SOHR: Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da

SOHR'ê ragihand ku li gundewarên Reqayê zarokek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Um Xerzê yê Reqayê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên SOHR‘ê, li Sûriyeyê ji destpêka îsal (2026) ve  82 jê zarok û 8 jê jin, bi giştî 220 kes di encama teqîna mayînan û bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 315 kes jî birîndar bûne ku 110 zarok û 10 jin di nav de hene.