Îngilistanê biryar stand ku ew ê cezayî li 24 kes û saziyên têkiliya wan bi serwîsên îstîxbarata Rûsyayê hene re bibire. Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku ew ê cezayî li 13 kes û saziyan bibire ku îstîxbarata leşkerî ya Rûsyayê (GRU) di nav de ye.
YE û Îngilistan di daxuyaniyên xwe yên hevpar de gotin ku Rûsyayê li Ewropayê bi armanca ‘’derxistina kaos û perçekirinê’’ êrên sîber pêk anîne û ew tawanbar kirin.
ŞEBEKEYA CEYRANÊ YA POLONYAYÊ HATE HEDEFGIRTIN
Londra û Brukselê cara ewil bi awayekî hevpar diyar kirin ku berpirsê êrîşa li ser şebekeya ceyranê ya Polonyayê Serwîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ye.
JI FRANSAYÊ JÎ PÊKANÎNÊN ZÊDE
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku Rûsya li Ewropayê kampanyaya êrîşeke sîber a berfireh a sabotaj û sîxurtiyê bi rê ve dibe û da zanîn ku ew ê di rojên pêş de Bolyozê Rûsyayê yê Parîsê gazî bike Wezareta Karên Derve.
Her wiha Barrot diyar kir ku ew ê cezayî li neh kes û çar saziyên ku têkiliya wan bi êrîşên sîber ên heye re, bibire.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Moskova beriya niha gelek caran sûcdarkirinên welatên Ewropayî yên têkildarî êrîşên sîber red kiribûn.