ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Tê payin, heyeta ku doh çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir, daxuyaniyekê bide.

Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.

Endamên Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê ragihandin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî narkotîkê dewam bikin û dixwazin civakeke demokratîk biafirînin, vê yekê jî wê bi gel re bi ser bixînin.

Siyaseta ku di bin siya Madeya 140’an de hat meşandin, bi salan civaka Êzidî bêkar, bêstatu û bêparastin kir. Dosya Îbrahîm Êzidî.