Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

Nobeta li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja 1095’an de bi koma 211’an ku îro sê sal li pey xwe hişt bi biryardariyek xurt didome.

Nobeta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 1095’an de bi koma 211’an ku îro sê sal li pey xwe hişt bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma guhertina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Xurbet Arzû daxuyaniya çalakiyê xwend.

Daxuyanî wiha ye;

“Rêber Apo hêviya hemû têkoşerên azadiyê ye. Em wek têkoşerên azadiyê ye, azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînîn. Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd, civaka azadîxwaz û tevahî mirovahiyê bi têkoşînekê bêhempa derbas kir. Têkoşîna Rêber Apo bû çavkanî ji bo hemû kesên azadîxwaz.

Hêzên hegemon yên cîhanê û hêzên dagirker ên herêmî têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê ji bo xwe wek xeteriya herî mezin dîtin. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, niha bi sebrekî pir mezin û hewldanên Rêber Apo tê birêvebirin. 

Wek gelê Wargeha Mexmûrê, em têkoşîna Rêber Apo ya ji bo aştî û azadiyê silav dikin û girêdan xwe ya bêdawî ya bi Rêber Apo re dubare dikin. Çalakiya me ya ku ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîk ya Rêber Apo ev sê salên xwe tijî kir.

Ji bo parastin û hebûna gelê xwe pêwîste em bi awayê herî xurt çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin. Careke din em dibêjin azadiya me bi ya Rêber Apo re li welatek azad pêkane.”

Dewr girtinê di bin dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ de bidawî bû.