Girtiyê xwîn çû ser mejiyê wî, car din birin girtîgehê: Rewşa wî xirab e

Girtiyê nexweş Mehmet Şirîn Çelîk ê 3’yê Tîrmehê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê xwîn çû ser mejiyê wî, piştî ku 2 rojan li nexweşxaneyê tedawî dît car din sewqî girtîgehê hate kirin.

Mehmet Şirîn Çelîk di hevdîtina bi telefonê de têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê agahî da û diyar kir ku piştî xwîn çû ser mejiyê wî, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dewam dikin. Di dema hevdîtinê de Çelîk di axaftin, bihîstîn û fêmkirinê de zehmetî dikişand.

 Çelîk got, “Laşê min diêşe. 2 rojan ez di beşa lênêrîna lezgîn de mam. Bi gotina ‘tu başî’ şandin girtîgehê. Mejiyê min diêşe.”

Mehmet Şirîn Çelîk sala 1999’an piştî hate binçavkirin, cezayê hepsê yê heta hetayê lê hate birîn.