BI DÎMEN

Li Swîsreyê bîranîna Madimak, Çorûm û Elîşêr-Zarîfe

Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) li bajarê Chûr bi wesîleya meha Mûharremê loqmeya aşûre belav kir û komkujiyên Çorûm, Madimak a Sêwasê û Elîşêr û Zarîfe yên li Koçgiriyê hatin qetilkirin, bi bîr anî.

Merasîm bi gulbanga ku ji aliyê Pîr Mahmut Utebay ve hatî xwendin, destpê kir. Hevseroka FEDA ya Swîsreyê Songul Aslan axivî û bal kişand ser wate û girîngiya meha Mûharremê. Songul Aslan diyar kir ku komkujiyên Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorûm û Madimakê nayên jibîrkirin û destnîşan kir ku têkoşîna heqîqet û edaletê wê bi biryardarî were domandin.

Songul Aslan her wiha çalakiya şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û got, divê îradeya PKK’ê ya ji bo aştiyê bersivê bibîne û dewlet ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber bavêje.

Piştre ji Nûneriya FEDA’yê ya Swîsreyê Denîz Erkiliç daxuyaniya hevpar a FEDA û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) xwend.

Denîz Erkiliç diyar kir ku Kerbela tenê bûyereke dîrokî nîne, sembola berxwedanê ya li dijî zilmê jî ye û destnîşan kir ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li hemberî Elewiyan didomin. Denîz Erkiliç got, heta ku hevrûbûna bi komkujiyan re çênebe demokrasî pêk nayê û diyar kir ku mîsogerkirina zagona bingehîn a welatiya wekhev a Elewiyan, bi rêyên demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya jinê şertê esas ê civaka demokratîk e.

Piştî axaftinan têkildarî komkujiyên Mereş, Çorûm û Madimakê sînevîzyon hate temaşekirin.

Di dawiya merasîmê de bi wesîleya meha Mûharremê loqmeya aşûre bi beşdaran re hate parvekirin.