Hişê çêkirî gefê li îstihdam û dewleta civakî dixwe

Pisporan hişyarî dan ku ger hişê çêkirî bi awayekî bêyî kontrol berbelav bibe dibe ku bi milyonan karan ji holê rake, çîna navîn lawaz bike û berê fînansmana xizmetên dewletê bide krîzekê.

Dîrektora Edaleta Civakî ya Gerdûnî Isabel Ortîz û endazyarê nivîsbariya hişê çêkirî Bill Shoulder bandorên hişê çêkirî yên li ser piyaseyên hêza karî û dewleta civakî nirxandin.

Li gorî daneyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), hişê çêkirî wê bandorê li nêzî sedî 40’ê karên li seranserê cîhanê bike. Tê diyarkirin ku ji sedî 60’ê karên di aboriyên pêşketî de ji hişê çêkirî re vekirî ne û rîska ku ji her sê karan yek ji holê rabe heye.

DIBE KU ÇÎNA NAVÎN LAWAZ BIBE

Tê îfadekirin ku rîska herî zêde li ser qadên weke karên buroyan, xizmetên, xizmetguzariya bikiran, werger, rojnamegerî, hiqûq, analîza fîmasî, bazargerî, nivîsbarî û qadên daneyan heye.

Li gorî Ortiz û Shoulder, hişê çêkirî wê heqê windahiyên kar kêm bike, xebata neewle berbelav bike û hêza bazirganiya xebatkaran lawaz bike. Veguhastina piraniya dahatan ya ji şîrketên teknolojiyê re jî wê rê li ber lawazbûna çîna navîn veke.

Tê destnîşankirin ku kêmbûna dahata çîna navîn wê mezaxtinê kêm bike, kargehên biçûk bixe rewşeke zehmet û sekantiya aborî kûrtir bike.

WÊ DAHATÊN DEWLETA CIVAKÎ KÊM BIBE

Kêmbûna îstîhdama birêkûpêk û dahatên destmizan wê dadatên dewletê yên weke bacên dahatan û prîma ewlehiya civakî jî kêm bikin. Li hemberî vê yekê alikariya ji bêkariyê re, xizmetên tenduristiyê û hejmara kesên ku hewceyî  alîkariya dahatê zêde bibin.

WÊ TERCÎHÊN SIYASÎ ENCAMAN DIYAR BIKIN

Ortiz Û Shoulder diyar kirin ku ev yek wê pêk werin. Pisporan ragihandin ku divê hikûmet bacê ji qezencên zêde yên şîrketên hişê çêkirî bistîne, xizmetên dewletê xurt bikin û di bikaranîna hişê çêkirî de maf bide xebatakaran.

Li gorî pisporan biryarên siyasî û aborî wê diyar bikin bê ka bikaranîna hişê çêkirî ji bo başiya civakê ye yan ji bo berjewendiya hin şîrketan e.