Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

Tûncer Bakirhan anî ziman ku qanûna çarçoveyê ne bidawîbûnek e, lê destpêkeke esasî ye û got, "Divê bi lez bê derxistin û derbasî meriyetê bê kirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Tûncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ku di salvegera 11'emîn de ye bi bîr anî û anî ziman ku ew ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin û weke partî heta kujer bên darizandin çi ji destê wan were wê bikin.

Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî êrişên Îranê yên li dijî Kurdan da û got: “Amerîka êrişî Îranê dike lê Îran jî bi vê hêrsê êrişî Kurdan dike. 9 pêşmergeyên Komeleyê jiyana xwe ji dest dan. Êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Çi eleqeya Herêma Kurdistanê bi êrişan re heye. Her wiha Kurd û muxalîf tên darvekirin. Em ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bila rejîma Îranê baş bizanibe ku gelê Bakur li cem gelê Rojhilat e. Em van komkujiyan ji bîr nakin. Kurd ne Kurdên berê ne. Hêza herî dînamîk a Rojhilata Navîn in. Bi êrişên li ser Kurdan re tu kes nikare encamê bigire. Em careke din rejîma Îranê hişyar dikin ku dev ji van êrişan berdin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan welatî ji ber bihabûnê nikarin debara xwe bikin. Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Welatiyên taqawid di bin sînorê birçîbûnê de meaş digirin. Lê desthilat dibêje çavkanî tune ye. Lê ev ne meseleya nebûna çavkaniyê ye. Çavkaniyan ji sermayedaran re vediqetînin. Em jî dibêjin bi zikê birçî qala aştiyê neyê kirin. Divê edaleta civakî pêk were.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê deriyeke nû vekir û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk qonaxa girîng qanûna çarçoveyî ye. Qanûna çarçoveyî destpêkeke nû ye. Divê qanûna çarçoveyî demildest bê derxistin û li gorî mutabakatekê pêk were. Doh heyeta me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji hemû gelên Tirkiyeyê re silavên xwe şandibû. Birêz Ocalan dibêje, ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan bikî, Kurd namînin, eger tu Kurdan ji Tirkan bikî Tirk namînin’. Birêz Ocalan careke din qala heqîqeta çareseriyê dike. Birêz Ocalan gavên herî radîkal avêt. Lê mixabin gavên li beramberî van gavên radîkal ji aliyê dewletê ve tên derengxistin. Di hevdîtinên heyeta me bi desthilat û birêz Bahçelî re li ser domandina pêvajoyê erênî bû. Lê li ser medyayê birêvebirina şerê taybet ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Divê tu kes nekeve vê xefikê.”

Bakirhan anî ziman ku divê statuya Rêber Apo jî bê misogerkirin û wiha axivî: “Divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe. Divê êdî statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û şertên wî bên sereratkirin. Divê mekanîmza bê avakirin. Divê bingeha qanûnên entegrasyona demokratîk were avakirin. Sepana qeyûman bi dawî bibe. Deriyên Nisebîn û Qamişloyê vebibe. Dadgeh jî li gorî pêvajoyê tevbigerin. Biryarên Dadgehên Mafên Mirovan bi cih werin û girtiyên siyasî bên berdan. Akademîsyenên bi KH'Kê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Gavên wisa ji bo pêvajoyê dikarin bên avetin. Weke DEM Partiyê rêya me komareke demokratîk û aştî ye. Ji bo wê jî em 24 seatan dixebitin. Lê yên li dijî pêvajoyê jî hene. Sedemên pirsgirêkên bingehîn ev şer e. Heke ev pêvajo bi ser bikeve çend kes dê winda bikin lê wê bi milyonan kes bi ser bikevin. Heke aştî pêk were êdî yên hatinê hilbijartin nayên binçavkirin. Krîza aborî dê bi dawî bibe û aramiya civakî pêk were. Mafên olî dê pêk were. Dayikeke leşker û gerîla dê bi hev re rûnên. Ji vê xweştir tiştek tune ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe li hemû qadan pêşketin dê çêbibin. Ji bo wê jî gava yekem qanûna çarçoveyî ye.”

Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re jî bi lêv kir ku ew dê pêşniyarên xwe yên li ser qanûna çarçoveyî pêşkêş bikin û got: “Birêz Numan Kurtulmuş dê serdana koma me bike û hevdîtinê bike. Em ê jî fikir û pêşniyarên xwe parve bikin. Em di wê baweriyê de ne ku serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş wê rola xwe ya erênî di vê pêvajoyê de jî bidomîne. Weke DEM Partiyê em ê siyaseta jiyana nû bihonin.”