Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rêxistinên hiqûqê, ji sala 2021'ê û vir ve bi biryara Desteyên Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) berdana 8 hezar û 500 girtiyan hate taloqkirin. Berdana Sefer Baran ê ku 11 sal in girtî ye, 6 car in tê taloqkirin. Sefer Baran ê 35 salî ku wê rojên bê cara 7'emîn derkeve pêşberî desteyê, eşkere bû ku pirsên "Hûn der barê Abdullah Ocalan çi difikirin?" û "PKK rêxistineke terorê ye?" lê hate kirin.
BERDANA WÎ 6 CARAN HATE TALOQKIRIN
Sefer Baran ku sala 2015'an piştî ku li Êlihê hate binçavkirin hate girtin, bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştre li gelek girtîgehan hate ragirtin û herî dawî ew şandin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê. Li vê derê li gel mercê berdana bi şert jî 2 sal in nayê berdan. Li pêşberî desteyê bi hinceta ku "Ne poşman e" berdana Sefer Baran tê taloqkirin. Li gorî agahiyan nexweşiya astim a kronîk bi Sefer Baran re heye. Kekê Sefer Baran Îbrahîm Baran li ser mijarê axivî û got, "Hem li girtîgehê hem jî li derve dixwazin hêviyê bişikînin" û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya tê meşandin da. Baran ji bo berdana girtiyan hemûyan bang kir.
Sefer Baran ku parêzerê wî nîne, eşkere bû ku di vê pêvajoyê de li girtîgehê carekê emeliyat bû û dermên bi kar tîne. Li gorî agahiyan, li pêşberî desteyê pirsên "Hûn PKK'ê çawa dibînin?", "PKK rêxistineke terorê ye?", "Der barê Abdullah Ocalan de hûn çi fikirin?" li Baran hatiye pirsîn. Hate ragihandin ku li gel cezayekî dîsîplînê lê nehatiye birîn jî nayê berdan.
Îbrahîm Baran nerazîbûn nîşanî biryarên ÎGK'ê da û anî ziman ku îtirazên wan ên di vê demê de kirin, bê encam man. Îbrahîm Baran diyar kir ku bi taloqkirina berdanê re dixwazin hêviya girtiyan û malbatan bişikînin û xwest, ev kiryar bi dawî bibe, ne tenê Sefer Baran hemû girtî tavilê bêne berdan.