Zîlan li Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn.

Kongra Star bi wesîleya salvegera 30‘emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyên bîranînê li Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê lidar xistin. 

DÊRIK: Çalakiya bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê bi amadebûna bi dehan kesî hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Kongra Star Arjîn Amed li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan axivî û got: "Bi hezaran jin rêya şehîd Zîlan şopandin. Şehîd Zîlan ji bo pirsgirêka jin û pirsgirêka Kurd jiyana xwe feda kir û li hemberî sîstemên dagirker sekinî. Ji bo jin azad bibin divê em hîn zêdetir bixebitin û tê bikoşin."

GIRKÊ LEGÊ: Kongra Star li hola avahiya Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlan civînek lidar xist. Bi dehan xebatkarên saziyên sivîl û şêniyên Rimêlan tev li civînê bûn.

Ji rêveberên Kongra Star Rûken Hesen di civînê de behsa çalakiya şehîd Zîlan kir û got: "Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng e. Divê em têkoşîna şehîd Zîlan û hemû şehîdan bidomînin."

Di dawiya civînê de sînevizyon li ser nirxandinên Rêber Apo yên der barê çalakiya şehîd Zîlan de hat pêşandan.

TIL TEMIR: Kongra Star li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir çalakiya bîranîna şehîd Zîlan bi rêxistin kir.

Di çalakiyê de endama rêveber a  Kongra Star Peyman Efrîn axivî. Di axaftina xwe de behsa têkoşîn û jiyana şehîd Zîlan kir. Her wiha Peyman Efrîn naveroka nameya şehîd Zîlan vegot û behsa şert û mercên sala 1996`an kir.

Di dawiyê de sînevizyon li ser jiyana şehîd Zîlan hat temaşekirin.

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 10`ê Tebaxê sala 1972`an li gundê Almalî yê girêdayî Melatiya jidayîk bûye. Fakûlteya zanista derûnî li zanîngeha Înono ya Melatiya xwendiye. Sala 1994`an li bajarê Edena yê Tirkiyeyê dest bi xebatê dike û fermî sala 1995 tev li Tevgera Azadiyê bû û derbasî herêma Dêrsimê bû.

6`ê Gulana 1996`an li Şamê hewla hedefkirina Rêber Apo hate dayîn. Têkoşer Zîlan wekî bersiv li hemberî vê hewldanê di 30‘ê Hezîrana 1996`an de çalakiyek fedaî pêk anî.