Komeleya Mafê Mirovan a Amedê derbarê qonaxa ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye û pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Endamên şaxa ÎHD’ê ya Amedê di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz ve hat xwendin.
Ercan Yilmaz, diyar kir ku li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, bi sedema amadekariyên qanûnî yên ku hatine rojevê re ji nû ve geş bûn û wiha got: “Li gorî agahiyên ku ji raya giştî re hatine ragihandin, taslaxa zagonê ya ku hatiye amadekirin bêhtir bêçekkirinê di nav xwe de dihewîne. Lê belê gava tecrûbeyên navneteweyî werin ber çavan, bi zelalî derdikeve holê ku ev yek ne bes e. Ji Kolombiyayê heta Îrlandaya Bakur, ji Nepalê heta herêma AÇE ya Endonezyayê, gava ku pêvajoyên cihêreng ên aştiyê têne lêkolînkirin, di hemûyan de tê dîtin ku ji bo aştiyeke domdar, li gel bêçekkirinê bi awayekî hevaheng peydakirina garantiyên hiqûqî, pêkanîna reformên siyasî, girîngiya lihevkirina civakî û avakirina saziyên ewledar tê teqezkirin. Pêvajoyeke DDR’ê ya ewledar li Tirkiyeyê, divê ne tenê wekî bernameyeke teknîkî ya bêçekkirinê, lê belê wekî beşeke pêvajoyeke berfireh a veguherîna demokratîk bête sêwirandin.”
Ercan Yilmaz, da zanîn ku nimûneyên hevkara herî girîng a cîhanê ew e ku danîna çekan nikare ji garantiyên hiqûqî û siyasî serbixwe bê meşandin û ev tişt anî ziman: “Di hawîrdorek de ku ji paşerojê re bawerî nedin û nediyar be dê mafên wan çawa bên parastin, bêçekkirin encamên domdar çênake. Ji ber vê yekê di van xebatan de, girîngiya amadekirina Qanûneke Berfireh a DDR’ê yan jî belgenameyeke siyaseta neteweyî ku bingehê pêvajoyê pêk bîne, hat teqezkirin. Her wiha hat diyarkirin ku rêziknameyeke wiha ne tenê radestkirina çekan, divê prensîbên zelalî, berpirsyarî, garantiya hiqûqî, wekheviya zayendî ya civakî û hemêzkirinê jî di nav xwe de bihewîne. Hat balkişandin ku divê qanûn ne tenê endamên rêxistinê, lê pergala cerdevaniyê ya ku di heyama pevçûnê de hatî avakirin û avahiyên din ên paramîlîter jî di nav xwe de bihewîne; her wiha hat hişyarkirin ku bêçekkirina yekalî dikare bibe sedema xetereyên nû yên ewlehiyê û vejandina dijminatiyên ku di heyama pevçûnê de çêbûne.”
Di daxuyaniyê de Ercan Yilmaz, anî ziman ku her çend kurtasiya DDR’ê wekî ‘Bêçekkirin, Jiçekxistin û Tevlîkirina Ji Nû Ve’ be jî, di wêjeya navneteweyî de tê pejirandin ku ev yek ne tenê siyaseta ewlehiyê ye û ev tişt got: “Di nimûneyên serkeftî de pêvajo di heman demê de bi demokratîkbûn, xurtkirina normên dewleta hiqûqê û reformên beşdariya siyasî re tev de bi pêş ve diçe. Yek ji xalên girîng ku her du xebatan bala xwe danê ew bû ku bidawîkirina polîtîkayên qeyiman ku di salên dawî de li Tirkiyeyê têne sepandin, ji nû ve nirxandina rewşa hevşaredarên ku ji erkê hatine girtin û pêkanîna biryarên AYM (Dadgeha Destûra Bingehîn) û AÎHM’ê di nav gavên ku dikarin baweriyê di pêvajoyê de ava bikin de hatin dîtin. Ev cure rêzikname rasterast nebine mijara teknîkî ya DDR’ê jî, wekî gavên siyasî ku dikarin alîkariyê bide avakirina baweriyê di navbera aliyan de hatin nirxandin.”
Ercan Yilmaz, bi lêv kir ku mijareke girîng e ew e ku mirov wê çawa vegerin jiyana xwe ya normal û ev tişt anî ziman: “Di kargehê de hat teqezkirin ku çarçoveya hiqûqî ya ku bête amadekirin, divê statuya hiqûqî ya hemû mîlîtanên çekdar, mehkûm û girtiyên di girtîgehan de û kesên li derveyî welat bi awayekî zelal saz bike. Hat nirxandin ku girêdana vegeran bi mercên wekî daxuyaniya yekalî ya ‘poşmaniyê’ re dikare pejirandina civakî ya pêvajoyê zehmet bike. Bi heman awayî, hat diyar kirin ku ji bo kesayetên siyasî yên girîng ên pêvajoyê bikaribin bi awayekî pratîkî tevlî muzakereyan bibin, pênasekirina statuya wan a hiqûqî û ji bo peydakirina derfetên ragihandinê yên bi cîhana derve re amadekirina rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê krîtîk e.”
Di domdariya daxuyaniyê de Ercan Yilmaz, diya kir ku tecrubeyên navneteweyî nîşan didin ku pêvajoyên tenê ji yek aliyê ve têne kontrolkirin, di asta civakê de baweriyeke xurt ava nakin û wiha axivî: “Raporkirina zelal, mekanîzmayên îtirazê û agahdarkirina birêkûpêk a raya giştî meşriyeta pêvajoyê xurt dike. Yek ji mijarên ku kargehê herî zêde li ser rawestiya saziyên taybet ên vê pêvajoyê bûn. Di pêşniyara ku hatî kirin de; divê li Tirkiyeyê Komîsyoneke Neteweyî ya DDR’ê ku xwedî budçeya serbixwe, kapasîteya teknîkî ya xurt be û nûnertiya beşên cûda yên civakî bike bête sazkirin. Ji bilî vê, divê mekanîzmayeke serbixwe ya şopandin û erêkirinê bête avakirin ku ne tenê saziyên dewletê, lê belê opozîsyon, civaka sivîl û dema ku pêwîst be pisporên teknîkî yên navneteweyî jî bikaribin tevkariyê bidin.”
Ercan Yilmaz, da zanîn ku tenê wergirtina piştgiriya aborî ji bo kesên ku çekan radest dikin bes nayê dîtin û wiha got: “Di kargehê de hat diyar kirin ku divê tevlîkirina ji nû ve bi aliyên xwe yên aborî, psîkolojîk, civakî û siyasî re bi hev re bê destgirtin. Di vegeran de, divê pêdiviyên cûda yên jinan, ciwanan û kesên kêmendam bê berçavgirtin, piştgiriya psîkososyal bi nêzîkatiyek ku hesasiyetên çandî û siyasî li ber çavan digire bê pêşkêşkirin. Di heman demê de hat teqezkirin ku divê perwerdehiya pîşeyî, xizmetên tenduristiyê, piştgiriya debarê û di rewşên guncav de gihîştina mafên ewlehiya civakî bê peydakirin. Di nimûneyên navneteweyî de jî tê dîtin ku dûrxistin û reşkirina ji nû ve dikare zemînê ji bo sûcên organîze yan jî çerxên nû yên tundûtûjiyê re amade bike.”
Di axaftina xwe e de Ercan Yilmaz, da zanîn ku divê dadwerî ne tenê endamên rêxistinên çekdar, lê belê hemû aliyên pevçûnê tevî peywirdarên giştî jî di nav xwe de bihewîne û wiha axivî: “Di civakê de têgîna ‘dadweriya serketî’ çêbibe û ev yek dikare geşbûna cûdabûn û alîgiriyên nû xurt bike.”
Ercan Yilmaz, dest nîşan kir ku tevahiya nimûneyên navneteweyî nîşan didin ku reformên di dema çewt de têne plansazkirin dikarin pêvajoyên aştiyê yên herî baş hatine sêwirandin jî bêencam bihelin û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê di kargehê de hat diyar kirin ku divê bêçekkirin, reformên siyasî, reforma sektora ewlehiyê û dadweriya dema veguhêz ne wekî qonaxên ku li benda hev rawestin, lê belê wekî pêvajoyeke giştî ya ku hevaheng bi pêş ve diçe bê plansazkirin. Pêkanîna bêçekkirinê berî peydakirina garantiyên hiqûqî dikare krîzên kûr ên baweriyê biafirîne; li hember vê yekê, tenê sozdayîna reforman û neanîna wan di pratîkê de jî pêvajoyê hesas û nazik dike.”
Ercan Yilmaz, anî ziman ku di kargehê de hat gotin ku divê rêxistinên mafên mirovan, saziyên pîşeyî, rêxistinên jinan û civaka sivîl a herêmî ne tenê çavdêr bin, lê belê divê bibin pêkhateyeke çalak a pêvajoyê û ev tişt gotin: “Tevlîkirina saziyên civaka sivîl di xebatên şopandin, erêkirin, ragihandina civakî û tevlîkirina ji nû ve, hem zelaliyê hem jî baweriya civakî zêde dike. Di pêvajoyên aştiyê de rola civakê bi qasî dewletan diyarker dibe. Lê belê ji bo vê yekê divê rêxistinên civaka sivîl xwedî garantiya hiqûqî, serbixwehiya operasyonel û parastina ewlehiyê bin.”
Herî dawî Ercan Yilmaz, encama ku di kargehê de hatiye amadekirin parve kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nîqaşên çareseriyê yên ku li Tirkiyeyê ji nû ve gihîştiye werçerxeke girîng. Li gorî nirxandina giştî ya kargehê, ji bo pêvajo dîsa lez û bez bibe, qanûneke çarçoveyê ya berfireh girîngiyeke krîtîk dihewîne. Lê belê bi taybetî tê teqezkirin ku derxistina qanûnê bi tenê ne bes e. Ji ber vê yekê tişta girîng ne tenê hebûna rêziknameya hiqûqî ye, lê belê pêkanîna wê, pejirandina wê ji hêla aliyan ve û kontrolkirina wê ji aliyê saziyên serbixwe ve ye. Îro pirsa bingehîn a ku li hember Tirkiyeyê ye ne tenê ‘Çek dê çawa werin danîn?’ e. Pirsa bingehîn ew e ku bawerî, hiqûq û saziyên demokratîk ên ku dê danîna çekan mimkun bikin dê çawa bên avakirin. Mifteya aştiya domdar jî tam di vir de ye.”
LI RIHAYÊ JÎ HEMAN DAXUYANÎ HAT DAYÎN
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, li ser pênase û nîqaşên derbarê “Siberoja civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê” de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endamên komeleyê û aktivîstên mafên mirovan beşdarî civînê bûn.
Hevseroka Şaxê ÎHD’a Rihayê Songûl Arpa, axivî û bal kişand ser nîqaşên amadekirina qanûna nû ya ji bo çareserkirinê. Songul Arpa, diyar kir ku piştî agahiyên amadekirina zagonek nû hat rojevê, nîqaşên li ser çareseriya aştiyê zêde bûn û got: “Li gorî agahiyên ku ji raya giştî re hatine ragihandin, pêşniyara zagona hatî amadekirin zêdetir, mijara bêçekbûnê digire nav xwe. Lê belê dema ku em bala xwe didin tecrûbeyên navneteweyî, ev yek bi tenê ne bes e.”
Songûl Arpa, mînakên pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê hatine pêkanîn bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Di mînakên cîhanê de xala herî girîng ev e ku berdana çekan ji misogeriya hiqûqî û siyasî serbixwe nayê meşandin. Di hawîrdoreke ku alî ji paşeroja xwe bi guman bin dê mafên wan çawa bêne parastin? Bi tena serê xwe bêçekbûn encamên mayînde nade.”