Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi vî rengî ye:
"2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê, li dijî Elewiyên ku ji bo tevlîbûna li Şahiyên Pîr Sûltan Abdal çûbûn bajêr, êrişeke komkujiyê hate kirin. Di vê êrişê de Otela Madimakê hate şewitandin û piraniya wan Elewî 33 nivîskar, ozan, ramanger hatin qetilkirin. Em canên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi hezkirin û hurmeteke mezin bi bîr tînin û dibêjin, bila axa xwe zêde be, dewra wan daîm be.
Sala 1993'an yek ji salên herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê ye. 1993 di heman demê de saleke welê bû ku Tirkiye di nava wê lêgerînê de bû ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike. Elewiyan jî piştî salên 1990'î ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê di nava hiqûqê de bi rêbazên demokratîk çareser bikin rêxistiniya xwe xurt kiribûn û bi bandoreke zêde cihê xwe li nava platformên têkoşînê girtibûn. Şahiyên Pîr Sûltan Abdal jî di nav de gelek çalakî weke çalakiyên nîşandana hêza demokratîk a rêxistinbûyî ya Elewiyan dihatin lidarxistin. Lewma hêzên ku têkoşîna demokratîk a Elewiyan, hebûna Elewiyan li hemberî xwe weke xetere didîtin, ji xwe re kirin armanc ku Elewiyan bi rêya vê komkujiyê bitepisînin. Dijberên demokrasiyê û kesên ku ji kirina sûcê li dijî mirovahiyê xwe nedidan alî, xwestin bi vê rêyê Elewiyan ji têkoşînê bêpar bihêlin. Ji ber vê jî komkujeran rêberên olî yên Elewiyan û nûnerên ku baweriya Elewiyan digihandin siberojê qetil kirin.
Hedefkirin û êrişa li ser kesayet û saziyên ku gel û hişê baweriyekê temsîl dike, cûreyê herî xetere yê êrişkarî û komkujiyê ye. Ji ber vê jî êrişa yekser a li hemberî hunermend, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Elewî sûcekî mezin ê plankirî ye. Bi vê komkujiyê hate xwestin ku Elewîtiyê ji hiş û kevneşopiya qedîm, Elewiyan jî ji têkoşîna siyasî û civakî ya Tirkiyeyê dûr bixînin. 2'ê Tîrmehê di nava komkujiyên ku bi serê Elewiyan hatiye yek ji êrişên herî xetere ye. Jİ vî alî ve komkujiya Sêwasê dişibe komkujiya Dersimê ya 1938'an. Li Dersimê jî bi qetilkirina pîr, murşît û ocaxên Elewî yên Rêya Heq ên Kurd êriş yekser li hişê baweriya Elewiyan hate kirin. Bi komkujiya Elewiyan re jî xwestin Elewiyan bê saz, bê gotin û bê kelam bihêlin.
Li gel dema dirêj a di ser komkujiya 1993'an re derbas bûye, gaveke hêja ya ku malbatên şehîdan, Elewiyan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê razî bike, nehatiye avêtin. Di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Sibata 2025'an de destpê kir, di rojevê de ye. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku bi qasî çareseriya pirsgirêka Kurd wê çareseriya pirsgirêkên Elewiyan û tevahiya Tirkiyeyê jî bi xwe re bîne. Bîranîna îsal a 2'ê Tîrmehê di demeke bi vî rengî de pêk tê. Ev pêvajo divê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê serxistin. Elewî jî weke hêza herî dînamîk, pêkhateya herî bi bandor a demokrasiyê divê karibin cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin. Ev helwest û têkoşîn di heman demê de wê bibe bersiva herî bi wate ya ji bo şehîdên komkujiya 2'ê Tîrmehê. Lewma di salvegereke nû de ku şehîdên 2'ê Tîrmehê têne bîranîn, xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide. Ji bo paşerojeke azad pêwîst e Elewî bi hêzên demokrasiyê re li eniya hevpar têkoşîna xwe mezin bikin. Demokratîkkirina Tirkiyeyê, gihîştina sîstemê li komara demokratîk wê herî zêde xizmetê ji baweriya Elewî re bike ku karibe hebûna xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Em bi vê têgihiştin, bawerî û hestê şehîdên komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmehê careke din bi bîr tînin û bang li canên Elewî hemûyan dikin ku têkoşîna demokatîkbûna Tirkiyeyê mezin bikin. Em dixwazin bibêjin ku hêjabûna li şehîdên demokrasî û azadiyê, xwedîderketina li bîranînên wan û daîmîkirina mîrateyên wan tenê bi têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê dibe. Bi vê wesîleyê em hemû canên ku şehîd bûne ku nûnerên nirxên mirovahiyê bûn careke din bi bîr tînin, dibêjin bila dewra wan daîmî be, bîranînên wan bi agahî û baweriyê mayinde bibe."