Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Nantesê hatin bibîranîn

Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Nantes ê Fransayê de hate destnîşankirin ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ji bo parastina hebûn, ziman, çand û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xala werçerxê ya dîrokî ye.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN 14’Ê TÎRMEHÊ

Li Komaleya Çanda Kurd a li bajarê Nantes ê Fransayê de, Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Di çarçoveya çalakiyê de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Di axaftina bîranînê de hate destnîşankirin ku dîroka têkoşînê ya 50 salî, çandekî berxwedanê ya bi kok afirand. Hate diyarkirin ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê di têkoşîna parastina gelê Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyon, zext, zilm û înkarê de xala werçerxê ya dîrokî ye.

Her wiha hate diyarkirin ku ev pêvajoya berxwedanê ji bo parastina gelê Kurd a hebûn, çand, ziman û awayê jiyanê, bûye mînaka fedakariyeke mezin.

Hate bilêvkirin ku dilsoziya bi şehîdan re, bi xwedîderketin û mezinkirina  mîrateya wan bi wate bibe.

Her wiha di bîranînê de li ser rêyên bi xwedîderketina li vê mîrateya berxwedanê biserxistina têkoşînê nirxandin û nîqaş hatin kirin.

Bîranîn bi sînevîzyona li ser bîranîna Şehîdên 14’ê Tîrmehê bi dawî bû.