Li eyaleta Bremenê dersên Kurdî di dibistanan de mayînde dibe

Partiya Keskan (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) di Parlamenta Bremenê de derbarê dersên Kurdî de pêşniyazpirsek pêşkêş kiribû. Senatoyê di bersivê de got, “Armanca me ew e ku em dersên Kurdî di pergala perwerdehiya Bremenê de hêdî hêdî mayînde bikin û xurt bikin.”

Partiya Keskan (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) di 20’ê Gulanê de derbarê perwerdehiya bi Kurdî de pêşniyazpirsek pêşkêşî Senatoya Bremenê kiribû. Partiyê, pirs kir ku di 5 salên dawî de rewşa dersên Kurdî çawa ye, hejmara xwendekaran çend e û ji bo kêmasiya mamosteyan çi gav tên avêtin. Her wiha hat pirsîn ku Senato ji bo perwerdehiya zimanê dayikê û mafê wekheviyê çi planan dike.

Senatoyê, di bersiva xwe de diyar kir ku ew li gorî daxwaza malbatan hejmara mamosteyan bi hevotkirinê, amade dikin. Ji bo bilindkirina kalîteya dersan, Senato bi komeleya Yekmal û Akademiya Yekmal re hevkariyê dike. Zankoya Duisburg-Essenê jî piştgiriya zanistî dide vê xebatê. Di Îlona 2026’an de, li Enstîtuya Dibistanan a Bremenê (LIS) ji bo mamosteyan bernameyeke perwerdehiyê ya ji 6 beşan dest pê dike.

JI BO 248 XWENDEKARAN TENÊ 2 MAMOSTE HENE

Li gorî daxuyaniya Senatoyê ya 7’ê Tîrmehê; niha li bajarê Bremenê di 8 dibistanan de 248 xwendekar dersa Kurdî dibînin. Ev hejmar di 5 salên dawî de her wekî xwe maye di sala 2019’an de 238 xwendekar bûn. Lê tevî ku 248 xwendekar hene jî, niha tenê 2 mamosteyên bi peymana fermî û herdemî dersê didin.

DIVÊ PIRZIMANÎ BÊ PIŞTGIRÎKIRIN

Senatoyê, da zanîn ku pirzimanî ne astengiyek e, berevajî vê yekê dewlemendiyeke perwerdehiyê ye. Senato, di çarçoveya "Pêngava Kalîteyê ya Bremenê" Hezîran 2026 de, perwerdehiya zimanê dayikê wekî bingeha wekheviya di perwerdehiyê de dibîne.

Senatoyê, spasiya keda mamosteyên Kurdî kir û diyar kir ku armanca wan a demnavîn ew e ku piştgiriya zanyarî bidin van mamosteyan û wan bi rengekî fermî û herdemî bixin nav pergala dibistanên Bremenê.