14'ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Dengek heye ku ji kûrahiyê bi ronahiya Mazlûman şewq vedaye û bi şeva çaran li hember zordaran sing vekiriye. 14'ê Tîrmeha 1982'an kombûyina giyan û ramanê azad e ku hêza xwe ji agirê Mazlûm Dogan û ji şeva 18'ê Gulanê; ji agirê laşê Ferhat Kûrtayan ango ji şeva çaran girtiye. Rastiya zindana Amedê xelekeke ji agir e ku xwe bi berxwedanê gurçûpêç kiriye û ev 44 sal e ew agir bêyî ku kêm bibe hebûna xwe hîn geş kiriye.
Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li zindana Amedê bi pêşengtiya Pêşengên Tevgera Apoyî Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakiya Rojiya Mirinê destpê dike. Bi serketineke domdar ku mohra xwe li dîrokê bide, bi rê ve diçe û dibe xeta berxwedanê ya ku bi serketinan timî misoger e.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax li ser girîngî û wateya rojê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku ruhê 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
'YÊN KU DÎROK AFIRANDIN BÛN XWEDÎ MÎRATEYA JÊNEVEGER'
Gerîla Denîz Mêrdîn bal kişand ser çalakiyên berxwedanê û got, "Ji bo ku mirov 14’ê Tîrmehê binirxîne divê mirov şehadeta heval Mazlûm, berxwedana wî, çalakiya wî ya 21’ ê Adarê binirxîne. Pêwîste mirov çalakiya Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Öner ya çaran a şeva 18’ê Gulanê binirxîne. Di sala 1982'an de çalakiya 14 Tîrmehê ya hevalê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek ji bo me ruhê berxwedanê, ruhê tevgerekî ku çi armancê xwe heye nîşan da. Dema li zindana Amedê bi zext û êşkence ser tevgerê de dihatin, baldar lê binêrin hemû rêxistin ên xwe çepgir didîtin, doza Kurdayetî dikirin di zindana Amedê de tasfiye bûn. Yê ku li zindana Amedê li hember Esat Oktay Yildiran sekinî kadroyên pêşengê PKK’ ê bû. Ew jî di şexsê heval Mazlûm Dogan, heval Ferhat Kûrtay şeva çaran û hevalên ku ruhê 14 Tîrmehê derxist holê, wan hevalana destpê kir. 14 Tîrmehê ji bo me û tevgera Apoyî bû bingeheke berxwedanî û li hember teslîmiyetê bû ruhê serketinê."
'WAN BI ÇALAKIYA XWE JIYAN AFIRANDIN Û BI SEKNA XWE XETA APOYÎ PARASTIN'
Tevgera Apoyî bi gotin û çalakiyên xwe tê naskirin. Gerîla Denîz Mêrdîn di dewama nirxandina xwe de gotinên pêşengên 14'ê Tîrmehê yên ku bûn dîrok nirxand û got; "Dema mirov mêze dike, gotina heval Kemal Pîr a; 'em ewqas ji jiyanê hez dikin ku dikarin di oxira wê de bimirin', ne gotineke normal û ji rêzê ye. Ji ber ku ewqas ji jiyanê hez dike di oxira wê de mirinê dide ber çavê xwe. A rastî ev ruh rihê bîrdozî û xeta ku tê de îqnabûn û israrbûn heye ye.
Heman demê gotina heval Mehmet Xeyrî Dûrmûş a ku dibêje 'eger ez şehîd ketim li ser gora min binivisînin deyndarê gelê xwe ye', dema mirov vê gotinê dinêre, mirov di milê wate û felsefe de dilsoziyê dibîne. Wek kadroyên Tevgera Apoyî ya nifşê nû ku em ji xwe re esas bigirin jî lazim e em bibin layikê van gotinan."
'EW AGIRÊ 44 SAL BERÊ PÊ KET, WÊ HER BIÇE DEWM BIKE'
Tevgera Apoyî her tim di dîroka xwe de bûye xwedî mîrateyên bêhempa û ew mîrate bi giranbiha, bi nirx parastiye û hebûna wan daye domandin. Lewma çendî nifş , çendî serdem derbas bibin jî ew ê her zindî bin.
Gerîla Denîz Mêrdîn di dawiya nirxandina xwe de dilsozîya xwe bi van gotinan anî ziman; "Bîranînê van hevalan divê mirov ne tenê bi wêneyekî ango bi axaftinê, her wiha bi dilê xwe û bi canê xwe û bi ruhî bijî. Heman demê ew ruhê ku 14’ ê Tîrmehê derket ji bo şerê 2015’an vir jî bû bingehek. Di wan tunelên Zap û Metîna de ew berxwedana ku hate meşandin, ew ruhê ku 14’ ê Tîrmehê di Tevgera Apoyî de ava kiriye, ew ruh bû kete meriyetê. Bi wî ruhî jî em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û heya em bigihêjin armanca xwe ye serketinê. Em ê ruhê 14'ê Tîrmehê ji xwe re bikin esas û bingehek. Ji bo hemû kadroyên Tevgera Apoyî ev derbasdar e. Ev 44 sal in derbas bû û ew ruh wê her dewam bike."
'XWEDÎDERKETIN ARMANCA ME YA SEREKE YE'
Gerîla Zafer Dutax jî di derbarê wate û girîngiya 14 Tîrmehê de destpêkê şehîdên berxwedanê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan wiha anî ziman, "Ji bo wate û girîngiya vê rojê dixwazim di şexsê her çar hevalan de hemû şehîdan bi bîr bînim. Hevalên Kemal Pîr, Alî Çîçek, Hayrî Durmuş û hevalê Akîf Yilmaz di wateya vê rojê de bi bîr tînim. Berxwedana wan a ku li zindana Amedê dane destpêkirin, ne berxwedaneke normal û ji rêzê ye. Ji xwe dema em vê rojê penase dikin em nikarin di hemû milan de tam bînin ser ziman. Tenê mirov hîs bike û dikeve giranahiya wê. Çalakiya van hevalên pêşeng ji bo me serbilindahiyek mezin e ku mirov her tim di şexsê van hevalan de dikare bide diyar kirin ku cihê hemû şehîdên me li gel me diyarker e.
Erka ku dikeve ser mile me ew mîrateya ku wan hevalan ji me re hiştiye em xwedî li wan derbikevin, soza ku em ê xeta wan heya dawiyê, heya serketinê bibin."