Li Parîsê kongreya li dijî darvekirinê

Li Parîsê Kongreya Cîhanê ya 9'emîn a li dijî darvekirinê hate lidarxistin. Di kongreyê de hate ragihandin ku cezayê mirinê di sala 2024'an de herî zêde li Çîn, Îran, Erebistana Siûdî û Iraqê hate bicihanîn.

Bi pêşengiya rêxistina civakî ya sivîl a bi navê "Bi hev re li dijî cezayê darvekirinê", li paytexta Fransa Parîsê Kongreya Cîhanê ya 9'emîn a li dijî Cezayê Darvekirinê destpê kir û wê heta 2'ê Tîrmehê dewam bike.

Di kongreyê de ku siyasetmedar, lêkolîner, parêzer û aktîvîstên ji zêdeyî 100 welatan tevlî bûn, asta cezayê mirinê yê li cîhanê û têkoşîna navneteweyî ya li hemberî vî cezayî ê nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel-Barrot di destpêka kongreyê de axivî û anî ziman ku ji bo rakirina cezayê mirinê di asta navneteweyî de ew têkoşînê dewam dikin. Barrot diyar kir ku par li 17 welatan zêdeyî 2 hezar kes hatin darvekirin û got, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji aliyê rakirina cezayê mirinê yê ji cîhanê ve bi roleke girîng radibe.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihand ku cezayê mirinê li gelek herêmên cîhanê dewam dike û got, "Hejmara darvekirinên par gihîşt asta herî bilind a ji sala 1981'ê û vir ve. Tenê li 17 welatan 2 hezar û 707 kes ji aliyê rayedaran ve hatin darvekirin."

Macron her wiha got, ew kêfxweş in ji ber ku Zambiya û Zimbabveyê cezayê darvekirinê rakirine û li hin welatan jî bicihanîna cezayê darvekirinê hatiye bisînorkirin.

DANEYÊN LI SER CEZAYÊ MIRINÊ

Li gorî daneyên saziya sivîl a bi navê "Bi hev re li dijî cezayê mirinê" ku kongreyê bi rêxistin dike, di sala 2024'an de herî zêde li Çîn, Îran, Erebistana Siûdî û Iraqê mirov hatin darvekirin.

Li gorî daneyên saziya civaka sivîl a bi navê Mafên Mirovan a Îranê jî par li Îranê herî kêm hezar û 639 kes hatin darvekirin. Ev hejmar ji sala 1989'an û vir ve hejmara herî bilind a li vî welatî ye.