Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn

MEBDYADER-EGE’yê ji bo gerîlaya YPJ’ê Nûdem Kurt û gerîlayê YPD’ê Aydin Kurt li avahiya komeleyê merasîma bibîranînê li dar xist.

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE) ji bo gerîlaya YPJ’ê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) û gerîlayê YPS’ê Aydin Kurt li avahiya komeleyê merasîma bibîranînê li dar xist. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir, mewlîd hat xwendin.

Di merasîmê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û Hevserokê MEBYADER-EGE’yê Mîkaîl Atan axivî. Atan bal kişand ser giringiya azadiya Rêber Apo û got ku divê verastkirina qanûnî hebûn û zimanê Kurdan di nava xwe de vehewîne.

Hevseroka MEBYADER-EGE’ê Bedîha Guzelyuzê şehîdan bibîr anî û got dê girêdayî bibîranîna wan bibînin. 

Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt, di şexsê Şêx Seîd, Zîlan û Sema Yuce de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û anî ziman ku divê Rêber Apo azad be.