BI DÎMEN

Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.

DÛRAN KALKAN

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haber TV de asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.

*Bi pêvajoyê re mijarên me yên girîng ên mîna 19’ê Tîrmehê û 24’ê Tîrmehê jî hene. Lê destpêkê em ji pêvajoyê destpê bikin ku di rojeva her kesî de ye. Bi rastî jî gelo pêvajo di çi rewşê de ye, ji ber ku pir tê nîqaşkirin. Li ser navê Rêveberiya Tevgerê jî daxuyanî hate dayîn, têkildarî vê çarçoveyeke çawa dikare were diyarkirin?

Destpêkê, ez Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Rêveberiya me têkildarî pêvajoyê daxuyaniyeke nû da. Ew daxuyanî nêzîkatî û helwestên me nîşan dide. Hem têkildarî wê yekê ku 2 meh in hevdîtin nayên kirin, hem jî têkildarî naveroka çarçoveya qanûnê bi zelaliyekê helwesta me eşkere kir. Li aliyê din, 2 mehan çênebûna hevdîtinan, nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku pêvajo paş ketiye, zêde bi cidî nêzî pêvajoyê nabin. Lê belê, li gorî min nêzîkatiya wiha jî ne rast e, yanî hevdîtinên wiha çêbibin çiye! Li Îmraliyê hevdîtinên bi vê tarzê, ji bo wate, ruh û naveroka pêvajoyê rewşeke pir paşketî ye. Ev pêvajo dibe nêzî 2 salan. Rêbertî û Tevgera me evqas gav avêtin, her kes vê dizane, her kes nîqaş dike. Her kes bi rastî jî teqdîr dike ku nêzîkatiyeke çiqasê rast û erênî ye. Ji hin aliyan ve kesên dijber jî, di aliyê rewşa leşkerî, siyasî û geşedanên li herêmê de dibêjin, helwesta Kurdan têra xwe erênî û bi wate ye. Rewş bi vî rengî ye. Piştî du salan Rêber Apo hîna li Îmraliyê ye û di heman şert û mercan de ye, çi tişt nehatiye guhertin. 2 sal in pêvajoya pêşketî, gavên hatine avêtin, bersiva xwe nedîtiye. Ji vî alî ve, ev jî bi serê xwe pirsgirêkek e. Ev wiha nabe, ev kar wiha nameşe. Yanî gelek derdor dibêjin, eger hevdîtin çêbibin divê di şert û mercên wekhev de pêk bên. Rêber Apo muxatabê sereke ye, hemû derdorên Kurd vê yekê qebûl dikin. Gelê me her roj vê dibêje, yanî têkildarî vê teredut û nêrîneke cuda nîne. Gelo ma nêzîkatiyeke wiha li hemberî muxatabê sereke dibe? Eger bi vî rengî nêzî muxatabê sereke bibin û di van şert û mercan de were girtin, mirov wê ji bo pêvajoyê çi bêjin, wê çawa binirxînin? Wê çawa bi hêvî û bawer bin? Jixwe bêrawestan fikar tên diyarkirin, ev jî li cem her kesê nerehetiyê çêdike. Lê tişta ku dibe sedemê vê yekê, li holê ye; şert û mercên ku Rêber Apo têde tê girtin.

Li aliyê din, hate ragihandin ku ji dema piştî 24’ê Gulanê ve wê 23’yê Tîrmehê hevdîtin were kirin. Tam piştî 2 mehan. Tê gotin, wê çarçoveya qanûneke nû were nîqaşkirin. Di rastiyê de, di hevdîtina beriya 2 mehan de Rêber Apo têkildarî vê çarçoveya qanûnê nêrînên xwe bi nivîskî pêşkêş kiribû û gotibû, piştî cejnê di nava 3 rojan de em hel bikin, bila vegera li min çêbibe, ez ê tiştên pêwîst bikim. Lê belê çend 3 roj derbas bûn, hîna encamek nîne. Ev çiye? Bi rastî jî gelo cidî nêzî pêvajoyê nabin, lê di astekê de jî wisa tê fêmkirin ku di hundir de nîqaş hene. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo çend hevdîtin bi heyeta dewletê re pêk anî, em nizanin, nîqaşên çawa meşand, em nizanin. Lê eger hevdîtin hatibin kirin, ev dikarî hinekî din ji raya giştî re vekirîba. Rêber Apo di hevdîtina berê de diyar kiribû ku divê em jî nêrînên xwe bigihîninê. Lê haya me jî jê çênebû. Lê di çapemeniyê de gelek tişt derdikevin holê. Çiqas rast yan jî derew, her roj nirxandin tên kirin. Gelo ev agahî ji kuderê tên, kî diweşîne, çawa dibe? Em ne li dijî weşandina agahiyan e. Bila her tişt eşkere be, eger aliyê hember jî dixwaze em di milê zelaliyê de ne. Lê belê, ji tiştên rast re girtî mayîn û ji tiştên nerast re jî vekirî mayîn, gelek axaftinên vala tên kirin. Ev yek di civakê de serê mirovan tevilhev dike. Piştre jî dibêjin, nizanim helwesta wiha, raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê re amade nîne. Eger ev rêbaz were şopandin, helbet raya giştî amade nabe. Em raya giştî ya Kurd amade dikin, lê ev rêbaz amadekariyên me xira dikin. Raya giştî ya Tirkiyeyê bi vî rengî qet amade nabe. Divê em hinekî rasteqîn nêz bibin, ji bo raya giştî çiqasê xebatên rast û baş tên kirin. Gelo çi xebat hene ku fikrên şoven û netewperest dişkîne? Bi rastî jî pêdiviyên banga Devlet Bahçelî ya 22’yê Cotmeha 2024’an, çiqasê hatin bicihanîn? Ji bo pêşxistina xwişk-biratiya bi Kurdan re, ji bo tunekirina dijminahiya li hemberî Kurdan, gelo çi xebat hatin kirin? Zêde nînin, qet nînin. Berevajî çêdibe, pêşiya partiyên ku ya berevajî pêş dixin, tê vekirin. Piştre jî dibêjin, binêrin ev partî wisa dibêje, ya din wisa dibêje, ev helwestên civakê hene. Di rastiyê de bi vî rengî pêvajo tê astengkirin. Xwe dispêrin wan gotinên partiyên nîjadperest, ev tê wê wateyê ku ew ji vê yekê sûd werdigirin. Mirov vê dibînin, ev wiha nabe yanî. Ev nêzîkatî, divê teqez ji holê rabin.

Têkildarî çarçoveya qanûnê, nîqaş tên kirin. Daxuyaniyên fermî jî hatin dayîn, dibêjin wê heya dawiya Tîrmehê derkevin. Di rastiyê de, wê di meha Nîsan yan Gulanê de derketiba. Piştre gotin, bû Hezîran. Niha Tîrmeh e. Dibe derkeve, yanî ji geşedanên heyî tê fêmkirin ku wê qanûnek derkeve. Wisa dixuyê ku hêza dewlet û desthilatdariyê biryar daye ku qanûneke wiha derbixe.

Têkildarî nêrînên Rêber Apo, baldarî heye. Têkildarî daxuyaniyên Tevgera me û gelê me baldarî heye. Hesasiyetên wê tên dîtin. Yanî qanûneke lihevkirinê ya ku her hesê bigire nava xwe, wê çêbibe. Eger wisa nebe, eger qanûneke ku tenê ji nêrînên wan pêk tê çêbibe, qanûneke bi gotina “Tirkiyeya bêteror” pêş dikeve çêbibe, ev bi gotina heval Hêlîn a hefteya borî ji bilî dem windakirinê tiştek din nîne. Ev qanûn ji bo me derdikeve, em weke aliyekê vê qanûnê diaxivin. Em vala naaxivin. Nirxandinên me, ne mîna yên ti kesê ne. Em ê binirxînin û li gorî naveroka qanûnê tevbigerin. Lewma divê hesasiyet berçav bên girtin. Di vê nuqteyê de daxuyaniya Rêveberiya me jî zelal e. Heta niha ji roja destpêkê ve, me helwesta xwe nîşan daye. Me tiştek cuda, ji ti kesê re negotiye. Me di destpêkê de jî ev yek got, em helwest û nêrînên xwe bi zelal îfade dikin, heta dawiyê jî em ê wisa bikin. Bila ti kes nebêje, ‘we em xapandin, we destpêkê wisa got hûn niha wisa dibêjin’. Em bi zelalî tevgeriyan. Heta niha jî wisa ye. Daxuyaniya dawî ya Tevgera me jî zelal e.

Ti bersiva qanûna tenê li ser esasê tasfiyeya rêxistina, çek danînê û hwd, nabe. Ti bersiva qanûneke ku rêxistinê parçe û kategorîze dike, nabe. Qanûneke ku şert û mercên xebat û jiyana azad ji Rêber Apo re mîsoger neke, ji aliyê me ve ti bersiva wê nîne.

*Bi biryara kongreyê.

Helbet bi biryara kongreyê û hevalan jî gelek caran anî ziman. Têkildarî vê yekê em ti kesê jî naxîpînin. Em ya heyî dibêjin. Tê xwestin ku em bên îqnakirin, tiştên em bikarin bikin hene, tiştên em nikarin bikin hene. Di vî warî de em nikarin ti tiştî bikin. Kongreyê biryar da, encex Rêber Apo dikare bike. Me

fesixkirin pêk anî, me stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kir, lê encex Rêber Apo dikare çek danînê bide kirin. Ez vê bi zelalî bêjim, ji dervey wî ti kes din nikare vê bike. Yanî heta ku Rêber Apo negihije şert û mercên jiyan û xebata azad û heta ku negihije wê rewşa ku bikare siyaseta demokratîk bimeşîne, yek gerîla jî ji vî çiyayî naçe, ti kes naçe malê. Me eşkere kiribû, ev ji bo vegera malê nederketine serê çiyê. Hewesa kesî ya ji bo vegera li malê nîne. Ti kes ji mala xwe jî xerîb nebûye. Em dibêjin ku wê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Erê, me PKK fesix kir, lê me dest ji têkoşîna azadî û demokrasiyê bernedaye. Ev têkoşîn bi rêxistinkirî dimeşe. Me dest ji rêxistinê jî bernedaye. Em rêxistina xwe tune nakin. Em ê veguherînin. Em ê veguherînin rêxistineke ku bi stratejiya têkoşîna siyasî û demokratîk bixebite û bijî. Bi vî rengî em ê tevlî siyaseta demokratîk bibin, em dibêjin bila pêşiya vê were vekirin. Yanî, em dibêjin, li ser vê bingehê em xwe rêxistin bikin. Di vî warî de jî her kes wê tevlî têkoşîna siyasî ya demokratîk bibe, her kes wê tevlî Rêber Apo bibe. Rêber Apo eger têkoşîneke wiha bimeşîne, eger bikare bi azad siyaseta demokratîk bike, eger pêdiviyên rêxistinbûna siyaseta demokratîk bimeşîne, her kes wê tevlî xebata Rêber Apo bibe, wê biçe cem Rêber Apo. Lê ti kes naçe mala xwe. Eger yên ji vê bawer nakin hebin, dikarin lêkolîn bikin, dikarin werin pirs bikin. Eger bixwazin, bila pêşiya çapemeniyê vekin, daxuyanî bidin û serbest berdin. Eger yê bixwaze bi rengekî din tevbigere, pêşî lê vekiriye.

Eger ev qanûn şert û mercên xebat û jiyana azad ji bo Rêber Apo pêşbînî neke, pêşiya Rêber Apo neveke, pêvajo pêş nakeve. Ez careke din vê bi zelalî îfade dikim. Bila ti kes hêviya tiştek din neke. Helwesta me evqasê zelal û eşkere ye. Yanî di vê çarçoveyê de me guhertin kir. Em hewl didin hêz bidin têkoşîna siyaseta demokratîk. Em difikirin, nîqaş dikin, dixwînin, lêkolîn dikin. Em dixwazin çarçove qanûn pêşiya me veke da ku em bikarin hîn aktîftir tevlî bibin, hîn zêdetir xizmet bikin, da ku hem Kurd hem jî Tirkiye ji xebatên me sûd werbigire û qezenc bike. Daxwaza me ev e, bila pêşiya vê were vekirin. Yan jixwe, em têkoşîna xwe dimeşînin, em nabêjin eger wisa nebe wê tiştek din bibe. Derengmayîn çêdibe, ji demê re tê hiştin, em dixwazin ku derengmayîn çênebe. Geşedan li holê ne, hema bêje li her derê qiyamet radibe. Mirov bi zorê xwe li ser piyan digirin. Lewma em vê pêvajoyê baş binirxînin. Bila dem neyê windakirin, daxwaza me ev e, gotina me jî tê vê wateyê, bila ti kes şaş fêm neke.

*Em li ser pêvajoyê nîqaş dikin. We jî gelek caran anî ziman, li hemberî pêvajoyê nêzîkatiyên kêm û şaş hene. Li ser navê Engîn Atabay nivîs hatin nivîsîn, hem di wateya rexne hem jî perspektîfan de. Gelo hûn dikarin hinekê vê jî nîqaş bikin?

Belê, em jî wan nivîsan dişopînin, dixwînin. Nivîskar û rewşenbîrên din jî, li ser disekinin, pir alî nirxandinan dikin. Yanî têkildarî meşandina pêvajoyê nêrîn, rexne û pêşniyar hene. Em hewl didin van hemûyan bişopînin. Em binirx û biwate jî dibînin. Asta girîng ev e. Rêber Apo ji roja ewilî ve got, ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne pêvajoyeke peymanê ye, yanî her kes bi îradeya xwe ya azad hewl dide tişta ji bo xwe rast dibîne pêk bîne. Wisa didome. Hingî ku bi bersiv bidome, wê pêş bikeve. Ya din karê têkoşînê ye.

Yanî di nava pêvajoyeke wiha de têkoşîn meşandin, guncaw tê dîtin ji milê her du aliyan ve û xebatên xwe dimeşînin. Ji vî alî ve muxatabê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê PKK û dewlet nîne. Pêvajo peymaneke lihevkirinê ya di navbera PKK û dewletê de nîne. Têkildarî vê yekê divê şaş fêmkirin, çênebe. Em dibînin ku di nirxandinên navborî de jî xisûsa ku herî zêde tê rexnekirin, ev e. Yanî, mîna ku peymanek heye, lewma dewlet vî karî nake, bawerî bi dewletê nîne û hwd yanî bi vî rengî tiştên nerênî tên gotin. Engîn Atabey û nivîskarên din jî, vê ferasetê bi rengekî mafdar rexne dikin. Divê her kes bi rastî jî vê fêm bike. Pêvajo, pêvajoyeke welê ye ku her kesê digire nava xwe. Yanî hemû beşên civakê, karker, kedkar, rewşenbîr, kesên dewlemend digire nava xwe, xîtabî dewlemendan jî dike ku ji bo bikarin karê xwe bimeşînin derfet pêşkêş dike. Di rastiyê de ji dervey kesên şerxwaz, her kesê digire nava xwe. Tenê kesên şerxwaz, di nav de nîne. Ji dervey şerxwazan, divê her beş, hêz û kes di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin. Di vî warî de, divê pêvajo civakî bibe. Divê rêxistinbûna civakî, pêş bikeve. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide. Divê her kes têbikoşe. Bila her kes kontrol bike. Eger aktorên esas dewlet û PKK be, bila herî kêm helwestên dewlet û PKK’ê kontrol bikin. Bila binêrin, ka çi dikin, çi nakin, eger şaştiyek hat dîtin, bila rexne bikin. Ya rast çawa tê kirin, bila nîşan bidin. Di vî warî de divê aktîfbûn hebe. Niha têkildarî vê yekê nebesî û lewazî hene, me jî rexne kir, derdorên cur be cur jî rexne kirine.

Bila wisa neyê fêmkirin ku çi tişt nayê kirin, ti pêşketin nîne. Wisa nîne. Pêşketin hene. Min berê jî nirxand. Yanî ziman hatin çareserkirin, pêşiya beşekî qedexeyan hate rakirin. Lê hîna tirsek heye, fikir bi rengekî azad nayên vegotin. Gelo fikrên rêxistinên cur be cur ên Tirkiyeyê, çine? Tasfiyekirin û qirkirina li hemberî Kurdan, ti sûdê nade civake Tirkiyeyê. Bila tirs nebe, bila qedexe rabin da ku her kes bi rengekî azad fikrên xwe bêje. Em ê bibînin ku ji sedî 80-90 destekê didin vê pêvajoyê. Wê bixwazin ku pêvajo li ser bingehê azadiya Kurdan, were meşandin. Lê belê qedexe heye, mirov encex bi qismî dikarin biaxivin. Mirov bi sansur diaxivin. Çalakî tên kirin, hîn zêdetir çalakî, çalakiyên hîn afirênertir dikarin bên kirin. Di vî warî de lewazî hene.

Em behsa çareseriya entegrasyona demokratîk dikin. Xeta çareseriya pêvajoyê, xeta entegrasyona demokratîk e. Entegrasyon çiye, yekîneyên cuda ji bo yekîtiyekê çêbikin di nava xwe de têkiliyekê ava dikin, ji şêwazê vê têkiliyê re entegrasyon tê gotin. Li ser esasê naskirina hebûna hevdû. Entegrasyona demokratîk, çiye wêdemê? Tê vê wateyê ku şêwazê vê têkiliyê li ser esasê xisûsên demokratîk be. Yekîneyên cuda kî ne? Dewlet û Kurd in. Weke rêxistin PKK, weke civak jî Kurd. Wê bi dewletê re entegrasyona demokratîk bikin. Wê demê ji bo vê çi pêwîst e? Rêber Apo gelek caran îfade kir. Dewlet divê ji bo demokrasiyê hestiyar be. Yanî Komara Demokratîk pêwîst e. Civak divê rêxistinkirî be. Kurd divê rêxistinkirî bin. Yanî divê bibe civaka demokratîk. Heta ku civaka demokratîk a rêxistinkirî nebe, entegrasyon nabe. Kes û şexsiyet entegreyî dewletê nabin, tiştek wisa nîne. Wê demê çi pêwîst e? Dewlet divê ji demokrasiyê re bi hestiyar be. Komara Demokratîk pêwîst e. Civaka Demokratîk pêwîst e. Entegrasyona demokratîk tê çi wateyê, tê wateya têkoşîna ji bo avakirina komara demokratîk. Entegrasyona demokratîk, pêvajoyeke wiha ya têkoşînê ye.

Wisa li ser mêzeyan, îmze avêtin, nizanim ez ê vî mafî bidim te, vî mafî nadim te, tiştek wiha nîne yanî. Hin kes wisa fêm dikin. Bi vî rengî dikevin nava bendewariyan û piştre bêhêvîtî û bêbaweriyê belav dikin. Yanî tirs û fikaran çêdikin. Teoriya nabe çêdibe. Bi gotina ‘ev pêvajo nameşe’ karesatan çêdikin. Eger ev pêvajo nemeşe, wê çi bimeşe? Ez vê ji wan kesên ku wiha dibêjin re, pirs dikim? Wê çi bimeşe? Bila bêjin, gelo ew pêvajoyeke çawa dixwazin bimeşînin, ka wê çi bikin em bibînin. Eger ya rast bikin, em ê jî bibin ji wan. Lê belê, tiştek li holê nîne. Tenê nêzîkatiyeke weke ‘em nakin, ya tê kirin jî em naecibînin’, pir başe wêdemê! Di rewşê de tu dibî mehkûmê ya çêbûyî. Jixwe encama ji vê derdikeve, dibe mehkûmê ya heyî. Ji vî alî ve, ev kar wisa nabe.

Belê, ji bo demokratîkkirina Komarê di sedsala duyemîn de gelek nîqaş û nirxandin hatin kirin. Ji ku derê çareserî nehatin pêşxistin, têkoşîna vê pêwîst e. Ya hîn wêdetir, tişta ku kes û beşên civakê bikin, avakirina civaka demokratîk e. Civak divê li ser esasê demokrasiyê were perwerdekirin û rêxistinkirin. Di bingehê civaka demokratîk de çi heye, sazî û rêxistinên demokratîk hene. Civaka demokratîk a rast, li ser bingehê komuna demokratîk şêwe digire. Wê demê ji bo avakirina civaka demokratîk, divê her kes seferber bibe. Divê ji bo xebatên komuna demokratîk seferber bibin. Dewlet wê vê bide yan nede, gelo çi tê axaftin çi nayê axaftin, şûna ku bi vî rengî fikar bên çêkirin, em ji avakirina civaka demokratîk re seferber bibin. Demokratbûyîn û welatparêzî, tevlîbûna vê seferberiyê ye. Şoreşgerî ev e. Şoreşgeriya vê demê, seferberbûyîna ji avakirina civaka demokratîk re ye. Kî ji avakirina civaka demokratîk re seferber bibe, ji bo pêşxistina rêxistinbûyîna komuna demokratîk, bikeve nava gund û taxên gel, demokrat, welatparêz û şoreşger ew e. Şoreşgerê vê demê, divê komunal be. Li ser vê bingehê divê bibe gelparêz û bikeve nava civakê. Lê rewşeke wisa nîne, tenê bendewarî ji dewletê heye. Siyaset, endeksî siyaseta dewletê bûye. Geşedana herî biçûk, ji dewletê tê xwestin. Tê gotin ku bila her tiştî dewlet bike, lê bila li gorî xwesteka me bike. Eger dewlet her tiştî bike, dewlet wê li gorî xwesteka xwe bike. Eger kesek bêje bila li gorî xwesteka min be, wê demê divê ew bi xwe bike. Ji kerema xwe, bila bikeve nava hewldanan, bila bikeve nava vî xebatî. Weke burokratê bûrjûwaya biçûk li wan deran bigere û vala vala biaxive, daxuyaniyan bide û piştre ji bo avakirina civaka demokratîk tiştekî neke! Wisa nabe. Yanî êdî bi rastî divê ev were bidawîkirin. Yanî hemû rêxistin, tevger û partiyên siyasî, têkildarî vê yekê xwe jinûve binirxînin.

Manîfestoya nû, manîfestoya demokratîk esasgirtina xebatên nû dixwaze. Divê feraset û fêrbûnên berê, teqez bên hilweşandin. Partiyên siyasî, saziyên ku berê di şert û mercên paradîgmaya nû de derketine holê, divê bên guhertin, li gorî paradîgma û manîfestoya nû. Divê jinûve were şêwegirtin û avakirin, bi taybetî jî tevgerên azadiya jinê. Tevgerên azadiya jin û ciwanan divê vê pêvajoyê rast rêxistin bikin, civakê rast bixe nava pêvajoyê, ji bo serketina pêvajoyê divê pir berfireh û bi bandor bixebitin. Rêxistinên ciwanan pêşengê her tiştî ne. Tevgera me ya Ciwanên Komunalîst li kuderê ye? Wê çawa pêş bikeve? Wê pêşengiyê ji bo çi bike? Gelo nêzîkatî, hewldan û xebateke wiha heye? Yanî divê wisa be. Eger ciwanên Apoyî xwe rêxistin bikin, dikarin vê pêşengiyê bikin, dikarin ji vê xebatê re seferber bin. Lê belê têkildarî vê yekê, fêrbûnên berê nayên derbaskirin. Sîstem û tarzê berê nayê hilweşandin. Tengbûneke wiha heye.

Rewşeke mîna bûne esîrê fêrbûnan heye, yanî hema bêje bûne mehkûm. Yanî nayê nûkirin. Rexne û rexnedayîn ji bo vê pêwîst e. Guhertin û veguhertin ji bo vê pêwîst bû. Pêvajo, ji bo me li ser bingehê rexne û rexnedayînê pêvajoya guhertin û veguhertinê, xwe jinûve avakirinê ye. Yanî li ser bingehê manîfestoya nû û li gorî pêdiviyên stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk, avakirina civaka demokratîk pêwîst e. Dewletê divê li hemberî demokrasiyê were hestiyarkirin. Bi têkoşînê divê xwe bigihînin asta ku ji entegrasyona demokratîk re, amade bin.

Divê xwe bigihîne astekê ku bibe hêza entegrasyona demokratîk. Bala xwe bidin gava ku bi vî rengî be, ti wateya sekinandinê yan jî li bendê manê tune ye. Dem ne dema sekinandinê û li bendê manê ye. Berovajî vê, divê bê gotin bîst û çar saet jî kêm in. Divê di asta seferberiyê de bîst û çar saetan xebat bê meşandin. Yanî ji bo perwerdekirin û birêxistinkirina civakê, ji bo pêşvebirina avakirina civaka demokratîk divê seferber bibin. Me ji van rexne û nirxandinan ev tişt fêm kirin. Em ji bo xwe jî bi nêzîkatiyeke rexne û rexnedayînê nêzî mijarê dibin. Heke astengî û kêmasiyên ji ber me hebin, em hewl didin wan jî derbas bikin. Yanî em hewl didin bibin alîkar ku rê li ber pêvajoyê vebe û piştgiriyê bidinê. Lê belê, şert û mercên me yên niha dest nadin ku em pir çalak bin û karên zêde bikin, yanî têrê nakin.

Eger şert û merc dest bidana û têrê bikirana, me yê bi rastî jî tiştên ku me gotine bikira. Bila tu kes nebêje 'ew bi xwe jî tenê diaxivin, tiştên ku dibêjin nakin'. Ne rast e, ne wisa ye; ka bila hinekî rê vebe, wê çaxê em ê bibînin ka em dikin an nakin? Wisa tê zanîn ku qey em naxwazin tu tiştî biguherînin û em dixwazin her tişt wekî xwe berdewam bike. Tiştekî wisa tune ye. Di vê mijarê de, kesên ku derfet û îmkanên wan hene divê nesekinin. Divê bi xwe nîqaş bikin, xwe baş birêxistin bikin û di asta seferberiyê de tevlî vî karî bibin. Serkeftina pêvajoyê bi vê ve girêdayî ye. Kesên ku wisa bikin, dê bi ser bikevin. Gotinên kesên ku wisa nakin û di dawiyê de dibêjin 'serkeftin çênebû', tu nirxê wan tune ye. Te bi xwe tiştek nekir ku serkeftin çêbibe! Tişt bi serê xwe çênabin. Tu yê bixebitî û tu yê bi ser bikevî. Serkeftin bi xebatê tê bi dest xistin, ne bi tiştekî din. Ez di bingeh de her kesî bi nêzîkatiyeke wisa vedixwînim xebateke di asta seferberiyê de.

*Belê, di pêvajoya çareseriyê ya berê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk hatibû. Ev şoreş dikeve sala xwe ya 15’emîn. Bi rastî ev şoreş di bin kîjan şert û mercan de derket holê, çawa pêş ket û ji bo Kurdan û gelan xwedî girîngiyeke çawa ye?

Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'yan, bi rastî şoreşeke watedar, nû û mezin bû. Ev şoreş hîn jî berdewam dike. Şoreşeke wisa bû ku rê da sedsala 21'an. Ji ber vê yekê, bala her kesê ku dixwest di sedsala 21'an de şoreşgeriyê bike kişand û her kes li dora xwe kom kir. Ji bo her kesî ezmûn û bingeheke pir mezin ava kir. Yanî, çawa ku Şoreşa Cotmehê (Şoreşa Rûsyayê) pêşengî ji şoreşên sedsala 20'an re kir, sedsala 20'an kir sedsala şoreşan û tecrûbeyeke mezin derxist holê; her çend piştî 70’ê salî hilweşiya be jî, lê ezmûneke pir mezin a şoreşgerî û sosyalîst ku dersên mezin tê de hene da avakirin, Şoreşa Azadiyê ya Rojava jî erê, bi qasî wê dirêj nîne, lê di vê heyama 15 salan a borî de ezmûneke wisa dewlemend ava kir ku bedelî heftê salî ye û di hinek aliyan de ji wê jî bibandortir e. Berî her tiştî divê em vê yekê wisa bînin ziman. Divê em wate û pênaseya vê şoreşê bi vî şêwazî deynin. Li ser vê bingehê, divê mirov her kesê ku cesaret kiriye, rabe ser piyan û ji bo şoreşeke wisa têkoşiyaye pîroz bike.

Di destpêka sala nû de, di ketina sala 15’an de, ez hemû mirov, gel, jin û ciwanên ku ked û hêz dane vê şoreşê pîroz dikim. Her wisa, şehîdên mezin ên vê şoreşê çêbûn; hejmara wan ji deh hezaran borî. Bi rastî jî bi têkoşîneke pir dijwar pêş ket û jiyan dît. Pêşengên wê hebûn; wekî hevrê Şîlan. Gavên pêşîn avêtin û dema ji Mûsilê diçû Rojava wisa hat şehîdxistin. Heval Xebat hebû; ji bo derbaskirina astengiyan, bi wêrekiyeke mezin ket nav têkoşîna li dijî çeteyan û hat şehîdxistin. Pêşengên wê Rûstem û Sofî hebûn. Di kesayetiya wan de, ez hemû şehîdên qehreman ên vê şoreşa mezin bi rêz, hezkirin û minnetdarî bi bîr tînim.

Her wisa, ez şehîdên komkujiya Pîrsûsê jî di 11’emîn salvegera şehadeta wan de, bi hezkirin, rêz û minnetdarî bi bîr tînim. Ew jî nirxên pir mezin bûn. Rastiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava derxistin holê. Ev bû nimûneyek pir zelal û şênber ku nîşan da û îspat kir ka Rojava çawa bûye navendeke kişandinê û mirov çawa tevî hemû zehmetiyan ber bi Rojava ve diherikîn. Şoreş berdewam dike. Ev şoreş li ser xeta Rêber Apo pêş ket. Bingeh şoreşê Rêber Apo avêt. Gotina pêşîn Rêber Apo got. Têkiliyên pêşîn Rêber Apo danî. Rêber Apo civak gihand wê zanyarî, wêrekî û fedakariyê ku ji bo şoreşeke wisa rabe ser piyan. Şoreş, hewldaneke wêrek bû ji bo pêkanîna paradîgmaya nû ya Rêber Apo. Ez hemû kesên ku dixwazin vê şoreşa ku li ser şopa şehîdan pêşket li ser xeta Rêber Apo û li ser şopa şehîdên me bi rêve bibin, hemû mirov, jin û mêr û hemû hêzên ku têdikoşin silav dikim. Serkeftinê jî ji wan re dixwazim.

Me di pêvajoyên berê de gotibû ku dê li ser Şoreşa Rojava nirxandin û nîqaş çêbibin. Heta niha hinek nirxandin hatin kirin, lê ev hîn negihiştine astek û zelaliyek têrker. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve dê pêş bikevin.

Bi minasebeta vê salvegerê me jî xwest rojevekê vekin. Di rastiyê de, me bêtir dixwest kesên ku di nav pêvajoyê de ne, xwedî agahiyên zêde ne û berpirsiyariyên mezintir hildigirin ser xwe nirxandin û şiroveyan bikin. Bi vî şêwazî em jî jê sûd werbigirin, hemû mirovahî û gel jî jê sûd werbigirin. Hîn jî bendewariyeke wisa ya her kesî heye. Em jî di nav vê bendewariyê de ne. Heke di vî alî de gav werin avêtin, em ê jî nêrînên xwe yên cuda bînin ziman.

Lê belê, bêyî ku em vê rewşê biguherînin, bi minasebeta salvegera şoreşê ya sala nû, yanî sala panzdehan ez dixwazim çend tiştan bibêjim. Ji ber ku dema em diketin sala dehan, me girîngî dabû vê mijarê. Wê demê me bêtir li ser şoreşa çandê rawestiyabû û me teqez kiribû ku divê şoreş veguhere şoreşeke çandê. Nirxandinên me bi vî rengî bûn, tê bîra min.

Bêguman em di asta rêvebirinê de nebûn. Lê mafê me yê anîna ziman a nêrînan hebû. Me bi rêya çapemeniyê û bi şêwazên cuda ramanên xwe digotin. Me mijarên wekî veguhertina şoreşê bo şoreşeke çandê, pêşxistina aliyê wê yê îdeolojîk, civakîbûn, gihîştina bi gel re û girseyîbûna wê, wekî erkên bingehîn ên dehsalek e duyem destnîşan kiribûn.

Em hîn jî bawer dikin ku dê li ser vê bingehê pêş bikeve. Îro di warê leşkerî de hinek paşvekişandin çêbû. Hinek kes vê yekê dinirxînin û dibêjin, 'Şoreş mir, qediya, hilweşiya'. Ji bo kesên ku şoreşê bi paradîgmaya desthilatdarî û dewletê dinirxînin û wê tenê wekî rûxandina dewletekê û avakirina yekî nû dibînin, dibe ku ev nirxandin derbasdar be. Lê em wisa li mijarê nanêrin.

Me şoreş tenê bi hêza siyasî, leşkerî an jî rêveberiyê pênase nekir. Me bêtir hewl da ku wê di nav rêxistinbûn û tevlîbûna civakê de, di guhertinên ku di jiyana civakî û têkiliyên takekes-civakê de derketine holê de fêm bikin. Di bingeh de jî, me guhertina di jiyana jinê de, di sekin û tevlîbûna wê ya jiyana civakî û siyasî de; her wisa guhertina di têkiliyên navbera gelan de wekî bingeh girt. Dema em ji vir ve li meseleyê dinêrin, şoreşê bi rastî jî gavên girîng avêtin. Pêşkeftinên berbiçav çêkirin û ezmûneke pir mezin derxist holê. Dersên vê yên pir dewlemend hene. Divê mirov van dersan rast derxîne.

Bo nimûne, li ser bingeha azadiya jinê gaveke pir girîng hat avêtin. Ji ber ku şoreş bi pêşengiya jinê pêk hat, wekî 'Şoreşa Jinê' hat pênasekirin. Jiyana civakî ya li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî kûr guherî. Ev guhertin ne tenê ji bo Kurdan; ji bo civakên din ên wekî Ermenî, Suryanî, Ereb û Tirkmenan û ji bo gelên cîran jî bi bandor bû.

Jin bû xwedî vîn; bi awayekî çalak tevlî jiyana civakî û siyasî bû, pêşengî ji pêvajoyan re kir. Hişmendiya serweriya mêr hem di asta ramanî hem jî di asta pratîk de derbeke mezin xwar û ket nav pêvajoyeke guhertin û veguhertinê.

Ev rastiyek e. Lê gelo şoreşa azadiya jinê gihişt asteke têrker? Bêguman negihişt. Kêmasiyên wê man. Serweriya mêr li ber xwe da û rêveberiya siyasî jî cûre bi cûre astengî derxistin. Êrîşên dawî jî herî zêde berê xwe dan vê qadê. Tevî van hemû astengiyan jî, bandorên ku şoreşê çêkirine hîn jî berdewam dikin.

Bo nimûne, di warê jiyana hevpar a gelan û hişmendiya neteweya demokratîk de pêşkeftinên girîng çêbûn. Ezmûneke wisa ya hêja derket holê ku nasname û çandên cuda dikarin xwe bi awayekî azad birêxistin bikin, di hawîrdoreke demokratîk de mil bi mil û bi rengekî xwişk-biratî bijîn û rêveberiyeke demokratîk a hevpar ava bikin.

Di dema rejîma Baasê de, civakên gelan ên herî biçûk jî wekî hemwelatî nedihatin qebûlkirin. Îro be, tevî ku rêveberiya heyî carinan dîsa dixwaze xeta Baasê bimeşîne jî, gelek civak êdî dikarin bi zimanê xwe biaxivin, çanda xwe bijîn û xwe birêxistin bikin. Di heman demê de, di nav piştgiriya bi gelên cîran re, vîna jiyana azad a çanda xwe bi dest xistin. Ev geşedaneke pir girîng bû. Bêguman zehmetiyên wê hebûn. Pêdivî hebû ku perwerde, tendurustî û xizmetguzariyên din li ser bingeheke pirzimanî û pirçandî ji nû ve werin birêxistinkirin. Ev yek jî îmkanên nû, materyalên nû û binesaziyeke nû dixwest. Wisa lê hat ku qey her tişt ji sifirê dest pê dike, avahiya heyî tê hilweşandin û li şûna wê yekî nû tê avakirin. Ji ber vê yekê, gelek zehmetî derketin pêş. Tevî vê yekê jî, asteke girîng hat bi dest xistin û ezmûneke berbiçav derket holê.

Lê belê, neteweperestiyê di her fersendê de hewl da ku rê li ber vê pêvajoyê bigire. Divê mirov vê yekê bi zelalî bêje. Hem neteweperestiya Kurdî hem wekî din neteweperestiya Erebî, ji destpêkê ve li dijî vê ezmûnê li ber xwe dan. Li ser geşedanên siyasî û leşkerî yên ku îro diqewimin jî, derdorên neteweperest hewl dan qîrînên serkeftinê berovajî bikin. Lê belê, di vê pêvajoyê de rûyê wan ê rast derket holê û maskeyên wan ketin xwarê.

Bi zelalî hat dîtin ku neteweperestî di nav civakan de çawa dijminatiyê çêdike. Li hemberî vê, Şoreşa Rojava di pêvajoya borî de nîşan da ka gel çawa dikarin di jîngeheke bêyî neteweperestiyê de mil bi mil û bi rengekî xwişk-biratî bijîn; yekitiya civaka demokratîk çawa dikare ava bibe û neteweya demokratîk çawa şikil digire.

Bêguman şaşîtî jî çêbûn. Hinek kes nirxandinên wisa dikin: 'Xwestin xeta PKK'ê pêk bînin', 'Xeta Apoyî hat ferzkirin', 'Hewl dan paradîgmaya modernîteya demokratîk û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bînin; lê di pratîkê de bê bersiv mebû û tu kesî ev qebûl nekir'. Lê belê, ev nêzîkatî hemû xelet in. Ev nirxandin ne rast in. Ev nêrînên kesên wisa ne ku hem di warê teorîk hem jî di warê pratîk de li dijî vê paradîgmaya ne. Ew rewşa leşkerî ya ku qewimiye ji bo xwe wekî fersend dibînin û hewl didin paradîgmê reş bikin, xetê ji çav bixin. Lê belê, tu têkiliya vê yekê bi rastiyê re tune ye.

Berovajî vê, li gorî me ji serê salê û vir ve geşedanên ku li Rojavayê çêbûn, di warê teorîk de paradîgmaya Apoyî, yanî paradîgmaya modernîteya demokratîk a sosyalîst piştrast kirin. Ew qadên ku paradîgma lê hatibûn pêkanîn li ser piyan man, guhertin çêkirin û civak pêş xistin. Li hemberî vê, ew qadên ku paradîgma têrê nekir lê were pêkanîn, nekarîn li ser piyan bimînin, zirar dîtin û lawazî nîşan dan.

Di vê pêvajoyê de xwesteka wekî dewletbûnê, hezkirina desthilatdariyê, têgîna milkê taybet û şêwazê jiyana takekesî, madîparêzî bêtir xurt kir. Li aliyê din jî, dewlemediya bin erdê ya herêmê, bi taybetî çavkaniyên petrolê, îmkanên madî zêde kirin. Kêmasî ne tunebûna tiştan bû; kêmasî ew bû ku rehetiya madî, şoreşa manevî zehmetir kir. Mirov zêde berê xwe da van îmkanan.

Ji ber vê yekê, her çend navê wê komun be jî, di wateya rastîn de komûnalîte nehat pêşxistin. Jiyana komûnê û xeta komûnê bi qasî ku pêdivî dikir nehat avakirin. Li ser bingeha civaka exlaqî û polîtîk, civaka demokratîk û xeta komûna demokratîk, rêxistinbûneke xurt nehat avakirin. Eger li her derê di wateya rastîn de komûnek bihata avakirin û parastina cewherî ya van komûnan bihata pêşxistin, gelo tabloyeke wisa ya ku îro heye dê derketibûya holê?

Kîjan êrîş dikare di wateya rastîn de komûneke birêxistinkirî têk bibe? Di dîrokê de ji bo klan û qebîleyan gotineke wisa heye, 'Dibe ku tune bibin, lê tu carî dest ji jiyana xwe bernadin.' Ji ber ku civaka klan û qebîleyan, di bingeha xwe de civaka komûnê ye. Komûn jî vê yekê tîne ziman.

Ji ber vê yekê, divê mirov bipirse ka çima veguhertineke wisa ya civakî û îdeolojîk bi temamî pêk nehat. Hişmendiya jiyana takekesî, madîparêz û hêsan, bi demê re wekî kabûsekê ket ser şoreşê. Wekî encama vê yekê jî burokrasî pêş ket û qutbûna ji civakê çêbû. Li şûna civaka demokratîk û konfederalîzma demokratîk, gav bi gav hişmendiyeke wisa derket holê ku dişibiya dewletê û dewletê ji xwe re dikir mînak.

Îro tê gotin ku 'em entegrasyonê dikin'. Lê belê, di rastiyê de diviyabû entegrasyona demokratîk ji destpêkê ve bihata pêkanîn. Jixwe xeta modernîteya demokratîk, entegrasyona demokratîk û çareseriyeke demokratîk a di navbera dewlet û civakê de dihat pêşbînkirin. Di vî alî de, avakirina civaka demokratîk bi hêsanî dikaribû bihata pêşxistin. Hem rejîma berê hem jî rêveberiya îro, li ser vê bingehê bi awayekî xurtir dikaribûn ber bi veguhertinê ve werin neçarkirin.

Lê mixabin, gelek fersend û îmkanên di vî alî de nehatin bikaranîn. Bêguman mirov dikare gelek tiştên din jî bêje. Lê ez ê bêtir dirêj nekim. Di mijarên bingehîn ên teorîk û modernîteya demokratîk dûrketin çêbûn; paradîgma wekî ku pêdivî dikir nehat pêkanîn. Sedema bingehîn a van encamên ku derketine holê jî ev e. Em dikarin vê yekê bi zelalî bînin ziman.

Wekî ku min berê jî got, em li bendê ne ku ev mijar were nîqaşkirin û nirxandin. Bi vî şêwazî em dikarin dersên pêwîst bi hev re derxînin. Gava ku nirxandin pêş bikevin, em ê jî nêrînên xwe parve bikin. Çi qewimî, ev encam çima derketin holê, şoreşê çi bi dest xist, çi winda kir, rast û xeletiyên wê çi bûn? Em bi nêzîkatiyeke rexneyî û rexnedan li van hemûyan dinêrin.

Zanyarî û tecrûbeya me heye ku em van nirxandinan fêm bikin û şirove bikin. Di vê mijarê de em ne di rewşeke wisa de ne ku tu tiştî nebêjin. Lê belê, em dixwazin nirxandinên hîn rêkûpêktir û giştî werin kirin. Em bawer dikin ku di pêvajoya pêşiya me de dê ev yek pêş bikeve. Li ser vê bingehê, em bawer dikin ku dê şoreş xwe bidomîne, kêmasiyên xwe ji holê rake û li ser xeta rast pêşkeftina xwe berdewam bike. Di vî alî de, ez ji bo her kesê ku ked dide, hewldan dide û têdikoşe serkeftinê dixwazim.

*Belê, 24'ê Tîrmeha 1923'yan dîrokeke girîng e. Dîroka îmzekirina Peymana Lozanê ye. Salvegera wê ya 103'yan e. Gelo bi rastî ev peyman di roja me de dikare berdewam bike? Di vê xalê de hêz çawa bi cih dibin? Dîsa, divê bijarde û nêzîkatiyeke çawa ya gelan hebe?

Belê, pêvajoyek hebû ku Peymana Lozanê afirand. Beriya wê jî heye. Peymanên li ser bingeha encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn hene. Ew tiştekî cuda bû. Li hemberî van têkoşîn hate meşandin. Têkoşînek li demokrasiyê vekirî bû. Bi rastî jî ya ku serketiyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn xwestin biafirînin heta astekê hate şikandin. Piştre li ser vê bingehê li Lozanê peymanek hate mohrkirin. Ev peyman gelekî zêde bi xeta netewe dewletê ve hate girêdan. Ne li gorî demokrasiya beriya wê bû, ne li gorî hîmên xwe bû, lewma ew destketî dewam nekir, demokratîk nekir. Di 29'ê Cotmehê de komar hate ragihandin, dewlet ava bû lê belê ev dewlet li şûna ku demokratîk bibe û demokrasiyê bi pêş ve bibe; di serî de pêkhate û hindikahî ku Kurd jî di nav de bû xwest her cûre hebûneyên etnîk û çandî tine bike û rêveberiyeke yek ziman, yek çand û dewletê, netewe-dewletê, netewperestiyê û dewleteke hişk a neteweyî ava bike. Ji Îttîhat û Terrakî ve neteweperestiya Tirk anîn û li vê derê dan rûniştandin. Piştre di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de vê yekê pêşengî kir. Li aliyê Îranê jî rewşeke bi heman rengî rû da. Li qada Ereb jî rewşeke bi heman rengî hebû. Neteweperestiya dewletî ya li Tirkiyeyê serkêşî ji rewşa li Îranê û cîhana Ereb re kir. Weke maketeke wan bi pêş ketin. Neteweperestiya Ereb û Fars weke neteweperestiya dewletê ya li Tirkiyeyê ava bû. Vê yekê xwe spart înkar û îmhaya Kurdan. Û xwe spart rabûna li hemberî hev. Sed sal di nava xwînê de derbas bû. Nîvê wê, ji aliyê Rêber Apo ve weke 'proto Îsraîl'ê hate pênasekirin. Piştre Îsraîl hat. Niha bi destpêkirina sedsala duyemîn re ev dîzayna Rojhilata Navîn tê guhertin. Statu ji nû ve tê dîzaynkirin. Projeyeke bingehîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di salên 1990'î de destpê kir ew e ku statuperestiya netewe dewletê ya li ser bingeha Lozanê hatiye avakirin ji holê rake, bi peymaneke nû dixwazin statukoyeke nû ava bikin ku sermaye karibe hîn bi hêsanî lê tevbigere. Ev yek esasê wê pêvajoyê ye ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jê re tê gotin. Bi şerê Xezeyê yê 7'ê Cotmeha 2023'an re gelekî bi pêş ve çû, hat îro weke şerê Îranê li herêmê bi dijwarî dewam dike. Rewşeke eşkere ye. Ya ku tê xwestin di vir de bê kirin çi ye? Peymana nû, Peymana Îbrahîmî ye. Xwe dispêre lihevkirina Ereb-Îsraîlê. Di nava vê de jî hegemonya Îsraîlê esas e. Tifaq Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîlê bi kişandina beşek ji hêza Ereb ber bi aliyê xwe ve dixwaze statukoya berê biguherîne, di bin hegemonya Îsraîlê de sîstemeke nû ava bikin ku xwe dispêre rêyeke nû ya enerjiyê. Ev eşkere ye. Lewma tişta ku sed sal in hatiye avakirin tê guhertin, hildiweşe. Binihêrin, gotin em li hev dikin. NATO anîn Tirkiyeyê û Trump dema li Tirkiyeyê bû fermana şerekî nû li dijî Îranê da. NATO û Tirkiye xist bin tewanbariyê, xist nava vî karî. Êrişên heyî yên leşkerî bi vî rengî dewam dike. Bang kir ku her kes li gorî Peymana Îbrahîmî tevbigerin û tevlî bibin. Di serî de jî navê Tirkiyeyê da. Ev rewş cidî ye. Belê bi ferzkirinên pêvajoya beriya Lozanê nêzîkatî nikare bê nîşandan lê belê Lozan jî lihevkirina bi Îngilistan û Fransayê re bû. Tirkiye bi xwespartina li wê peymanê nikare vê pêvajoyê bimeşîne. Şerê ku li Îranê giran bûye şerê li Tirkiyeyê ye. Şerê ku ji Sûriyeyê ber bi Xezeyê ve çû şerê li Tirkiyeyê ye. Ji xwe Tirkiyeyê jî ev bi vî rengî hîs kir. Me bangên Devlet Bahçelî yên li ser vê pêvajoyê bi vî rengî fêhm kir. Ji xwe ya rast jî ev bû. Ji ber vê destpê kir. Li pêşberî gef û metirsiya vê rewşê ya li ser sîstema li Tirkiyeyê destpê kir. Û gotin, 'pirsgirêka mayindebûnê heye'. Li pêşberî vê jî Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir di 27'ê Sibata 2025'an de. Ji bo çareseriyê û entegrasyona demokratîk hin bername pêşkêş kir. Li ser vê bingehê gelo kete nava pêvajoyeke ku guherîn û veguherînê bike, bi demokratîkbûnê ya berê biguherîne û hegemonya nû pûç bike. Dest bi pêvajoyeke bi vî rengî kir? Nekir. Bi mejiyekî bi vî rengî guherîna polîtîkayê nabe. Ev rewşeke xetere ye. Halbûkî gef û xetere weke berê dewam dike. Vaye bi zorê Îranê hildiweşînin, wê hilweşînin. Ya ku tê dîtin ew e. Bi ya heyî re jî li hev nekirin. Rewşa Iraqê nediyar e bê çi bibe. Li aliyekî dibêjin, em ê bêçek bikin, li aliyê din dibêje Başûrê Kurdistanê wê xwe weke dewletê îlan bike. Ewqas daxuyaniyên li dijî hev hene ku mirov matmayî dimîne. Lê belê tu bala xwe didê, bi carekê bûyerên ji yên beriya xwe gelekî cudatir diqewime. Îsraîlê, Yewnanistanê dest li civîna NATO'yê werdan. Belê, Tirkiyeyê li gorî xwe hewl da ji wir hêzê, piştgiriyê werbigire, bi bikaranîna hêza xwe ya leşkerî got ku ew amade ye piştgiriyê bide mîlîtarîzma NATO'yê, got ew amade ye. Ji xwe ji hingî ve ji Ûkraynayê heta bi Îranê şer qewimî. Rêxistineke şer e. Li aliyekî disekinîne, li aliyê din destpê dike. Hildiweşîne, bi şer bi rê ve dibe. Sîstema modernîteya kapîtalîst, sîstema global bûye di vê serdemê de krîz û kaosê bi şerê di asta navîn û jêrîn de dimeşîne. Nikare bêyî şer hebûna xwe dewam bike. Me berê jî got, niha Rojhilatê Derya Spî, Qibris di bin gefê de ye. Niha tê gotin ku wê di ser Sûriyeyê re petrola Kerkûkê derbasî Derya Spî bike. Ji xwe Emerîkî bi kêfxweşî vê eşkere dikin. Dibêjin 'Wê ev yek rola Hurmuzê kêm bike, di rêya enerjiyê de'. Ew enerjiya zêde ya li Başûrê Kurdistanê di ser Sûriyeyê re biçe Derya Spî, wê demê liv û tevgera enerjiyê ya ji Kendavê wê hinekî kêm bibe. Rola Kendavê zêde kêm nabe, lê belê ev jî dikare biguhere. Bi vê çi dibe? Başûrê Kurdistanê bi Sûriyeyê re bi rêya enerjiyê ve tê girêdan. Bi rêya enerjiyê ya Rojhilatê Derya Spî ve tê girêdan. Bazirganî wê ji wir dewam bike. Iraq ji Kendavê tê girêdan. Em ev rewş fêhm nekir. Ka xeta Yûmûrtalikê diherikî, çi bi wê hat? Xera bû? Em pê nizanin. Di nava vê sîstemê de her tişt bi madiyatê, bi aboriyê diyar dibe. Bazirganiya Iraqê wê ji Kendavê be, bazirganiya Başûrê Kurdistanê wê ji Sûriyeyê ji Derya Spî be. Wê demê, her hal Iraq û Kurdistan wê parçe bibin. Di pratîkê de wê parçe bibe, aborî wê parçe bike. Gotinên bi vî rengî gelekî zêde ne, gelek gotegot hene. Mirov nizane bê kîjan rast e, kîjan nerast e. Lê belê ji berê ve ev rê ji xwe hatiye çêkirin. Dema ku şerê DAÎŞ'ê destpê kir jî her tim qala vekirina xeteke bi vî rengî dihate kirin. Gotibûn, bila Kurd di vir de bi roleke çalak rabin. Bakurê Sûriyeyê wê di vir de rol bilîsta, Tirkiyeyê asteng kir.

* Tirkiyeyê çi qezenç kir?

Ji Tirkiyeyê heye ku Sûriye wê bibe mêtingeha wê, bikeve bin bandora wê. Lê eger niha vê peymanê bi Sûriyeyê re bikin, Kurd jî Tirkiye jî wê winda bikin. Belê niha bandoreke xwe li ser Şamê heye lê belê şaş e ku bifikirin ku ev rewş wê timî bi vî rengî be. Nediyar e bê sibe çi bibe. Eger ev bi rêk û pêk bibe, bi sîstem bibe dikarin bi hêsanî ji Tirkiyeyê re bibêjin, 'biçe karê xwe bike, bi temamî destê xwe ji Rojhilata Navîn vekişîne'. Ji ber ku yê hêza xwe heye hewl dide tişta dixwaze bike. Mînak, li şûna ku piştgiriyê bide pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû asteng. Vê yekê zerar da civaka Tirkiyeyê jî zerar da Kurdan jî. Ev polîtîka zerarê dide. Ev ji ber çi bû? Ji ber feraseta 'eman bila navê Kurdan nebe' bû. Ev dijberiya li Kurdan, nêzîkatiya şoven û neteweperest a li ser vê bingehê her tiştî bi Tirkiyeyê dide windakirin. Eger ev neyê guhertin, li gorî pêwîstiyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk guherîn û veguherîna demokratîk pêk neyê xwedê zane bê Tirkiye wê hîn çi winda bike. Em ji niha ve nikarin tiştekî bibêjin. Lê belê pêşiya windakirina wê vekiriye. Me ev yek gelek caran ji gelek aliyan ve anîn ziman. Lê niha weke ku tiştek nîne nêzîkatî tê nîşandan, tê nirxandin. Rewşeke tevlîhev jî heye. Ji xwe yên ku berê bi zîhniyet û siyaseta heyî hatibûn kirin zerar dan. Divê ev yek bi lez biguhere. Çima vê nabînin? Ewqas mirovên siyasetmedar, rewşenbîr hene. Çima nabêjin ev zerarê dide me, divê em dest jê berdin, divê em jiyana xwe, siyaseta xwe, têkiliyên xwe, tifaqên xwe biguherînin. Vaye dibêjim, berjewendiyên Kurdan û civaka Tirkiyeyê yek bûn. Dikarin bi xwişk û biratiyê vê bimeşînin. Lê belê ji bo zerar li Kurdan bibe, zerarê didin Tirkiyeyê. Di şerê li dijî Kurdan de hin tiştan bi dest dixin lê belê ev ne yek ji sedî ye ku ji dostaniya Kurdan bi dest bixin. Û wekî din, serdest bi dest dixin, bi kêrî civakê nayê. Belê salvegereke nû ye. Ji bo Lozanê tiştekî nabêjim. Lê belê ev nêzîkatiya li Kurdan divê biguhere. Zîhniyet û siyaseta li dijî Kurdan divê li Tirkiyeyê biguhere. Di bingeha hemû rêxistinî, helwest, seknên antî demokratîk de ev heye. Ev rewş bi Tirkiyeyê dide windakirin. Hem di jiyanê de dide windakirin, di aboriyê de dide windakirin, di mejî, psîkolojiyê de dide windakirin. Ewqas şer, zext û dîktatorî ji ber vê rû dide. Ewqas darbeyên leşkerî xwe spart vê yekê û pêk hat. Sedsala derbasbûyî sedsaleke çawa bû? Divê ders jê bê wergirtin. Wê demê helwesta bi kêrî civaka Tirkiyeyê tê ne dijberiya li Kurdan e, divê zîhniyet, siyaset û stratejiyek li ser esasê dostaniya bi Kurdan re hebe. Divê guherîn û veguherîneke bi vî rengî bike. Înşaleh ên bi aqil wê hîn bêhtir nîqaş bikin, bixwazin di salvegerê de Lozanê nû bikin, ji aliyê demokratîk ve biguherînin. Divê ev taybetmendî jinûve bêne nirxandin û ev şaşitî û çewtî bêne terikandin. Rêber Apo ji bo vê hewl dide, me jî piştgirî da vê. Kes nikare bibêje, 'Hûn li pêşiya vê asteng in'. Berevajî em hêza mezin a vê yekê ne. Hêza bingehîn a demokrasiyê ne, hêza piştgiriyê ne. Êdî ji wan re maye, êdî em ê bibînin bê wê çi bibe.