Ji bo Fermandara YJA Starê Suphiye Ozen (Zozan Denîz) ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît û di 24’ê Hezîranê de şehîd bû, li mala malbatê ya li navçeya Akdenîz a Mersinê taziye hat danîn.
Tazî bi pêşengiya Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re a Çukurovayê (MEBYA-DER Çukurova) hate lidarxistin û Platforama Saziyên Demokratîk a Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî serdana taziyê kirin.
Girseyê li pêşiya avahiya komaleyê kom bûn û ber bi mala malbatê meşiyan. Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Malbata Ozen, li pêşiya malê pêşwaziya kesên ku hatin taziyê kir. Di dema serdanê de, di şexsê Suphiye Ozen de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin.
Dayika şehîd Azîze Ozen spasiya kesên hatin serdanê kir û wiha got, “Keça min şehîda gelê Kurd e. Daxwaza min ew e ku ev bibe agahiya dawî ya şehadetê. Dilê min şewitî, bila aştî çêbibe, dilê dayikek din neşewite. Ez li pişta têkoşîna keça xwe me. Bijî Serok Apo.”