Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn
Gerîlaya têkoşîna azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) li Serdeşt a çiyayê Şengalê bi semînerekê hate bîranîn.
Gerîlaya têkoşîna azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) li Serdeşt a çiyayê Şengalê bi semînerekê hate bîranîn.
Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 30'emîn a çalakiya xwe ya fedaî de li gund, komelgeh û navçeyên Şengalê tê bîranîn. Bîranîna herî dawî li Serdeşt a çiyayê Şengalê hate lidarxistin.
Semînera ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê û Komîna Serdeştê ve hatibû amadekirin, bi tevlîbûna dehan kesan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtinê, girîngiya parastina jinê û tevahiya civakê bi pêşengiya jinan û têkoşîna li hemberî dijminên civakê hate nirxandin.
Di semînerê de hate destnîşankirin ku berxwedana jinên Êzidî ya piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, dewama têkoşîna Şehîd Zîlan e. Her wiha hate gotin ku îro jinên Êzidî li Şengalê di warê siyasî, civakî û di nava pergalên parastina herêmê de xwedî roleke giringin. Di axaftinan de hate tekez kirin ku ev berxwedan bi saya fikir û ramanên Rêber Apo pêk hatiye û Şehîd Zîlan jî bi heman fikrî karibû li hemberî dijminê herî hov, îradeya jina azad nîşan bide.
Di bîranînê de sînevîzyonek li ser kesayetî û têkoşîna Zîlan hate nîşandan.
Piştre jî Koma Bêrîvan a Navenda Stiya Nexşa stranên li ser Zîlan got.