EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê bîranîna ji bo Pirsûsê: 'Wê xeyalên 33’yan nîvco nemînin'
Li Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê ji bo 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bîranîn hatin lidarxistin. -
Andy Burnham bi fermî bû Serokwezîrê Îngilistanê
Andy Burnham ku ji bo lîderiya Partiya Karker hat hilbijartin, piştî ku Qral Charles ê 3'yemîn erka avakirina hikumetê da wî, bû serokwezîrê heftemîn ê 10 salên dawî yê Îngilistanê. -
Li Viyanayê Şoreşa Rojava û berxwedana 14’ê Tîrmehê hate silavkirin
Komala Rojava 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava û salvegera Berxwedana Dîrokî ya 14’ê Tîrmehê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi bîr anî. -
Li Torontoyê çalakiya Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava
Li bajarê Toronto yê Kanadayê pêşengên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan û Sakîne Cansiz (Sara) hatin bîranîn. Şoreşa Rojava jî di salvegera 14'emîn de bi coş hate silavkirin. -
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Brukselê hate pîrozkirin
Bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, li navenda xweseriya Rojava ya li Brukselê merasîmeke bi beşdariya zêde ya Kurdistaniyan hate lidarxistin. -
Modela Swîsreyê: Ji şer ber bi lihevhatinê, avakirina sazûmanî ya piranîparêziyê
Dîrokeke ku ji şer ber bi lihevhatinê dirêj dibe, kantonên xurt, demokrasiya rasterast û pergaleke siyasî ya li ser parvekirina hêzê… Modela Swîsreyê di nîqaşên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pir caran tê behskirin. -
Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Berlînê bi meşekî hat pîrozkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya rêxistinên ciwanan bi meşekî 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de îşaret bi girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo azadiya jinê û veguherîna civakî kirin. -
Li Zurihê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li kantona Zurih a Swîsreyê, bi pêşengiya PYD’ê 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de banga yekîtiya neteweyî hat kirin. -
Li Luzernê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Luzern ê Swîsreyê de, pêşengên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn. -
Dayika Aştiyê Bahar Bilge, li Freiburgê bi tevlîbûneke girseyî hat bibîranîn
Ji bo Dayika Aştiyê Bahar Bilge ku di 10’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê şîn hat danîn. Bi sedan kes tevlî şînê bûn û îşaret bi rola Bîlge di têkoşîna aştî û azadiyê de kirin. -
KCDK-E: Şoreşa Rojava berhema îradeya hevpar a gelan e
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya xwe ya salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmehê de got, “Şoreşa Rojava berhema îradeya hevpar a gelan e.” -
Li Romayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Di çalakiya bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya li Îtalyayê de hate destnîşankirin ku Berxwedana Zindana Amedê sembola îradeya Kurd a li dijî faşîzmê ye û soza bilindkirina têkoşînê hate nûkirin. -
Li Stockholmê şehîdên 14’ê Tîrmehê û Dr. Qasimlo hatin bibîranîn
Li Komaleya Çanda Kurd a Stockholmê şehîdên 14’ê Tîrmehê û Dr. Qasimlo ku di 13’ê Tirmehê de hatibû qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Li Berlîn û Hannoverê bîranîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarên Berlîn û Hannover ên Elmanyayê, bi boneya 44’emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Baselê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn
Li Baselê ji bo berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di axaftinan debal kişandin ser girîngiya dîrokî ya berxwedanê û banga berdewamkirina têkoşînê hat kirin. -
Li Belçîkayê ji ber germê meha Hezîranê zêdeyî 2 hezar kes mirin
Enstîtuya Tenduristiya Gel a Belçîkayê Sciensano ragihand, ku meha Hezîranê ji ber germa zêde û rojên piştî wê, zêdeyî 2 hezar mirov mirin. -
Li Liverpoolê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Di bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin de bal kişandin ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û got "Berxwedan berdewam dike. Dê azadî bi ser bikeve." -
Nobeta li Cenevreyê di meha 66’an de ye: Divê qanûnên demokratîk werin derxistin
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt meha 66’an. -
Li Atînayê bîranîna 14'ê Tîrmehê
Bi wesîleya salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakiyeke bîranînê ya girseyî hate lidarxistin. -
Li Marsîlyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Marsîlyayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê hat lidaristin û bal kişand ser tevkariya berxwedanê ya ji bo têkoşîna azadiya Kurd. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Lozanê hatin bibîranîn
Di serî de şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê tevahî şehîdên şoreşê li Lozanê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku berpirsyariya veguhestina mîrateya Berxwedana 14’ê Tîrmehê di mile têkoşerên îro de ye. -
Li Bordeuxê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de beşa 24’emîn a belgeela “Vejîna Kurd” hate pêşandan û wiha hat gotin, “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ber dide têkoşîna me.” -
Li pêşiya Andy Burnham astengî nema ku bibe serokwezîr
Şaredarê berê yê Greater Manchesterê Andy Burnham piştgiriya pêwîst ji parlamenterên Partiya Karker wergirt û bû xwedî wî mafî ku bibe lîderê nû yê partiyê û bikeve şûna Serokwezîr Keir Starmer. -
Elmanyayê li hevjînên ku zarokên Êzîdî kirine kole, cezayê hepsê birî
Dadgeheke li Elmanyayê cezayê hepsê li hevjînên endamên DAÎŞ’ê yên Iraqî ku ji ber kolekirin û îstîsmara zayendiya ya li hemberî du zarokên Êzîdî dihatin sûcdarkirin, birî. -
Li eyaleta Bremenê dersên Kurdî di dibistanan de mayînde dibe
Partiya Keskan (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) di Parlamenta Bremenê de derbarê dersên Kurdî de pêşniyazpirsek pêşkêş kiribû. Senatoyê di bersivê de got, “Armanca me ew e ku em dersên Kurdî di pergala perwerdehiya Bremenê de hêdî hêdî mayînde bikin û xurt bikin.”