JIN
Hemû Nûçe
-
Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin
Hunermend Anîta Papîst a ku li Tehranê dijî, bi sûcdariya "xerakirina exlaqê giştî" hat tawanbar kirin. Ji ber vê yekê, 74 qamçî ceza li wê hat birîn. -
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku xwîna tê rijandin moral û baweriya têkoşeran zêdetir dike. -
Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û got, “Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ya têkoşîna me ye.” -
MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin, di sala 20'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî. -
Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Kongra Star bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e.” -
Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ), tevî rêxistinên jinên Êzîdî yên li Sûriye, Rûsya û Ermenistanê bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku wan di salvegera 12’an a komkujiya Şengalê de pêngaveke navnetewî dane destpêkirin. -
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li navçeya Çaldêran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya sê salî, qetil kir. -
Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, derbarê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de daxuyaniyek da. Baroyê, diyar kir ku rastiya bûyerê hîna bi temamî derneketiye holê û ji ber vê yekê wan daxwazên nû yên ji bo lêkolînên edlî pêşkêş kirine. -
Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, li Wanê bi dirûşma “Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Civaka Demokratîk Ve” konferansek lidarxist û mijarên mîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola jinan a di vê pêvajoyê de û girîngiya rêxistinbûnê hatin nirxandin. -
Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!
Tehliyeya girtiya nexweş Emîne Abîş a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi hinceta “wê bi jiyana civakê û qûralên hiqûqê re pirsgirêka ahengiyê bijî” cara sêyemîn hate taloqkirin. -
Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin
Hate ragihandin ku gardiyanan bi hinceta ku mercên li koxûşa jinan şermezar kiriye êşkence li girtiya jin a Xiristiyan Gazel Merzban kirin û nehiştin bê dermankirin. -
Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike
Tundiya ku ji aliyê pergala li Başûr ve tê kûrkirin, li gel cînayetên jinan û bûyerên xwekuştinê her ku diçe girantir dibe. Jin jî daxwaz dikin ku li gel sererastkirinên qanûnî mafên wan werin misogerkirin. -
Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat
Li Rojhilat jinên Kurd ji xebatên birêxistinbûna yekem yên di pêşengtiya Mîna Qazî de heya berxweda Şîrîn Elemhûlî ya sêpêkên darvekirinê di xeta têkoşînê de felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ veguherandin xeteke berxwedana civakî. -
Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava
Jinên li Rojava bi rêxistinên xwe yê civakî û parastinê ku di nava mercên herî giran ên şer ava kirin, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê. Niha jî ji bo parastina destketiyan li dijî rejîma Sûriyeyê ya nû ya cîhadîst li ber xwe didin. -
60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê
Hat ragihandin ku rejîma Îranê 60 girtiyên jin ji Girtîgeha Qerçekê veguhest Girtîgeha Evînê. Ji ber vê çendê di nava girtîgehê de alozî derket, hêzên rejîmê jî êrîşî ser girtiyên jin kirin. -
Li Merîwanê jinek hate kuştin
Li Merîwanê jinek ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû hate kuştin. -
KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di 6 mehên sala 2026’an de 150 jin hatin qetilkirin û 151 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur
Têkoşîna jinên Kurd a li gel perspektîfa Rêber Apo ya ‘’Jina Azad, Civaka Azad’’ şikil digire, li Bakurê Kurdistanê ji siyasetê heya rêveberiyên xwecihî, ji aboriyê heya jiyana civakî li her qadê bûye hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk. -
Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin
Aktîvîsta mafên jinan Şede Beşîr anî ziman ku ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin kuştin. -
Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye
Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê diyar kir ku YPJ hêza parastina jin û civakê ye û got, "Hewce ye mêr vê baş fêm bikin. Xwedîderketina li YPJ’ê, xwedîderketina li îrade, şoreş û destketiyên xwe ye." -
Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike
Rejîma Îranê bê navber dest bi binçavkirin û girtina jinan kiriye. Li aliyê din girtî ji mafê xwe yên esasî yên weke tenduristî û têkiliya bi malbatê re jî tê bêparkirin. -
Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin
Dayikên Aştiyê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyanî dan û gotin, “Serokê me pêvajoyek da destpêkirin. Em ji Serok û zarokên xwe bawer in. Aştî ji bo hemû gelan pêwistî ye. Gavneavêtina dewletê guman û fikaran me bi re çêdike.” -
Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê
Di salvegera 1’an a merasîma çek şewitandinê de jinan li ber Meclîsê daxuyanî da û got, ji bo aştiyê gavên pêwîst nehatin avêtin. -
Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe
Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst jiyana komunal a li ser eksana jinê esas digre û anî ziman ku avakirina sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe. -
Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane
Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, saziyên jinan û hiqûqnas diyar dikin ku lêpirsîn baş nayên birêvebirin û gelek dosya di bin navê ‘’xwekuştinê’’ de tên girtin.