Li Marsîlyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Marsîlyayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê hat lidaristin û bal kişand ser tevkariya berxwedanê ya ji bo têkoşîna azadiya Kurd.
Li Marsîlyayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê hat lidaristin û bal kişand ser tevkariya berxwedanê ya ji bo têkoşîna azadiya Kurd.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi wesîleya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ku di têkoşîna azadiya Kurd de wekî werçerxeke dîrokî tê dîtin, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin de gelek kesên ji Marsîlya û Marignaneyê hatibûn beşdar bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Şahidên ku wê demê li Zindana Amedê bûn û di bîranînê de axivîn û qala berxwedana Hakî Karer û Mazlum Dogan kirin. di axaftinan de hat diyarkirin ku piştî çalakiya Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akif Yilmaz rojiya mirinê dest pê kir û pêvajo ber bi qonaxek nû ve bir. Axaftvanan destnîşan kirin ku ev berxwedan bûye yek ji sembolên têkoşîna azadiya Kurd.
Piştî axaftinan, sînevîzyona ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate nîşandan.