Parvekirinên bijîşkekî ku li Agiriyê peywirdar e, ji aliyê rêxistina navçeyê ve hatin protestokirin. Piştî van parvekirinan gelek jin hatin cem hev, pankarta "Em li dijî qirkirina jinan radibin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hildan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Bêrîvan Zatsan, diyar kir ku ev parvekirin ji bo exlaqa bijîşkiyê, mafên jinan û tenduristiya civakê xetereyeke mezin e.
'BINGEHEKE WÊ YA ZANISTÎ NÎNE'
Bêrîvan Zatsan, bi bîr xist ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vê kiryarê wekî binpêkirina yektiya laşê jinê û tiştekî bê sûda bijîşkî pênase dike. Bêrîvan Zatsan, got ku rewşeke wiha di bin ti navî de nayê rewakirin.
Bêrîvan Zatsan, diyar kir ku di lîsteya Wezareta Tenduristiyê de kiryareke wiha nîne û pêşkêşkirin an jî reklama van tiştên bê bingeha zanistî li dijî exlaqa pîşeyî ye.
BANGA LÊKOLÎNÊ
DEM Partiyê, bang li saziyên peywirdar kir ku van parvekirinan bê derengî lêkolîn bikin û pêvajoyên îdarî û pîşeyî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yektiya laşê jinan ne mijara bazarê ye. Em ê mafên jinan, bijîşkiya zanistî û xizmeta tenduristiyê ya exlaqî heta dawiyê biparêzin."