Projeya GES'ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

Projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê plankirin li taxa Malê Sala ya navçeya Erxenî ya Amedê bê çêkirin, ji aliyê şêniyên taxê û rêxistinên hawirdorparêz ve hate şermezarkirin. Banga hate kirin ku proje bê betalkirin.

Meşa li taxa Malê Sala bi beşdariya şêniyên taxê, nûnerên rêxistinên civakî yên hawirdorparêz, saziyên civakî yên sivîl û Baroya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên bi peyama parastina qadên çandinî û xwezayî hate hildan û li dijî projeya GES'ê dirûşm hatin qîrîn.

Rifat Încî bi navê şêniyên taxê daxuyaniyek da û anî ziman ku eger proje pêk were wê bandoreke neyînî kalîteya hewayê, zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê bike.

Încî diyar kir ku hin madeyên di panelên roê de têne bikaranîn dikarin li ser tenduristiya mirovan û hawirdorê rîsk be û destnîşan kir ku wê destûrê nedin ku zerar bigihêje çandinî û sewalkariyê.

Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayar jî ragihand ku divê qadên çêrgehê bêne parastin û got, wê li ber projeyê rabin.

Parlamenterê berê Ahmet Yildirim jî anî ziman ku projeyên enerjiyê û karên madenkariyê li qadên bejahî dibin sedema xisara hawirdorê û got, divê gelên herêmê jî tevlî pêvajoyên biryardanê bê kirin.

Serokê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan jî işaret bi bandora projeyê li ser hawirdor û civakê kir û destnîşan kir ku ew li dijî razemeniya GES'ê ne.

Piştî meşê, çalakger çûn qada çêrgehê ya ku tê plankirin ku santral lê bê çêkirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.