ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê û vir ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike."

Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wê li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixe.

Dayika Hatîce hîn jî rê nîşanî me dide, bi vê gotina li pey xwe hişt: "Ji bo azadiya Serok wê gel bibe yek. Çareya xwe çi be, wê peyda bike. Azadî ew e."

Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar a li Iraqê dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.

Têkoşîna jinên Kurd ku bi perspektîfa 'Jin a azad, civaka azad' a Rêber Apo destpê kir, li Bakurê Kurdistanê ji siyasetê heta bi rêveberiya xwecihî, ji aboriyê heta bi jiyana civakî li her qadê veguherî hêza veguherîn û rêxistiniya demokratîk.