kelarê hatine agahdarkirin. Hate gotin ku polîst û tîmên Têkoşîna Dijî Sûcan di cih de gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
Hat diyarkirin ku kujer bi fermana dadwer û li gorî madeya 406’an hatiye girtin, lêpirsîna polîsan a li ser sedem û çawaniya bûyerê dewam dike.