Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, berxwedana rojiya mirinê ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Hejmar 5’an a Amedê pêk hate û fermandarê zana ê Tevgera Apoyî Alî Haydar Kaytan (Fuat) bi çalakiyan hatin bibîranîn. Çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Axaftina vekirinê ya çalakiyê, li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Îbrahîm Yuksel kir. Yuksel di axaftina xwe de, di serî de şehîdên 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Jiyana Azad Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî.
Yuksel got, “Armanca yekemîn a dijmin, qedandina Tevgera Apoyî di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de bû. Lê çalakvanan bi vê berxwedana xwe ya mezin re, xeyalên dijmin hilweşandin. Ev berxwedan ji bo bûyîna bersiva çalakiyên fedayî yên Çaran a 18’ê Gulanê pêk hat.”
‘14’Ê TÎRMEHÊ POLÎTÎKAYA DIJMIN ŞIKAND’
Piştre siyasetmedar Serhed Agirî mafê axaftinê girt û diyar kir ku di dîroka hin gelan de berxwedanên wisa hene ku xwedî wateyên gelek kûr in. Agirî anî ziman ku di dîroka Kurd de beriya tevgera Apoyî jî gelek qehremanî hatine jiyankirin lê bi bîr xist ku di sedsala 20’an de Kurdistan bûye çar parçe.
Agirî wiha got, “Bi taybet li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Bakurê Kurdistanê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê vê polîtîkaya dijmin şikand. Piştî van berxwedanên ku bi pêşengiya Rêbr Apo pêk hatin, di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fermandariya Hevrê Egîd berxwedan ji zindanê derbasî Kurdistanê bû û polîtîkaya înkarê ya qirêj a dijmin bêbandor bû.”
SÎNEVÎZYON HATE PÊŞANDAN
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan (Fuat) hate pêşandan. Beşdaran pêvajoya dîrokî ya berxwedanê û têkoşîna şehîdan bi kêliyên hestiyar temaşe kirin.