Li Merîwanê jinek hate kuştin
Li Merîwanê jinek ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû hate kuştin.
Li Merîwanê jinek ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû hate kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê jinek û bavê wê ji aliyê mêr ê ku jin pê re zewicî bû hatin kuştin.
Hatiye diyarkirin ku piştî bûyerê hêzên polîs û tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û cenazeyên qurbaniyan veguhestine tiba edlî.
Hat gotin ku xebatên ji bo girtina kujer destpêkirine. Her wiha hatiye diyarkirin sedemê bûyerê ji ber nakokiyên malbatî û mehrê bû.
Li gorî rapora HRANA'yê, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de 45 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di encama tûndûtijiya malbatî de hatine qetilkirin.