Hişê çêkirî yê Google di bin xizmeta ‘operasyonên veşartî’ yên Pentagon de ye

Pentagonê bi Google re li hev kir ku hişê çêkirî yê şîrketê Gemini di operasyonên veşartî de bi kar tîne. Biryar di nava şîrketê de bû sedemê nîqaşê.

Pentagon bi armanca berfirehkirina bikaranîna hişê çêkirî, bi Google re peymanek nû çêkir. Li gorî vê, modela hişê çêkirî ya bi navê ‘Gemini’ wê di operasyonên veşartî de jî were bikaranîn.

Li gorî çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ev peyman li şûna Anthropic ku berê tenê di vê qadê de yekane şîrket bû, pêşiya Google û şîrketên din ên teknolojiyê vedike. Modela ‘Claude’ ya Anthropic heya roja îro sîstema sereke ya ji bo operasyonên veşartî bû.

BI OpenAl RE JÎ HEMAN PEYMAN HATIBÛ ÇÊKIRIN

Rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump meha Sibatê hemû peymanên bi Anthropic re fesix kiribû. Piştî vê biryarê bi şîrketên mîna OpenAl û xAl re jî peymanên heman hatin çêkirin.

JI 600 XEBATKARÊN GOOGLE NERAZÎBÛN

Li aliyê din, ev biryar di nava Google de jî bû sedemê nîqaşê. Zêdeyî 600 xebatkarên şîrketê nameyek weşandin û bang li rêveberiyê kirin ku dest ji tevlîbûna projeyên leşkerî berde.