Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

Şîrketa Shamaran Petroleum bi hinceta ewlekariyê karên xwe yên hilberîn û firotina petrolê ya li Etrûş û Sersengê sekinand.

Şîrketa Shamaran Petroleum a Kanadayî derbarê rawestandina karên xwe yên hilberîna petrolê li du bîrên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Şîrketê ragihand ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ya herêmê, weke gaveke xweparastinê û bi armanca parastina jiyana karmendan û binesaziya bîrên petrolê, hilberîn û firotina petrolê ya bi rêya lûleyan li bîra petrolê ya Etrûş û Sersengê bi awayekî demkî daye rawestandin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ew ligel hevkarên xwe yên di projeyên navneteweyî de ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin û her demeke ku dîtin ku rewş aram e, wê dest bi karên xwe bikin.

Şîrketa Shamaran Petroleum xwediyê ji %50’yê pişka bîra petrolê ya Etrûşê û ji %18’yê pişka bîra petrolê ya Sersengê ye ku her du kargeh jî li parêzgeha Duhokê ne.