CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên Rûsyayê ya bombabaranê, tesîsên petrolê û binesaziya enerjiyê hedef hatin girtin
Ukraynayê, piştrast kir ku wan li baregeha hewayî ya Engels-2 a li herêma Saratov a Rûsyayê, zirareke mezin daye balafireke bombabaranê ya stratejîk a cureyê Tu-95 û tankerek, sê depoyên petrolê û gelek tesîsên binesaziya enerjiyê yên Rûsyayê xistine. -
Li Maliyê kemîn li ber konvoya artêşê hate danîn: Herî kêm 50 leşker mirin
Li dijî konvoya artêşa ku ji bajarê Anefîs ê li bakurê Maliyê diçû, êrîş hate kirin û herî kêm 50 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 24 leşker jî dîl hatin girtin. Eniya Rizgariya Azavad (FLA) û JNIM a girêdayî El Qaîdeyê, êrîş girtin ser xwe. -
HKN Energy karên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê sekinand
Şîrketa HKN Energy a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber êriş û şerê li herêmê karên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê sekinand. -
Ûkrayna û Rûsyayê bi fuze û dronan êrîşî hevdû kirin
Ji ber êrîşên hewayî yên Ûkraynayê li depoyên petrolê yên li herêma Stavropol a Rûsyayê, şewat derket. Heman şevê Rûsyayê jî bi 166 fuze û balafirên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir. Li Kîevê kesekî jiyana xwe ji dest da, 13 kes birîndar bûn. -
Li Spanyayê şewata daristanan: 12 hezar hektar erd şewitî
Di encama şewata daristanan a li herêma Aragon a Spanyayê de di nava du rojan de zêdetirî 12 hezar hektar erd bû xwelî. Bi sedan tîmên agirkujiyê û leşker hewl didin ku şewatê vemirînin û rîska belavbûna şewatê mezin dibe. -
Li Srî Lankayê alarma nexweşiya dang: Zêdeyî 60 hezar kes nexweş ketin
Piştî ku zêdeyî 60 hezar nexweşên dangê îsal hate tespîtkirin û 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, Srî Lankayê giranî da ser têkoşîna li dijî şewbê. -
Dîwana Edaletê ya YE’yê qanûna efûyê ya ji bo Katalanan pejirand
Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê (ABAD), biryar da ku qanûna efûyê ya ku di sala 2024’an de li Spanyayê ji bo serxwebûnxwazên Katalan hatibû derxistin, li dijî hiqûqa YE’yê nîne. -
NY: Di du karesatên keştiyan de dibe ku zêdetirî 500 penaberên Rohingya miribin
Saziya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) daxuyandin ku li peravên Myanmarê di encama noqbûna du keştiyan de dibe ku zêdetirî 500 penaberên Rohingya jiyana xwe ji dest dabe. -
Artêşa Kolombiyayê: ELN li herêma Chocó 39 sivîl revandin
Artêşa Kolombiyayê ragihand ku ELN li herêma Chocó ya bakur û rojavayê Kolombiyayê di nav de zarok jî hen 39 kes revandin. Artêşê xewst ku kesên hatine revandin "bê şert û merc demildest” bên berdan û hêzên piştgiriyê şandin herêmê. -
WHO’yê hişyarî da: Li Kongoyê dibe ku şewba Ebolayê çar car zêdetir bûbe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê dibe ku rêjeya rastîn a şewba Ebolayê du an jî çar car ji rêjeya fermî zêdetir be. Di van du mehên dawî de ji ber şewbê de zêdetirî 700 kes jiyana xwe ji ji dest dan û hejma -
YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir
27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di pêvajoya endamtiya Ûkraynayê de vekirina serenavê duyemîn ê muzakereyan ê ewlehî, parastin û polîtîkaya derve di nava xwe de dihewîne, erê kir. Kiev armanc dike ku pêvajoya endamtiyê ya demdirêj bilezîne. -
DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir
Rêveberiya DYE'yê zexta dîplomatîk a li ser Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) zêde kir û xwe amade dike ku pêkanînên nû lê ferz bike. Washingtonê îdîa kir ku dadgehê gef li DYE'yê xwariye û banga vekişînê li hevalbendên xwe kir. -
Ji YE û Îngilistanê ji Rûsyayê re pêkanînên êrîşên sîber
Yekîtiya Ewropayê (YE) û Îngilistanê bi hinceta ku li Ewropayê êrîşên sîber kirine têkildarî Rûsyayê pêkanînên nû ragihandin. Fransayê jî da zanîn ku ew ê Bolyozê Rûsyayê yê Parîsê gazî bike Wezareta Karên Derve. -
Trump: Me derbeyên giran li Îranê xistin
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku welatê wî derbeyên giran li Îranê xistine û anî ziman ku Tengava Hurmuzê tevî alozî û daxuyaniyên Îranê ji bo rêwîtiyê vekirî ye. -
Li Albanyayê protestoyên li dijî projeya tûrîzmê ya ser bi Trump dewam dikin
Li paytexta Albanya Tîranê bi hezaran kes di roja 42'emîn a li dijî projeya tûrîzmê ya tê gotin bi ser malbata Trump ve ye, daketin qadan. -
Senatorê Komarger Lindsey Graham di 71 saliya xwe de mir
Ji endamên Komargeran ên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lindsey Graham di 71 saliya xwe de mir. Malbata wî ragihand ku Graham ji ber nexweşiyeke ji nişka ve jiyana xwe ji dest da. -
Artêşa Malî û hêzên Rûs kontrola Anefîs car din bi dest xistin
Artêşa Malî û hêzên Africa Corps ên bi piştgiriya Rûsyayê, piştî şerê bi rojan kontrola bajarê Anefîs ê li bakurê welêt car din bi dest xist. Bajêr hefteya borî ji aliyê serbixweyên Tuareg û JNIM a girêdayî El Qaîde ve hatibû bidestxistin. -
MSF'ê li dijî êrişên dijminatiya li biyaniyan a li Efrîkaya Başûr banga lezgîn kir
Li Efrîkaya Başûr ji ber êrişên dij bi biyaniyan, bi deh hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Doktorên Sînornenas (MSF) diyar kir ku ji bo xizmetên tenduristiyê asteng nebe, dest bi destwerdana lezgîn kir. -
Meksîka ji bo 17 koçberên ji aliyê ICE ve hatin qetilkirin li DYE'yê dozê vedike
Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum ragihand ku ji bo 17 welatiyên Meksîkayê yên di dema desthilatdariya Trump de di operasyonên ICE û li binê çavan jiyana xwe ji dest dan, li DYE'yê pêvajoya hiqûqî didin destpêkirin. -
Koreya Bakur ragihand ku wê kapasîteya xwe ya nukleerî mezin bike
Koreya Bakur diyar kir ku wê hêza xwe ya nukleerî zêde bike, baregehên leşkerî nûjen bike û karên xwe yên îstîxbaratî jî berfireh bike. -
Lubnan di aliyê rakirina cezayê darvekirinê de gavek krîtîk avêt
Komîteyên têkel ên Parlamentoya Lubnanê pêşnûmeqanûna rakirina cezayê darvekrinê pejirand. Ji bo pejirandina wê divê 128 parlamenter li Parlamentoyê erê bike. -
DYE wê fuzeyên Tomahawk bifroşe Elmanyayê
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, daxuyand ku DYE di çarçoveya Civîna Bilind a NATO'yê de firotina fuzeyên seyirê yên menzîlnavîn Tomahawk ji bo Elmanyayê erê kiriye. -
Li Efxanistanê 12 milyon zarok li benda alîkariyê ne
UNICEF’ê da zanîn ku li Efxanistanê 22,9 milyon kes hewceyî alîkariya lezgîn in û ji wan 12 milyon zarok in. -
Li Pakistanê qezaya trafîkê: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya trafîkê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê çêbûyî de, 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
'Ji ber hevsengiyên hêzê yên herêmî fikarên ewlehiyê yên Ermenistanê dewam dikin'
Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku şerê Rûsya-Ûkraynayê hevsengiyên li Qefqasyayê guhertine û da zanîn ku Êrîwan hewl dide rîska şerekî nû kêm bike lê belê fikarên têkildarî ewlehiyê berdewam dikin.