BI DÎMEN

Li Zanîngeha Cambridgeyê panela 'Mafê Hêviyê'

Li Zanîngeha Cambridgeyê bi mijara 'Mafê hêviyê' panelek ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurd hate lidarxistin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, edaleta dema derbasbûnê û rola Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de hate nirxandin.

Navenda Lêkolînên Kurd (Centre for Kurdish Affairs) li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê bi sernavê "The Right to Hope: A Democratic Solution to the Kurdish Question" panelek lidar xist û gelek lêkolîner û akademîsyen beşdar bûn.

Bi navê Navenda Lêkolînên Kurd Dr. Mîthat Îshakoglû di destpêka panelê de axivî û anî ziman ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke ewlekariyê ye, meseleya demokrasî, hiqûq, welatîbûna wekhev û mafên mirovan e. Îshakoglû got, "Îro firsendeke nû ji bo aştiyê heye. Firsenda ku di sala 1999'an de ji dest hate revandin, divê jinûve ji dest neyê berdan" û bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo demokratîkbûnê gavan biavêje û civaka navneteweyî jî hîn bi xurtî piştgiriyê bide pêvajoyê.

'EDALETA DEMA DERBASBÛNÊ BINGEHA AŞTIYÊ YE'

Ji Zanîngeha Derbyê hîndekar Dr. Nîsan Alici jî ragihand ku aştiya mayinde tenê bi rûbirûbûna binpêkirinên mafên mirovan û pêkanîna edaleta dema derbasbûnê dikare pêk were. Alici destnîşan kir ku têkoşîna Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Girtîgeha li Amedê û Dayikên Şemiyê yek ji hewldanên herî girîng ên civakî yên vê mijarê ye.

'KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE TÊ NÎQAŞKIRIN'

Ji Zanîngeha King's College Londonê Prof. Toby Green jî anî ziman ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo nîqaşên wekhevî û demokrasiyê yên li cîhanê tevkariyên girîng kiriye.

Ji Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley jî Rêber Apo weke "Fîgurekî dîrokî yê li cîhanê" pênase kir û got, "Ocalan ne tenê girtiyek e ku mafê xwe yê hêviyê heye, di heman demê de yek ji aktorên herî girîng ên hêviya aştiyê ye."

Ji King's College Londonê Bill Park jî ragihand ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbûn, garantiyên destûra bingehînî û mercên muzakereyê yên rasteqîn dikare bibe.

JI BO 'MAFÊ HÊVIYÊ' BANGA NAVNETEWEYÎ

Di panelê de her wiha li ser hewldanên navneteweyî yên Navenda Lêkolînên Kurd agahî hate dayin. Roja Înê ya derbasbûyî akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên civaka sivîl jî di nav de metneke hevpar a bi mohra 32 kesayetan di çarçoveya dozên Koma Gûrban ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ji bo piştgiriya bi bicihanîna biryarên 'Mafê Hêviyê' yê têkildarî Rêber Apo Wezîrê Karên Derve yê Qraliyeta Yekbûyî jî di nav de ji 41 kesayet û saziyên cuda re hate şandin.

Panel bi beşa pirs û bersivê ya ku bersiv ji pirsên beşdaran re hate dayin, bi dawî bû.