BI DÎMEN

Li Liverpoolê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Di bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hat lidarxistin de bal kişandin ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û got "Berxwedan berdewam dike. Dê azadî bi ser bikeve."

Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê ya ku li bajarê Liverpool a Îngilistanê xebatê dimeşîne bi boneya salvegera Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranîna ku gelek kes beşdar bû de maseyeke ku bi wêneyên şoreşgerên ku di 14ê Tîrmeha 1982’yan de li Zindana Amed bûn sembola berxwedanê hatibû xemilandin hat danîn. 

Di bîranînê de timî dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser Berxwedana Rojiyan Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hat pêşandan. Di bîranînê de hat diyarkirin ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xalek werçerxê bû û mîrateyeke dîrokê ku rê nîşanî têkoşînê dide hişt. 

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Rodî Batman axivî û diyar kir ku Berxwedana Rojiya Mirin ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cihekî dîrokî digire. Batman destnîşan kir ku berxwedêrên ku li dijî pêkanînên dermirovî yên li Zindana Amed bedena xwe ji mirinê re razandin û îradeya ku danîn holê hîn jî rê nîşanî têkoşînê dide.

Batman wiha berdewam kir: "Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ji bo rûmet, nasname û azadiya gel berxwedanek dîrokî raber kirin. Fedakarî û biryardariya ku danîn holê tenê bi wan re sînordar nema; îro jî hêz û nirxeke mezin dide têkoşîna azadiyê. Berxwedana 14’ê Tîrmehê berdewam dike û dê azadî bi ser bikeve."

Piştî axaftinê, girseyê li ber wêneyên şehîdên berxwedanê find vêxistin û kulîlk danîn.

Bîranîn bi nirxandinên li ser girêdana şehîdên berxwedanê û berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû.