Di nîqaşan de yên ku di çarçoveya lêgerîna çareseriyeke mayînde û demokratîk a têkildarî pirsgirêka Kurd tên kirin de, modelên rêveberî û tecrûbeyên siyasî yên welatên cuda gelek caran tê rojevê. Bi taybetî pratîkên jiyana hevpar a civakên pir nasnameyî, modelên rêveberiya herêmî, sererastkirinên destûrî û tevlîbûna civakên cuda li nava pergala siyasî, ji sernavên girîng ên lêgerînên çareseriyê ne.
Di vê çarçoveyê de pergala federal a Swîsreyê, têgihiştina wê ya demokrasiya herêmî û awayê rêvebirina nasnameyên cuda, weke yek ji mînakên ku herî zêde tê nîqaşkirin, derdikeve pêş. Swîsre dikare civakên bi zimanên cuda, nasnameyên herêmî û aîdiyetên dîrokî di nava avaniyeke siyasî ya hevpar de bigire; ev yek wê ne tenê weke modeleke rêveberiyê, di heman demê de weke tecrûbeyeke siyasî ku wê cudahiyan çawa birêve bibe, tîne rojevê.
Gelo Swîsre bi rastî jî modeleke ku mirov dikare ji bo civakên cuda jî pêk bîne, yan jî tecrûbeyeke xweser e ku şert û mercên wê yê dîrokî afirandiye?
Pispor destnîşan dikin ku bersiva vê pirsê ne tenê bi nêrîna pergala federal an jî avaniya destûrî ya îro ya Swîsreyê dikare bê dayîn. Ji ber ku modela Swîsreyê ne tercîheke rêveberiyê ye ku ji nişka ve derketiye; pergaleke ku di encama têkoşînên siyasî yên bi sed salan, cihêbûnên olî, cudahiyên herêmî û lêgerînên lihevhatinê de derketiye.
Tecrûbeya Swîsreyê, ji bo jiyana hevpar a civakên cuda ne tenê awayê rêveberiyê, di heman demê de nîşan dide ku çanda siyasî, naskirina hevdu û parvekirina hêzê jî diyarker e.
MODELA SWÎSREYÊ JI BER ÇI TÊ NÎQAŞKIRIN?
Dema ku li cîhanê tecrûbeyên jiyana hevpar a civakên pir nasnameyî tên lêkolînkirin, Swîsre weke yek jî mînakên ku herî zêde tê destnîşankirin derdikeve pêş. Swîsre bi çar zimanên fermî, nasnameyên herêmî yên xurt, mezhebên cuda û bi rayeyên rêveberiya herêmî ya berfireh, bersiva gelek pirsên bingehîn dide ku dewletên neteweyî rû bi rû dîmînin.
Li Tirkiyeyê dema ku bi taybetî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin, rêveberiyên xwecihî, destûra bingehîn û nasnameyê tên rojevê, mînaka Swîsreyê pir caran tê nîşandan. Ji ber ku ezmûna Swîsreyê li şûna nîjadperestiyê parvekirina peywirê, li şûna hişmendiya yek nasnameyê pirnasnameyî û li şûna hevrikiya siyasî mekanîzmanyên lihevkirinê derdikevin pêş û pergaleke bi vî rengî weke tê pênasekirin.
Lê modela Swîsreyê ne reçeteyek amade ye ku li welatên din were pêkanîn. Avaniya heyî ya Swîsreyê di encama têkoşîna bi sed salan, hevsengiyên herêmî û lihevkirinên siyasî teşe girtiye. Ji bo fêhmkirina Swîsreyê divê pêwîstiyên pergal li ser ava bûye bê fêhmkirin.
NASNAMEYÊN CUDA ÇAWA BI HEV RE DIJÎN?
Çîroka Swîsreyê di bingeha xwe de çîrokeke civakên cuda ye ku di bin sîwana yek dewletê de hatine cem hev e. Li Swîsre ya îro di bin sîwana konfederasyona ku piraniya ku bi Elmanî diaxivin, civakên bi Fransî diaxivin, civakên biçûk ên ku bi Romanî diaxivin, hebûna xwe dewam dikin.
Her çiqasî îro ev modela jiyana bi hev re pêk hatiye jî di seranserê dîrokê de Swîsre şahidiya hevrikiyên herêmî, dabeşbûnên olî, cudabûna aboriyê û gelek gengeşiyên di navbera navend û derdorê de kiriye. Tevî van hemû gengeşiyan ji serketina pergala îroyî ne jiholêrakirina van cudahiyan e; entegrekirina wan a di nava pergala siyasî de ye.
Wê demê gelo ev çawa pêk hat?
LI ŞÛNA DEWLETA NAVENDÎ PARVEKIRINA SERWERIYÊ
Rêgeza “Hêz li navendekê kom nabe, tê parvekirin" kevirê bingehîn ê modela Swîsreyê pêk tîne. Swîsre ya ku xwedî avaniyeke federal e, li ser sê astên rêveberiya bingehîn xwe bi rêxistin dike: Di asta federalî de, di asta kantonî de û di asta şaredarî de.
Îro li Swîsreyê 26 kanton hene. Kanton ne tenê herêmên îdarî ne; ew ji yekîneyên siyasî yên ku xwedî avaniyên destûrî, parlament, hikûmet û rayeya biryargirtinê yên berfireh pêk tên. Gelek qadên girîng ên mîna perwerde, tenduristî, hêza polîsan û polîtîkayên bacê di bin berpirsiyariya kantonan de ne. Bi saya vê avaniyê herêmên cuda li gorî taybetmendiyên xwe yên civakî polîtîkayan diyar dikin.
SWÎSRE JI AVANIYÊN NEWETE-DEWLETÊ RE MÎNAKEK ÇAWA PÊŞKÊŞ DIKE?
Ev modela ku Swîsreyê ava kiriye, pirsa “Bêyî ku cudahiyan bikin aîdiyeke siyasî ya hevpar çawa dikarin ava bikin?” li cîhana nûjen yek ji mînaka herî balkêş e.
Di roja me de beşek girîng a netewe-dewletên nûjen, di pêvajoyên damezrandinê de avakirina nasnameyek hevpar; li dora zimanekî hevpar, vegotinek dîrokê ya hevpar û nirxên çandî yên hevpar teşe girtiye û bi hişmendiya hemwelatîbûnê nirxandine. Ev nêzîkatî, li gelek welatan weke hêmana ku yekîtiya neteweyî xurt dike tê dîtin, di heman demê de wê pirsa gelo wê nasname, ziman û ezmûnên dîrokî yên civakên cuda yên di nav sînorên dewletan de dijîn çawa nas bike bi xwe re tîne.
Ezmûna Swîsreyê li ser mantiqekî siyasî yê cûda hatiye avakirin. Welat, yekîtiya neteweyî ne li ser rakirina cudahiyan; hewl daye cudahiyan bi destûrî misoger bike, ew tevlî pergala siyasî kiriye û aniye asta ku dikare bê birêvebirin.
Bi gotineke din modela Swîsreyê li şûna “yekîtî bişibe hev” hişmendiya “yekîtiya bi cudahiyan re" esas girt. Di vê nêzîkatiyê de zimanên cuda, nasnameyên herêmî yan jî aîdiyeta dîrokî ji bo dewletê weke gefekê nehatin dîtin. Berevajî vê, weke parçeyek xwezayî ya pergala siyasî hatin pejirandin. Civakên bi zimanên Elmanî, Fransî, Îtalî û Romanî diaxivin bi taybetî çanda xwe parastin, jiyana di bin sîwana heman dewletê de wekî destketiyek siyasî ya bingehîn a Swîsreyê tê qebûlkirin.
Hişmendiya bingehîn a ku Swîsreyê daniye holê, xwe dispêre hêmanên ku welat aniye li cem hev ne ku bişibin hev, her kes bi cûdahiyên xwe, xwe weke parçeyek wekhev a wî welatî hîs dike.
Ji ber vê yekê modela Swîsreyê ne tenê şêweyekî rêveberiyê ye, di heman demê de sêwiraneke ji bo aîdiyetê ye jî. Dewlet hewl dide li şûna ku nasnameyek tenê li ser hemû civakan ferz bike, nasnameyên cuda di çarçoveyek siyasî ya hevpar de werin temsîlkirin. Avaniya federal, rêveberiyên bi hêz ên kantonan, amûrên demokrasiya rasterast û çandeke siyasî ya xwe dispêre lihevkirinê hişmendiya sazîbûnê pêk tînin. Kantonên ku xwedî rayeyên berfireh in derfeta ku civakên li herêmên cuda biryarên li gorî taybetmendiyên xwe bidin; saziyên hevpar ên li ser asta federal hemû welatiyan di bin sîwaneke siyasî ya hevpar de tînin cem hev.
Lê aliyê herî balkêş ê ezmûna Swîsreyê ev e ku ji qebûlkirina hebûna cudahiyan wêdetir; van cudahiyan ji çavkaniyên pevçûnê derdixîne, dike mijara muzakereyên siyasî. Ji ber ku dîroka Swîsreyê jî nîşan dide ku cudahî ji holê nayên rakirin; dikarin bînin asta ku werin birêvebirin.
Swîsre di vî alî de bersivek cuda pêşkêşî pirsa bingehîn a ku dewletên nûjen pê re rû bi rû ne dike: "Yekîtî, ne ji şibandinê; cudahiyan bi rêvebirina dadwerî dikare derkeve holê.”
DÎROKA SWÎSREYÊ: RÊYA KU JI ŞERÊN OLÎ BER BI DESTÛRA FEDERAL VE DIÇE
Dema ku îro qala Swîsreyê tê kirin bêalîbûn, aramî, demokrasiya rasterast û rêveberiyên herêmî yên bihêz tê bîra mirovan. Lê li pişt vê aramiyê têkoşîna siyasî ya bi sed salan û lêgerîna jiyana hevpar a civakên cuda heye.
Modela Swîsreyê ne pergaleke ku ji serî ve bêkêmasî hatiye sêwirandine. Berevajî vê ev pergal ji daxwazên civakên cuda yên ji bo parastina nasnameyên xwe û gengeşiyên di navbera pêwîstiya jiyana di nav avaniyek siyasî ya hevpar de derketiye holê.
Ji ber vê yekê, gelek pispor dibêjin ku divê koka pirzimanî û çanda lihevkirinê ya sîstema federal a îroyîn, di vê ezmûna dîrokî de were lêgerîn.
BERIYA DEWLETÊ TIFAQ
Bingeha dewleta Swîsreyê ya nûjen xwe dispêre tifaqên herêmî yên ku di dawiya sedsala 13’an de derketine holê. Tifaqa ku di sala 1291’an de di navbera civakên Uri, Schwyz û Unterwalden de hatiye avakirin wekî kevneşopiyê destpêka Konfederasyona Swîsreyê tê qebûlkirin.
Lê ev avanî di wateya îro de ne dewletek navendî ye. Armanca sereke ya civakan ew bû ku li dijî zextên siyasî yên derveyî hevgirtinê biafirînin, mafên rêveberiya herêmî biparêzin û mekanîzmayên xwe yên biryardanê berdewam bikin. Ji ber vê yekê di çanda siyasî ya Swîsreyê ya serdema destpêkê de rewatiya xwe ya siyasî ne tenê ji navendê, ji civakên herêmî jî dikare derkeve holê. Ev hişmendî di sedsalên pêş de bingeheke xurt a kantonan ava kir.
KEVNEŞOPIYA KANTONAN: NASNAMEYÊN XWECIHÎ VEDIGUHERIN AVANIYA SIYASÎ
Yek ji taybetmendiyên ku Swîsreyê cuda dike pergala kantonan e û tenê ji dabeşkirineke îdarî pêk nayê. Kanton di dîrokê de wekî civakên xwedî nasnameyên siyasî hebûna xwe berdewam dikin.
Her çiaqasî li gelek dewletên Ewropayê pêvajoyên nûjenbûnê bi xurtkirina dewletên navendî re pêş dikeve jî, li Swîsreyê pêvajoyek berevajî vê hat jiyîn. Navend li ser avaniyên herêmî nehat avakirin; li ser lihevhatina avaniyên herêmî derket holê. Ev cudahî bû yek ji hêmanên bingehîn ên ku xisleta siyasî ya Swîsreyê diyar dike.
Mînak li Fransayê piştî şoreşê hişmendiya dewletek navendî ya bihêz û nasnameyek neteweyî ya hevpar derket holê, li herêmên cuda yên Swîsreyê modelek ku taybetmendiyên xwe diparastin bi pêş ket. Ji ber vê yekê, li Swîsreyê, fikra "dewletê" ji bo demek dirêj ji “yekbûna li dora navendekê” wêdetir tê wateya "yekbûna civakên cuda”.
TEVGERÊN REFORMÊ Û DABEŞBÛNA OLÎ
Tevgera Reformasyonê ya ku di sedsala 16’an de li Ewropayê dest pê kir, bandorek mezin li ser Swîsreyê kir. Bi taybetî bi pêşengiya Huldrych Zwingli tevgera reformê ku navenda wê Zurîh bû, gelek kanton Protestaniyê hilbijartin. Li beramberî vê hin kanton nasnameya xwe ya Katolîk parastin.
Ev rewş ne tenê dabeşbûnek olî bû. Nasnameya olî bû hêmana diyarker a girêdana siyasî, pergala perwerdehiyê, hişmendiya hiqûqê û şêweya rêxistina civakî. Bi vî awayî di nav Konfederasyona Swîsreyê de 2 nêrînên cuda yên cîhanî teşe girtin: kantonên Katolîk û kantonên Protestan. Ev dabeşbûn carinan bû sedema gengeşiyan ku ber bi pevçûnên çekdarî ve diçûn.
DABEŞBÛNA NAVXWEYÎ YA YEKEMÎN
Şerên Kappel ên ku di sedsala 16’an de derketin, nîşan dan ku li Swîsreyê cudahiyên olî bê dikarin çiqasî veguherin dabeşkirinên siyasî. Di salên 1529 û 1531’an de, di navbera kantonên Katolîk û Protestan de pevçûn derketin. Her du aliyan jî hewl dan ku pergalên bawerî û rêzikên xwe yên siyasî biparêzin.
Ev serdem ji bo Swîsreyê bû ezmûnek û dersek girîng. Hişmendiya ku cudahiyên civakî ne tenê pirsgirêkên çandî ne, di heman demê de dikarin rasterast bandorê li avaniya dewletê jî bikin, bi hêz bû. Ji ber vê yekê ezmûna siyasî ya paşê ya Swîsreyê li şûna tepeserkirinê, di aliyê hevsengkirin û rêvebirina hevpar de teşe girt.
Veguherînên siyasî yên mezin ên li Ewropayê yên dawiya sedsala 18’an bandor li Swîsreyê jî kirin. Di sala 1798’an de, artêşa Napoleon Bonaparte ketin Swîsreyê, konfederasyona kevin bi dawî kirin û Komara Helvetian a navendî ava kir.
Ev serdem jî ji bo Swîsreyê bû ezmûnek girîng. Ji ber ku modela navendî ya ji derve ve tê ferzkirin bi kevneşopiyên herêmî û çanda siyasî re gengeşiyên cidî derxist holê. Ji ber ku taybetmendiyên dîrokî yên kantonan û nasnameyên herêmî xurt bûn, avaniya navendî nikarîbû aramiya xwe demek dirêj berdewam bike.
PIŞTÎ 1815’AN Û VEGERA HEVSENGIYA BERÊ
Piştî têkçûna Napolyon, li Ewropayê pergaleke nû hat avakirin. Bi Kongreya Viyanayê ya 1815’an re bêalîbûna Swîsreyê di asta navneteweyî de hat naskirin û giraniya siyasî ya kantonan ji nû ve zêde bû.
Lê tevgerên lîberal û nîjadperest ên ku di sedsala 19’an de li seranserê Ewropayê bilind bûn bandor li Swîsreyê jî kirin. Li aliyekî lîberalên ku saziyên navendî yên xurtir dixwestin û li aliyê din jî hêzên muhafezekar ên ku dixwestin xweseriya kantonan biparêzin hebûn. Ev têkoşîna siyasî di dawiyê de welat ber bi şerekî navxweyî yê demkurt ve bir.
ŞIKESTINA MEZIN
Di dîroka Swîsreyê de yek ji noqteyên herî krîtîk ên werçerxê, Şerê Sonderbundê yê 1847’an bû. Hin kantonên Katolîk ên muhafezekar li dijî reformên navendî tifaq ava kirin. Armanca vê tifaqê parastina rayeyên kevneşopî û nasnameyên olî yên kantonan bû. Lê ev hewldan di navbera van kantonan û hêzên ku alîgirê avaniyek federal bûn de rê li be pevçûnê vekir.
Şer demek kurt berdewam kir û bi serketina aliyê federalîst-lîberal bi dawî bû. Lê aliyê wê yê balkêş, ji şer wêdetir, polîtîkaya ku paşê hat meşandin bû.
Aliyê serketî kantonên têkçûyî ceza nekir, ji pergala siyasî wêder nekir û ew di nava destûra nû de cih da wan. Ev nêzîkatî piştre bû yek ji kevirên bingehîn ên çanda siyasî ya Swîsreyê. Armanc êdî ne ku cudahiyan ji holê rakin, cudahîyan bû, pergaleke siyasî ku bikaribin bi hev re bijîn ava bikin.
DESTÛRA FEDERAL: AVAKIRINA SWÎSREYA NÛ
Destûra Federal a ku di sala 1848’an de hat qebûlkirin, wekî noqteya jidayikbûna Swîsreya nûjen tê qebûlkirin. Armanca vê destûrê ew bû ku di heman demê de du hewcedariyên bingehîn bi cih bîne. Ya yekemîn, avakirina dewletek hevpar û ya duyemîn jî parastina dîrokiya xweseriya kantonan.
Pergala ku derket holê ne bi tevahî navendî û ne jî modelek konfederasyona sist bû. Swîsreya nû bû xwediyê saziyên federal ên hevpar, avaniyek aborî ya hevpar û siyasetek derve ya hevpar jî, rayeyên berfireh ên kantonan jî parast. Ev hevsengî bingeha modela Swîsreyê ava kir.
Her wiha ezmûna dîrokî ya Swîsreyê nîşan da ku yekîtiya welatekî ne jiholêrakirina cudahiyan e, bi avakirina pergaleke siyasî ku cudahî xwe di ewlehiyê de hîs bikin, pêkan e. Swîsreyê cudahiyên zimanî qedexe nekir, nasnameyên herêmî û etnîkî tepeser nekir û cudahiyên olî tine nehesiband. Li şûna wê cudahiyan di nav pergala destûrî de bi cih kir. Ev hemû bingeha modela Swîsreyê ava kirin.
SIBÊ:
Pergala federal çawa dixebite? Li Swîsreyê sê tebeqeyên dewleta federal çi ne? Statuya destûrî ya kantonan çi ye? Rayeya kantonan a perwerdehî, tenduristî, bac û ewlehiyê çi ne? Şaredarî xwedî roleke çawa ne?
ÇAVKANÎ:
Lijphart, Arend. Di Civakên Pir de Demokrasî: Lêkolîneke Hevberkî (Democracy in Plural Societies: A Comparative Exploration). New Haven: Yale University Press, 1977.
Steinberg, Jonathan. Çima Swîsre? (Why Switzerland?). Cambridge: Cambridge University Press, 2015.
Konfederasyina Swîsreyê. Destûra Federal a Swîsreyê (Federal Constitution of the Swiss Confederation). Bern: Şansolyeya Federal a Swîsreyê, metna nûjen.