Hevsengiyên li Qefqasyayê yên bi salên dirêj in berdewam dikin, diguherin. Ermenistan, polîtîkaya xwe ya ewlehiyê ya xwe dispêre Rûsyayê dipirse û berê xwe dide xurtkirina têkiliyên xwe yên li gel Ewropa û DYE’yê. Siyasetzan Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku di bingeha vê meylê de helwesta Rûsyayê ya di pêvajoya Qerebaxê de û şert û mercên jeopolîtîk yên li gel şerê Ûkraynayê derketine holê, hene û encamên veguherîna li herêmê ji aliyê Tirkiye, Azerbeycan û pirsgirêka Kurd ve ji ANF’ê re nirxandin.
Dr. Toros Korkmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di bingeha veguherîna ku salên dawîn li Qefqasyayê pêk hatiye de lawazbûna bandora Rûsyayê ya li herêmê heye û got ku şerê Qerebaxê yê di sala 2020’an de bûye xala şikestinê ya vê pêvajoyê. Toros Korkmaz da zanîn ku Rûsyayê di dema şerî de nekariye bersivê bide bendewariyên Ermenistanê û roleke navbeynkariyê ya bibandor negirtiye ser milên xwe. Toros Kormaz îfade kir ku vê yekê rê li ber bidestxistina kontrola Qerebaxê ya ji aliyê Azerbeycanê ve vekiriye.
Dr. Toros Korkmaz got ku hikûmeta Paşinyan jî ji ber vê yekê di polîtîkaya derve de ji xeta Rûsyayê dûr ketiye û berê xwe daye xurtkirina têkiliyên li gel Yekîtiya Ewropayê, DYE û aktorên Rojavayî.
Dr. Toros Korkmaz piştre anî ziman ku bidestxistina encameke baş a Paşinyan ya di hilbijartinên dawîn de nîşan dide ku vê polîtîkayê di di nava civakê de bersivek standiye, diyar kir ku dirêjbûna şerê Rûsya-Ûkraynayê bandora Moskovayê ya li Qefqasyayê lawaz kiriye û got: ‘’Rûsya neçar ma ku beşeke mezin a enerjî û bala xwe bide eniya li Ûkraynayê. Ev yek bû sedem ku bandora wê ya li Qefqasyayê lawaz bibe.’’
‘RÛSYAYÊ ÇAVÊN XWE LI POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ GIRTIN’
Dr. Toros Korkmaz bal kişand ser têkiliyên hevsengiyê yên di vê pêvajoyê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hatine û ev yek anîn ziman: ‘’Moskovayê di dema şerê Rûsya-Ûkraynayê de xwest ku Tirkiyeye li hemberî wan helwesteke pasîftir nîşan bide. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û perçeyekî Bloka Rojava ye. Rûsyayê girîngî dida vê yekê ku Tirkiye piştgireyeke tam nede Ûkraynayê û ji bo wê nebe gefeke ewlehiyê.
Ji ber vê yekê di şerê Azerbeycan-Ermenistanê de li hemberî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji Azerbeycanê re çavên xwe niqandin. Efserên artêşa Tirkiyeyê di warê teknîkî û leşkerî de piştgiriyeke mezin dan Azerbeycanê û vê yekê bandoreke mezin li encama şerî kir. Helwesta Rûsyayê weke ‘Tu di mijara Ûkraynayê de helwesteke sînordar nîşan bide, ez ê jî çavên xwe li polîtîkayên te yên li ser Qefqasyayê bigirim’ bû.
Ermenistanê li gel hilbijartina Paşinyan ya ji nû ve jî peyameke têkildarî xurttirkirina têkiliyên li gel Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê da. Bi vî rengî deriyên serdemeke ku bandora aktorên Rojavayî li Qefqasyayê zêde bibe vebûn.’’
Korkmaz piştre bal kişand ser meylên Ermenistanê yên di demên dawîn de û got: ‘’Ermenistan ji ber şeran gelekî westiya û daxwaza aşitiyê dike. Di heman demê de dibîne ku Azerbeycana ku Tirkiye û Îsraîl piştgiriyê didiyê, gelekî xurt bûye. Li rex vê yekê Ermenistanê di salên 2020 û 2023’yan de piştgiriya ji Rûsyayê hêvî dikir, nestand. Bi salên dirêj di warên polîtîkaya derve stratejiya ewlehiyê de pişta xwe dabû Rûsyayê. Lê belê ji ber ku ev bendewarî nehatin bicihanîn di polîtîkaya derve de berê xwe da curetiyê.’’
‘BANDORA RÛSYAYÊ YA LI ERMENISTANÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ RANEBÛ’
Toros Korkmaz di dewama axaftina xwe de got ku ew tevlî nêrîna ku bandora Rûsyayê ya li herêmê bi dawî bûye, nabe û ev yek anîn ziman: ‘’ Ne rast e ku mirov bibêje bandora Rûsyayê ya li herêmê bi temamî ji holê rabûye. Beriya her tiştî Ermenistan di warê aboriyê de girêdayî Rûsyayê ye. Li rex vê yekê li Rûsyayê gelek Ermeniyên ku dijîn û dixebitin hene. Her wiha li Ermenistanê leşkerên Rûsyayê hene û Rûsyayê hê jî li Ermenistanê baregeheke leşkerî heye. Rêveberiya Ermenistanê jî ji ber tecrûbeyên dîrokî naxwaze ewlehiya xwe bes bispêre Rojava. Paşinyan di polîtîkaya derve de li şûna ku têkiliya xwe ya li gel Rûsyayê bi temamî qut bike, berê xwe daye zêdekirina wan.’’
‘DI NAVA ERMENISTANÊ DE MUXALEFETEKE XURT A ALIGIRIYA RÛSYAYÊ DIKE, HEYE’
Dr. Toros Korkmaz piştre bal kişand sert hevsengiyên siyaseta navxweyî yên Ermenistanê û diyar kir ku nirxandinên têkildarî ku bandora Rûsyayê bi temamî ji holê rabûye, ne rast in û ev yek anîn ziman: ‘’Di nava Ermenistanê de hê jî muxalefeteke ku cidî ya aligiriya Rûsyayê dike, heye. Dêra Ermenî, derdorên karî yên li gel Rûsyayê dixebitin û hin derdorên aboriyê hê jî li nêzî xeta Rûsyayê ne. Her wiha beşeke mezin a dîasporaya Ermeniyan a li Ewropa û Emerîkayê piştgiriyê nade Paşinyan. Ji ber vê yekê ez ne li bendê me ku di navbera Ermenistan û Rûsyayê de qutbûneke mezin çêbibe.’’
Korkmaz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandorên normalbûna Tirkiye-Ermenistanê yên li ser herêmê û got ku li gel pêşketina têkiliyên dîplomatîk tê payîn ku deriyên sînor vebin û xetên rêhesinî ji nû ve vebin. Dr. Toros Korkmaz da zanîn ku normalbûna têkilyên di navbera her du welatan de wê ji aliyê aborî ve derfetên mezin pêşkêş bike her du aliyan û got: ‘’Wê têkiliyên bazirganî pêş bikevin. Tirkiye ji bo Ermenistanê bazareke girîng e. Her wiha Tirkiye jî dikare li ser Ermenistanê derfeta ku ku bi rehetî xwe bigihîne Asyaya Navîn bi dest bixe. Bi taybetî dibe ku bajarên ser xeta sînor ên weke Qers, Îdir, Agirî û Bazîdê zindîbûneke aborî û tûrîstîk pêk were.’’
‘TEVGERA KURD A DEMOKRATÎK DI 15 SALÊN DAWÎN DE PÊVAJOYEK DABÎN KIR’
Dr. Toros Korkmaz destnîşan kir ku asayîbûn bes ne di warê aborî de di heman demê de wê di warê civakî de jî encamên wê çêbibin, bal kişand ser girîngiya pêşketina têkiliyên di navbera gelan de û ev yek anîn ziman: ‘’Vekirina sînoran wê bibe sedem ku gel hevûdu baştir û ji nêz ve as bikin. Bi taybetî em dibînin ku tevgera Kurd a demokratîk di 15 salên dawîn de di mijara meseleya Ermeniyan de pêvajoyên girîng pêş xistiye. Pêşniyara ku di sala 2013’yan de li Meclîsê ji aliyê Sebahat Tûncelê ve hate dayîn û daxuyaniyên ji aliyê derdora HDP’ê ve hatine dayîn mînakên vê yekê ne. Piraniya Kurdên li herêmê bi sempatiyekê li Ermeniyan dinêrin.’’
‘PAŞINYAN DI MIJARA MAFÊN ÇANDÎ YÊN PÊKHATEYAN DE LI SER XETEKE EŞKERETIR E’
Dr. Toros Korkmaz piştre bal kişand ser veguherîna navxweyî ya li Ermenistanê jî û got: ‘’Rêveberiya Paşinyan, her çend hejmara wan kêm jî be di warê parastina nasnameya kêmaniyan û pêşxistina mafên çandî de zêdetir qadên azadiyê vekirin. Ji ber ku Paşinyan nûnertiya xeteke siyasî ya lîberaltir û demokrattir dike. Ji bilî aboriyê wê encamên asayîbûna li gel Tirkiyeyê yên çandî û civakî jî çêbibin. Zêdebûna têkiliyên di navbera gelan de, pêşketina têkiliyên çandî û xurtbûna piranîparêziyê wê nebaweriya di navbera aliyan de kêm bikin.’’
‘WÊ FIKARÊN ERMENISTANÊ YÊN TÊKILDARÎ EWLEHIYÊ BERDEWAM BIKIN’
Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku lê belê tevî pêvajoya asayîbûnê jî wê fikarên Ermenistanê yên têkildarî ewlehiyê bi temamî ji holê ranebin, diyarkir ku Azerbeycan û Tirkiye pragmatîktir li nêzî pêvajoyê dibin û got: ‘’Ermenistan li gel lêgerîna aşitiyeke mayîn de ewlehiyê li nêzî vê pêvajoyê dibe. Ji ber ku haya wê ji encamên şerekî nû heye. Li hemberî vê yekê em dibînin ku Tirkiye û Azerbeycan di çarçoveyeke berjewendiyên pragmatîk û jeopolîtîktir de li meseleyê dinêrin. Ji ber vê yekê her çend pêngavên asayîbûnê werin avêtin jî em nikarin bibêjin ku wê fikarên Ermenistanê yên têkildarî ewlehiyê bi temamî ji holê rabin.’’
‘BLOKÊN DESTHILATDARIYÊ AŞITIYÊ LI GEL ÎDEOLOJIYA TÛRANIYÊ DINIRXÎNIN’
Dr. Toros Korkmaz di dawiya axaftina xwe de nêzîkatiya derdorên desthilatdariyê yên li Tirkiyeyê ya li ser mijara berbehs rexne kir û got: ‘’Nêzîkatiya îdeolojiya dewletê ya fermî û blokên desthilatdariyê ya têkildarî mijarê cuda ye. Tûranîtî di kevneşopiya dewletên Tirk de yek ji ekolên îdeolojîk e ku bandora xwe didomîne. Di nava bloka desthilatdariya roja îroyîn jî rêçên wê nêzîkatiyê hê jî hene.
Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku asayîbûna Tirkiye-Ermenistanê ji aliyê hin derdoran ve bes ne li gel perspektîfa aşitî û hevkariyê di heman demê de di çarçoveya armancên jeopolîtîk yên berfirehtir û îdealên Tûranîtiyê de tê nirxandin.’’